Naveroka civîna Encûmena Wezîran

Encûmena Wezîran îro 05.06.2024an bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di destpêka hevdîtinê de Serokwezîr amaje bi Roja Cîhanî ya Jîngehê kir û got ku pêwîst e her roj bibe roja parastina jîngehê û divê hemû hewl ji bo pêşxistina çanda parastina jîngehê bên dayîn..

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi babeta parastina jîngehê kir û got ku divê parastina jîngehê erk û xema me hemûyan be û divê jîngeh û sirûşta ciwan a Kurdistanê paqij bihêlin û nifşên paşerojê jê sûdmend bin. Ji ber ku ev sirûşt ne tenê milkê me ye û milkê nifşên pêşerojê ye, parastina wê û pêşxistina wê erka me hemûyan e.

K24

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *