Nêçîrvan Barzanî: Civaka Kurdistanê hewcedarê pênûsa nivîskaran e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku civaka Kurdistanê niha ji her demê zêdetir hewceyî pênûsa nivîskaran e.

Nêçîrvan Barzanî ji bo 55emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got:

“Ez bi germî salvegera 55emîn a damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd, li tevahiya nivîskarên Kurd pîroz dikim û hêviya berdewamiya pêşketin û serkeftinê ji wan re dixwazim.

Em amadehî, rol û xizmeta pîroz a wan di pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî de bilind dinirxînin.”

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a pîrozbahiyê de tekez kir ku “nivîskarên Kurd her tim bi dilsozî di avakirina civakeke hişyar û pêşketî de û di parastina nasnameya neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistanê de xebat û xizmet kirine û gelekî westiyane.”

“Nivîskarên Kurd rolên erenî lîstine”

Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser wê yekê ku nivîskarên Kurd “roleke berbiçav di kûrkirina çand û nirxên pêkvejiyan, hevqebûlkirin û bexşînê di nava civaka Kurdistanê de lîstine.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ew dê her tim piştgiriyê bide nivîskarên Kurd.

Serokê Herlêma Kurdistanê ragihand ku pêwîstiya civaka Kurd bi nivîskarên Kurd heye û wiha got:

“Di qonaxên borî de nivîskarên Kurd rolên erênî lîstine.

Niha jî di rewşa îro de, Herêma Kurdistanê û civaka Kurdistanê ji her demê zêdetir hewceyî pênûsa nivîskaran e ku bi berpirsyarî û bi hizr û prensîbên ciwan, rola xwe di warê û pêkvejiyan û parastina maf û destkeftiyên Kurdistanê de bilîzin.

Em di vê salvegerê de silavam ji bo giyan û bîranîna wan nivîskaran dişînin bi rêzdarî wan bi bîr tînin ku bi hemû hêz û şiyana xwe ji bo peyv û ziman û çanda Kurdî xizmet kirine.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *