Polîsê Awistralyayê nasnameya du gumanbarên êrişa bi çekan a li peravên Bondi Beachê ya Sydneyê eşkere kir.
Hat ragihandin ku êrişkar bav û kur in û polîs li gumanbarên din nagerin.
Komîserê Polîsan ê New South Walesê Mal Lanyon ji rojnamegeran re diyar kir ku êrişkar zilamekî 50 salî û kurê wî yê 24 salî ne.
Bav li cihê bûyerê hatiye kuştin û rewşa kurê wî yê ku li nexweşxaneyê ye giran e.
Lanyon got, “Em li êriÅŸkarekî din nagerin. Em piÅŸtrast in ku di bûyera doh de du êriÅŸkar hebûne.”
Di êrişa roja yekşemê de herî kêm 16 kesan canê xwe ji dest da (15 kes û êrişkarek) û nêzîkî 40 kesî jî birîndar bûn.
Êriş di roja yekem a Cejna Hanukkahê de (Cejna Cihûyan) pêk hatibû.
6 çek û teqemenî hatin dîtin
Lanyon da zanîn ku destûra (ruxset) hilgirtina çekan a gumanbarê mezin hebûye û 6 çekên wî yên qeydkirî hebûne.
Polîsan li cihê bûyerê û di lêgerînên li malên li taxên Bonnyrigg û Campsieyê de bi giştî 6 çek dîtin.
Her wiha di wesayîta êrişkaran de teqemenî hatin dîtin û bêbandorkirin.
“ÊriÅŸeke terorîstî ye”
Serokwezîr Anthony Albanese êriÅŸ ÅŸermezar kir û bûyer wekî “teror” bi nav kir.
Albanese got, “Ev êriÅŸeke armanckirî ye ku di roja yekem a Hanukkahê de li dijî Cihûyên Awistralyayê pêk hatiye.
Divibû ev roj roja ÅŸahiyê be. Cihê vêrik, tundî û terorê di neteweya me de nîne.”
Lehengê bûyerê: Ehmed Ehmed
Rayedaran pesnê welatiyekî da ku di dema êrişê de midaxele kiriye.
Di dîmenan de xuya dibe ku Ehmed Ehmedê 43 salî, ber bi yekî ji êrişkaran ve baz dide, bi wî re dikeve nava pevçûnê, çeka wî jê distîne û wî neçar dihêle ku bi paş ve vekişe.
Malbata Ehmed ji medyaya herêmî re got ku ew xwediyê dikaneke fêkî ye û bavê du zarokan e.
Ew ji dest û milê xwe bi guleyan birîndar bûye û emeliyat bûye.
Serokwezîrê Eyaleta New South Walesê Chris Minns tevgera Ehmed wekî “lehengî”yê bi nav kir û got:
“Zilamek ber bi çekdarekî ve dimeÅŸe ku gule li xelkê dibarandin, bi tena serê xwe çekê jê distîne û ji bo rizgarkirina jiyana gelek kesan jiyana xwe dixe metirsiyê. Ew mirov lehengekî rast e.” (Rûdaw)


