Nêçîrvan Barzanî li ser ‘êrişên Îranê’ û ‘hebûna grûpên çekdar’ peyamên girîng dan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Divê ji tevgerên grûpên çekdar re sînorek were danîn.”

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir Herêma Kurdistanê hinek caran dibe hedefa êrişên grûpên nêzîkî Îranê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser van êrişan û mijarên li rojevê ji Al Arabiya û Al Hadathê re axivî.

“Ez ne piştrast im”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku divê sînorek ji tevgerên grûpên çekdar ên li Îraqê re were danîn û got:

“Ez ne piştrast im ku dê Îraq karibe Herêma Kurdistanê biparêze.

Divê rêberiya Îraqê ji bo parastina Herêma Kurdistanê rola xwe bibîne.”

Barzanî herwiha amaje pê kir ku gelek zehmetî li ber kabîneya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî hene û pesnê helwesta Sûdanî da.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha ragihand ku şertên heyî yên Îraqê ji yên dema şerê DAIŞê dijwartir in.

Îranê 15ê Kanûna Paşîn êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Pêşrew Dizeyî, mêvanê wî Kerem Mîxayîl, keça wî Jînaya ku hîn salek nekiribû û xizmetkara mala wî Mîşel hatibûn kuştin.

Îranê angaşt kiribû ku wan di vê êrişê de Mossad kiriye hedef û hewl dabû bi rêya wêne û dîmenên sexte yên Pêşrew Dizeyî van angaştên xwe bi cîhanê bide qebûlkirin.

Piştî ku Tora Medyayî ya Rûdawê sextebûna wan wêne û vîdeoyan derxistibû holê medyaya Îranê mecbûr mabû wan rake.

“Angaştên Îranê ne rast in”

Nêçîrvan Barzanî ev angaştên Îranê yên bi şiklê, “Li Hewlêrê baregeha Mossadê heye” red kirin û got:

 “Ti pêwendî di navbera Herêma Kurdistanê û Îsraîlê de nînin.

Ev angaştên Îranê ne rast in. Tehranê heta niha li ser hebûna Mossadê ya li Hewlêrê ti delîl nîşan nedane.”

Barzanî bi dubare kir ku Herêma Kurdistanê ji bo Îranê ne gefek e û anî zimên, “Êrişên mûşekî yên Îranê yên ku sivîlan dikin hedef, nakevin çarçoveya dostaniyê.”

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *