Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi Wezîrê Dewletê yê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Dr. Mihemed El-Xilêfî re civiya.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îro dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê jî yek ji beşdaran e.
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya konferansê de bi Wezîrê Dewletê yê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Dr. Mihemed El-Xilêfî re rûnişt.
Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku di civînê de behsa bipêşxistina pêwendiyên Qeterê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatiye kirin.
Serokatiya da zanîn ku “rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û herêmê û bi taybetî jî rûdanên li Sûriyeyê” hatine guftûgokirin.
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan piştgiriya xwe ji bo aramî û seqamgîriya li Sûriyeyê ducare kiriye û mafên Kurdan û pêkhateyên li Sûriyeya anîne rojeva xwe.
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kiriye ku divê li Sûriyeyê mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan bên parastin û ew beşdarî avakirina paşeroja Sûriyeyê bibin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyand ku “pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi welatên cîran û herêmê re” û “çend mijarên din ên girêdayî berjewendiyên hevbeş” jî xalên din ên civînê bûn.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îsal cara 61ê di navbera 14-16ê Sibatê de tê lidarxistin.
Di rojeva konferansê de “plana aştiyê ya Donald Trump a ji bo Ukraynayê” û “rewşa Rojhilata Navîn” dê cih bigirin.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) dê di warê ewlehî û siyaseta derve de bibe mezûvana nîqaşên girîng ên cîhanî.
MSC yek ji konferansên herî girîng ên ewlehiyê yên cîhanê ye û cara ewil sala 1963yan hatibû lidarxistin.
Her sal bi sedan rêberên girîng ên cîhanê beşdarî vê konferansê dibin û pirsgirêk û gef û metirsiyên ewlehiyê yên cîhanî dinirxînin.
Konferans di nêzîkirina perspektîvên cuda û zêdekirina baweriya di navbera welatan de roleke girîng dilîze. (Rûdaw)