Nêçîrvan Barzanî: Li Kurdistanê pirrengiya olî û çandî qet nebûye bargiranî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku pirrengiya olî û çandî li Kurdistanê ti carî nebûye bargiranî û got, “Herêma Kurdistanê îsbat kiriye ku di parastina azadiya olî de ew modeleke rastîn e.”

Merasîma Roja Nizaya Niştimanî bi dirûşma “Ey Xweda, Kurdistanê biparêze” li Hewlêrê tê lidarxistin.

Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û nêzîkî 600 berpirsên bilind û serkirdeyên Îraq û Herêma Kurdistanê û cîhanê û perlemanterên welatan û nûnerên hikûmetan beşdar bûne.

“Herêma Kurdistanê modeleke rastîn e”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li merasîmê axivî û bal kişand li ser pirrengiya olî û çandî ya li Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku li dirêjahiya salan, Herêma Kurdistanê îsbat kiriye ku di rêzgirtina li pirrengiyê û parastina azadiyên olî de û di afirandina jîngeheke aram a ji bo hemû pêkhateyên cuda de ew modeleke rastîn e.

“Em bi biryarî xebatên xwe didomînin”

Nêçîrvan Barzanî her wiha got, “Em di wê baweriyê de ne ku xurtkirina aştiyê, ji baweriya kûr, bi nirxa mirov û rêzgirtina ji rûmeta mirovahiyê ya bê cudahî derdikeve holê.

Ev nirx tenê dema ku di siyasetên giştî, perwerde, dadmendî û hevkariya di navbera ol û çandan de bên piştgirîkirin û bi bawerî li ser bên xebitin, bi temamî cih digirin

Em li Herêma Kurdistanê di vî warî de bi biryarî xebatên xwe didomînin.”

“Gotûbêjeke rastgo ji bo çareserkirina nakokiyan rêya herî baş e”

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a axaftina xwe de ragihand ku ezmûn û dîrokê îsbat kirine ku gotûbêjeke rastgo, ji bo çareserkirina nakokiyan û bihêzkirina baweriyê di navbera xelkê de rêya herî baş e.

“Cûdahî ne gef e”

Nêçîrvan Barzanî her wiha bal kişand li ser girîngiya merasîmê û wiha domand:

“Em vê çalakiyê wekî gaveke girîng a ber bi xurtkirina çanda têgihiştin û rêzgirtina hevbeş ve dibînin.

Di heman demê de ev ji Kurdistanê ji bo cîhanê vê peyamê radigihîne:

Cûdahî ne gef e, çavkaniya dewlemendiyê ye û civak dema ku li ser bingeha ewlehî û şefafiyetê bên avakirin, dikarin bi aştî û rûmet bi hev re bijîn.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *