Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:
Em piştgirîya nameya ku hiqûqnasên Amedê ji Balyozê Emerîkayê yê Tirkîyeyê re şandine dikin
Endamê Baroya Amedê parêzer Sedat Çinar, ji ber helwesta wî ya li dijî daxwazên gele Rojavayê Kurdistanê, nameyek ji Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Karûbarên Sûriyeyê Thomas Barrack re şand.Paşê Komeke hiqûqnasên ku endamê Baroya Amedê ne jî piştgirî danvê nameya parêzer Sedat Çinar.
Thomas Barrack demeke berê gotibû:
“Pêwîst e Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bêyî otonomî yan federalîzmê tevlî rêveberiya nû ya Şamê bibe yan Amerîka dê xwe ji navbeynkariyê vekişîne û HSD dê bi Tirkiye û Şamê re rûbirûyî pirsgirêkan bibe.”
Van hiqûqnasên endamên Baroya Amedê jî li himberî van gotinên Thomas Barrack nameyek ji wî re şandin:
Fethî GUMUŞ – Serokê Baroya Amedê yê Berê, Huseyîn TAYFÛN – Serokê Baroya Amedê yê Berê, Mustafa OZER – Serokê Baroya Amedê yê Berê, M.Emîn AKTAR – Serokê Baroya Amedê yê Berê, Ahmet OZMEN – Serokê Baroya Amedê yê Berê, Cîhan AYDIN – Serokê Baroya Amedê yê Berê, Av. Abdulkadîr GULEÇ – Serokê Baroya Amedê yê Nuha, Sedat ÇINAR – Rêvebirê Baroya Amedê yê Berê, Cemşîd BÎLEK – Rêvebirê Baroya Amedê yê Berê, Muslum DALAR – Rêvebirê Baroya Amedê yê Berê, Fahrî KARAKOYUNLU – Rêvebirê Baroya Amedê yê Berê, Cabbar LEYGARA – Endamê Baroya Amedê Sitki ZÎLAN – Endamê Baroya Amedê, Mehdî OZDEMÎR – Rêvebirê Baroya Amedê yê Berê, Bariş YAVÛZ – Rêvebirê Baroya Amedê yê Berê, Sabahattîn KORKMAZ – Rêvebirê Baroya Amedê yê Berê, Sabahattîn ACAR – Rêvebirê Baroya Amedê yê Berê, Sertaç BÛLÛTTEKÎN – Rêvebirê Baroya Amedê yê Berê, Cemîle TÛRHALLI BALSAK- Rêvebira Baroya Amedê yê Berê, Mûrat SARI – Endamê Baroya Amedê, Hasan DAGTEKÎN – Endamê Baroya Amedê, Erdem GENCAN – Endamê Baroya Amedê, HalÎs AYÇÎÇEK – Endamê Baroya Amedê, Semîr GUZEL- Rêvebirê Baroya Amedê yê Berê, Zîlan VÛRAL- Endamê Baroya Amedê, Soran Haldî MIZRAK- Endamê Baroya Amedê, Vedat ERTEN – Endamê Baroya Amedê, YAKÛP KATAR – Endamê Baroya Amedê, Mahsûm BALÛR – Endamê Baroya Amedê, Îdrîs ATÛG – Endamê Baroya Amedê, Şîyar KIZIL- Endamê Baroya Amedê, Yahya EKMEN – Endamê Baroya Amedê, Cafer KOLÛMAN – Endamê Baroya Amedê, Îsmaîl Hakki IŞIK – Endamê Baroya Amedê, Mehmet YILDIRIM – Endamê Baroya Amedê, Ridvan DALMIŞ – Endamê Baroya Amedê.
Em piştgirîyê didin vê nameya van hiqûqnasên ku navên wan li jorê hatine nivîsandin û em îmze dikin, em helwesta Balyozê Dewleta Emerîkayê yê Tirkîyeyê û Nûnerê Taybet yê Emerîkayê yê Sûrîyeyê Thomas Barrack ya li dijî daxwaz û mafên xuşk û birayên me yên Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û em jî bangî wî dikin ku mafên meşru yên neteweyî yên miletê Kurd qebûl bikin, nas bikin.
Nameya ku Birêvebiriya Baroya Amedê jî îmze kiriye wiha ye:
“Wekî ku hûn jî dizanin, di çarçoveya polîtîkayên navendîkirina dewletê yên Împaratoriya Osmanî de, mîrektî û mîrnişînên Kurdan ji holê hatin rakirin û bi zorê bi navendê ve hatin girêdan.
Bi vê pêvajoyê re bingeha dîroka bipevçûn û biêş a du sedsalên dawî Kurdan hat danî.
Her çend ev têkoşîn tijî têkçûn, xwîn û hêsir be jî gelê Kurd înkar û koletî qebûl nekir û 200 sal in têkoşîna xwe ya ji bo hebûn, azadî û wekheviyê didomîne.
50 salên dawî li Îran, Îraq, Tirkiye û Sûriyeyê zêdetirî 500 hezar Kurdan di vê oxirê de jiyana xwe ji dest daye yan jî hatine kuştin.
Dema ku Kurdan wekî beşek ji koalîsyona navneteweyî li dijî dijminê hevpar ê mirovahiyê DAIŞê li Îraq û Sûriyeyê şer dikir, bi xwîn û canê xwe bedeleke nayê înkarkirin da.
Lêbelê, gotinên we ya ‘yek milet, yek dewlet, yek artêş, yek Sûriye’ ku daxwazên Kurdên Sûriye û Îraqê paşguh dike, ne tenê sîberê dixe ser vê têkoşîna birûmet, di heman demê de zererê dide prensîbên azadî û mafê çarenivîsa gelan ku felsefeya damezirandina Dewletên Yekbûyî ne.
Yek ji damezrînerên Amerîkayê Thomas Jefferson dibêje, ‘Hikûmet meşrûiyeta xwe ji razîbûna gel werdigirin.’
Lê dema tu ‘yekparêzî’ û ‘sîstema milet a Osmanî’ diparêzî, armanc ne daxwazên wekheviyê yên nasnameyên cuda, lê armanca wê demê dibe xurtkirina amûra dewleta navendîparêz a tund.
Dema ku Kurdan li dijî dijminê hevpar ê mirovahiyê DAIŞê şer dikir, ne tenê ji bo azadiya xwe, lê li ser navê mirovahiyê jî bedel dan.
Paşguhkirina vê fedakariya Kurdên hevpeymanên we, bi gotina ‘deynê me li hemberî wan nîne’ ne tenê nankorî ye, di heman demê de korbûneke exlaqî ye.
Ya hê girantir, axaftina te ya navendîparêz cesatetê dide komên terorîst ên radîkal ên wekî HTŞyê.
Ev kom, nûnerên zîhniyetekê ne ku koletiya zayendî li ser jinên Êzidî û Xiristiyan ferz kir, Kurd, Erebên Elewî, Durzî û pêkhateyên din kirin hedef û kesên ku wekî wan nafikirin bi awayekî hovane tune kirin.
Gotinên we, dikarin êrişên nû yên van barbarên ku unîformaya DAIŞê ji xwe kirine û kravat girêdane, li dijî Kurd û civakên din ên cuda yên li Sûriyeyê rewa bikin, wan teşwîq bikin û zemînê ji pevçûnên nû re xweş bikin.
Ev helwest dê herêmê ber bi kaoseke kûrtir ve bibe.
Daxwazên statuya ‘nenavendî’ yên Kurdan ên wekî federalîzm û otonomiyê, ne îmtiyaz û cihêkarî ye, berevajî vê, ew daxwazên herî kêm in ku ji bo avakirina sîstemeke demokratîk li Sûriyeyê pêwîst in.
Guhnedana van daxwazan, ne aştiyê lê pevçûnê geş dike. Em bi pênûsa hevnavê we Thomas Jefferson dipirsin:
‘Hûn çawa hêvî dikin ku di dewleteke ku dê ji aliyê terorîstên barbar ên duh ve bê birêvebirin de, bi paşguhkirina îrade û daxwazên gelekî, sîstemeke adil ava bikin?’
Em bi hêrsa xwe ya li hemberî daxuyaniyên we yên dawî bangî we dikin: Rêzê li daxwazên rewa û heq ên gelê Kurd bigirin!
Ji ber ku senaryoya ku hûn hewl didin bêyî têgihiştina dîroka van xakan binivîsin, ne bi rastiya Kurdan û ne jî bi ya gelên din ên bindest re li hev nake. Edalet, bi guhdarîkirina dengê gelan pêkan e.
Hêviya me ji we ew e, bi pabendbûna bi ruhê hevpeymaniyê, bêyî jibîrkirina bedela giran a ku gelê Kurd daye, helwestekê nîşan bidin ku rêzê li daxwazên rewa yên gelê Kurd û civakên din ên li Sûriyeyê digire.
Em hêvî dikin ku hûn li şûna gotinên ku destê komên wekî HTŞyê xurt dikin û cesaretê didin zîhniyetên barbar, vîzyoneke ku cudahiyan hembêz dike, ewlehiyê komên dezavantaj diparêze û aştiyê dixe pêş derxînin holê.
Ev name, dengê hêrs û hêviya gelekî ye. Bi bibîrxistina ku di têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê Kurd de, para mîrasa azadiyê ya Jefferson jî heye û em hêvî dikin ku hûn di axaftinên xwe yên ji niha û pê de guh bidin vî dengî.
Li gel rêzên me”.
__________________________________________
Kürdistan Yurtseverler Partisi (PWK) Genel Başkanı Mustafa Özçelik:
Diyarbakır Barosu’na üye bir grup hukukçunun, ABD’nin Ankara Büyükelçisi’ne göndermiş oldukları mektubu destekliyoruz
Diyarbakır Barosu’na üye Av. Sedat Çınar, hukukçu, ABD’nin Ankara Büyükelçisi ve Suriye Özel Temsilcisi Thomas Barrack’ı, Rojava Kürdistanı halkının taleplerine karşı takındığı tutum nedeniyle kınayan ve Kürtlerin meşru taleplerini tanımaya çağıran bir mektup gönderdi. Daha sonra iismleri aşağıda sunulan Diyarbakır Barosu’na üye bir grup hukukçu da bu mektubu imzaladılar.
Av. Fethi GÜMÜŞ – Diyarbakır Barosu Eski Başkanı,Av. Hüseyin TAYFUN – Diyarbakır Barosu Eski Başkanı, Av. Mustafa ÖZER – Diyarbakır Barosu Eski Başkanı, Av. M.Emin AKTAR – Diyarbakır Barosu Eski Başkanı, Av. Ahmet ÖZMEN – Diyarbakır Barosu Eski Başkanı, Av. Cihan AYDIN – Diyarbakır Barosu Eski Başkanı, Av. Abdulkadir GÜLEÇ – Diyarbakır Barosu Başkanı, Av. Sedat ÇINAR – Diyarbakır Barosu Eski Yönetim Kurulu Üyesi, Av. Cemşid BİLEK – Diyarbakır Barosu Eski Yönetim Kurulu Üyesi, Av. Müslüm DALAR – Diyarbakır Barosu Yönetim Kurulu Üyesi, Av. Fahri KARAKOYUNLU – Diyarbakır Barosu Eski Yönetim Kurulu Üyesi, Av. Cabbar LEYGARA – Diyarbakır Barosu Üyesi, Av. Sıtkı ZİLAN – Diyarbakır Barosu Üyesi, Av. Mehdi ÖZDEMİR – Diyarbakır Barosu Eski Yönetim Kurulu Üyesi, Av. Barış YAVUZ – Diyarbakır Barosu Eski Yönetim Kurulu Üyesi, Av. Sabahattin KORKMAZ – Diyarbakır Barosu Eski Yönetim Kurulu Üyesi, Av. Sabahattin ACAR – Diyarbakır Barosu Eski Yönetim Kurulu Üyesi, Av. Sertaç BULUTTEKİN – Diyarbakır Barosu Eski Yönetim Kurulu Üyesi, Av. Cemile TURHALLI BALSAK-Diyarbakır Barosu Eski Yönetim Kurulu Üyesi, Av. Murat SARI – Diyarbakır Barosu Üyesi, Av. Hasan DAĞTEKİN – Diyarbakır Barosu Üyesi, Av. Erdem GENCAN – Diyarbakır Barosu Üyesi, Av. Halis AYÇİÇEK – Diyarbakır Barosu Üyesi, Av. Semir GÜZEL- Diyarbakır Barosu Eski Yönetim Kurulu Üyesi, Av. Zilan VURAL- Diyarbakır Barosu Üyesi, Av. Soran Haldi MIZRAK- Diyarbakır Barosu Üyesi, Av. Vedat ERTEN – Diyarbakır Barosu Üyesi, Av. YAKUP KATAR – Diyarbakır Barosu Üyesi, Av. Mahsum BALUR – Diyarbakır Barosu Üyesi, Av. İdris ATUĞ – Diyarbakır Barosu Üyesi, Av. Şiyar KIZIL- Diyarbakır Barosu Üyesi, Av. Yahya EKMEN – Diyarbakır Barosu Üyesi, Av. Cafer KOLUMAN – Diyarbakır Barosu Üyesi / Alevi Bektaşi Federasyonu Hukuk Sekreteri, Av. İsmail Hakkı IŞIK – Diyarbakır Barosu Üyesi, Av. Mehmet YILDIRIM – Diyarbakır Barosu Üyesi, Av. Rıdvan DALMIŞ – Diyarbakır Barosu Üyesi.
