Nêçîrvan Barzanî: Em bîranîna şehîdên 1ê Sibatê bikin havênê yekrêziya xwe

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di bîranîna salvegera şehîdên 1ê Sibata 2004an de got, “Werin em ji bo xizmetkirina baştir a ji bo gel û welatê xwe bîranîna şehîdan bikin havênê yekîtî û yekrêziya xwe.”

Di 1ê Sibata 2004an de ku îro 20 sal di ser re derbas dibin, du kesên xwekuj merasimên cejnê li Liqa 2 ya PDKyê û Melbenda 3yê ya YNKyê li bajarê Hewlêrê kirin armanc û xwe di nava xelkê de teqandin.

Di herdu teqînan de 103 kes şehîd bûn û 246 kes jî birîndar bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di salvegera teqînên 1ê Sibatê de peyameke bibîranîna şehîdan belav kir û ragihand:

“Em îro bi serbilindî ve heval û hevkarên xwe, şehîdên 1ê Sibatê, bi bîr tînin û em serê rêzê ji bo wan diçemînin.

Werin em bîranîna serkirdeyên payebilind ên PDK, YNK û partiyên din û gelê Kurdistanê ku di êrişên terorîstî yên tarî de şehîd bûne, ji bo xizmetkirina baştir a ji bo gel û welatê xwe bikin havênê yekîtî û yekrêziya xwe.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha got:

“Silav li bîranîn û ruhê şehîdên 1ê Sibatê û hemû şehîdên Kurdistanê. Bila ruhê wan şad be û bîranînên wan her tim sax be. Ez silav û rêzên xwe pêşkêşî malbatên wan dikim.”

Komkujiya 1ê Sibatê

Roja 1ê Sibata 2004an, di yekem roja Cejna Qurbanê de, li liqa 2 ya PDKê û melbenda 3yê ya YNKyê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, du teqînên xwekujî çê bûn.

Di encama wan êrişan de li herdu baregehan, 103 kes şehîd bûn û 246 kes jî birîndar bûn.

Endamên polîtburoyên PDKyê Samî Abdurrahman û Seîd Abdullah, Endamê Komîteya Navendî yê PDKyê Şevket Şêx Yezdîn, Parêzerê Hewlêrê Ekrem Mantiq û alîkarî wî û di heman demê de Yekitiye Nivîskarên Kurdistan yê Serokê Şaxa Hewlêrê Mehdî Xoşnaw, Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Ehmed Rojbeyan, Gerînendeyê Polîsên Hewlêrê Emîd Nerîman û Berpirsê YNKyê yê Hewlêrê Şaxwan Abbad û gelek berpirsên YNKyê jiyana xwe ji dest dabûn.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *