Serokê Herêma Kurdistanê hêvîdar e li van nêzîkan Ocalan gaziyeke aştiyê parve bike û PKK jî li dû gaziya wî biçe. Herwesa dibêje, “PDK û YNK ji bo pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di danûstandinên cidî de ne.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 16.02.2025) di konferanseke rojnamevanî de behsa tevlîbûna xwe ya di Konferansa Munşinê de, pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serdana şanda Îmraliyê ji bo Hewlêrê û çend pirsên din kir.
Konferansa Munşinê ya Ewlehiyê
Serokê Herêma Kurdistanê di derheqa tevlîbûna xwe ya di Konferansa Munşinê ya Ewlehiyê de ragehand, “Ev konferans derfetek e ku em ji nêz ve danûstandinan li ser dawî pêşhatên ewlehiyê yên cîhanê û deverê bi serkirde û berpirsên welatan re bikin.”
Nêçîrvan Barzanî eşkere jî kir, “Bi dilxweşî ve me di du rojên borî de gelek hevdîtinên giring û biberhem bi serkirde û berpirsên bilind ên welatan re hebûn. Me helwest û nerînên Herêma Kurdistanê li ser pêşhatên ewlehiyê berçav kirin û me helwest û nerînên welatan jî di vî warî de wergirtin.”
Pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî ku herwesa Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye jî amaje da, “Şandên PDK û YNKê ji bo Pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ‘danûstandinên cidî’ de ne û heta niha gelek hevdîtin di navbera her du aliyan da hatine kirin.”
Cîgirê Serokê PDKê herwesa ragehand, “Hevdîtinên berê yên her du şandên PDK û YNKê li ser wê yekê bûn ka em çawa pêkve kar bikin. Eger em her du di hikûmetekê de hevpar in, manaya wê hevpariyê çi ye? Ev ew mijar bûn ên ku ji bo me her duyan giring bûn û pêşveçûnên baş bi xwe ve dîtine.”
Nêçîrvan Barzanî amaje jî da, “Em hêvîdar in em di demeke nêzîk de wan danûstandinan temam bikin, ji bo ku di qonaxa bê de behsa çawaniya parvekirina postên hikûmî di navbera PDK û YNK û pêkhate û aliyên din de bê kirin.”
Serdana Şanda Îmraliyê ji bo Herêma Kurdistanê
Şandeke Dem Partiyê ji bo Îmraliyê sibeha îro (Yekşem, 16.02.2025) bi serokatiya Perwîn Buldan û Sirî Sureya Onder gehişt Baregayê Barzanî û li ser piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi Serok Barzanî re civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê ragehand ku, ew sibe (Duşûem, 17.02.2025) bi wê şanda Dem Partiyê re dicive û pê re danûstandinan li ser hevdîtinên wan ên bi Ocalan re û piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dike.
Nêçîrvan Barzanî di derheqa gaziya çaverêkirî ya Ocalan de got, “Em hêvîdar in em guhdariya gaziyeke aştiyê ji aliyê rêzdar Ebdila Ocalan ve bikin. Em hêvîdar in PKKê jî helwest hebe û pêşwaziya peyama rêzdar Ocalan bike.”
Civîna wî ya bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê re
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvroya duhî (Şemî, 15.02.2025) di berdewamiya bernameya xwe de di çarçoveya Konferansa Munşinê ya Ewlehiyê de bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marko Robio re re civiya.
Nêçîrvan Barzanî di derheqa dîdara xwe ya li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê de got, “Gelek ji mêj ve nîne ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marko Robio dest bi karê xwe kiriye. Me di civîna xwe de behsa pirsên hevpar ên di navbera Îraq û Amerîkayê de kir, herwesa me tekez li ser wê yekê jî kir ku, Îraq û Herêma Kurdistanê dixwazin li deverê bibin fakterên seqamgiriyê û rolê xwe bigêrin, ji bo ku girjî û alozî berdewam nebin.”
Serokê Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Min Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo merasîmên vekirina avahiyê nû yê Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê vexwand, wî jî dilxweşiya xwe ji bo tevlîbûna di wan merasîman de diyar kir.” (K24)