Yukarıda isimleri yazılan saygıdeğer hukukçularımızın bu mektubunu destekliyor, imzamızı koyuyoruz ve ABD’nin Ankara Büyükelçisi ve Suriye Özel Temsilcisi Thomas Barrack’ı, Rojava Özerk Yönetimi’nin taleplerine karşı takındığı tutum nedeniyle kınıyor ve Kürtlerin meşru taleplerini tanımaya çağırıyoruz.
Diyarbakır Barosu Yönetimi’nin de imzaladığı mektup şöyle:
“Bilginiz dahilindedir ki, Osmanlı İmparatorluğu’nun devletin merkezileştirilmesi politikaları kapsamında, Kürt Beylikleri ve Emirliklerinin özerk yapıları ortadan kaldırılmış, zorla merkeze bağlanmaları sağlanmıştır. Bu süreç, Kürt halkının son iki asırdır devam eden çatışmalı ve sancılı tarihinin temelini oluşturmuştur. Her ne kadar bu mücadele yenilgiler, kan ve gözyaşıyla dolu olsa da, Kürt halkı inkarı ve esareti kabul etmeyerek, varlık, özgürlük ve eşitlik mücadelesini 200 yıldır sürdürmektedir. Son 50 yılda İran, Irak, Türkiye ve Suriye’de 500 binden fazla Kürt bu uğurda hayatını kaybetmiş ya da öldürülmüştür. Kürtler, insanlığın ortak düşmanı IŞİD’e karşı Irak ve Suriye’de uluslararası koalisyonun bir parçası olarak savaşırken, kanlarıyla ve canlarıyla inkâr edilemez bir bedel ödemiştir.
Ancak sizin, Suriye ve Irak Kürtlerinin taleplerini yok sayan ’tek millet, tek devlet, tek ordu, tek Suriye’ söyleminiz, bu onurlu mücadeleye gölge düşürmekle kalmamakta, aynı zamanda Birleşik Devletler’in kuruluş felsefesi olan özgürlük ve halkların kendi kaderini tayin hakkı ilkelerini de zedelemektedir. Amerikan kurucu babalarından Thomas Jefferson, ‘Hükümetler meşruiyetini halkın rızasından alır.’ derken, sizin savunduğunuz ’tekçilik’ ve ‘Osmanlı millet sistemi’, farklı kimliklerin eşitlik taleplerini değil, aşırı merkezci devlet aygıtının tahkimini hedeflemektedir.
Kürtler, insanlığın ortak düşmanı IŞİD’e karşı savaşırken yalnızca kendi özgürlükleri için değil, insanlık adına da bedel ödemiştir. Müttefikiniz olan Kürtlerin bu fedakarlığını ‘onlara borcumuz yok’ diyerek yok saymak yalnızca nankörlük değil, aynı zamanda ahlaki bir körlüktür. Daha da vahimi, üniter ve merkeziyetçi söyleminiz, HTŞ gibi radikal terör gruplarını cesaretlendirme tehlikesi taşımaktadır. Bu gruplar, Ezîdî ve Hristiyan kadınlara cinsel kölelik dayatan, Kürtleri, Arap Alevilerini, Dürzileri ve diğer azınlıkları hedef alan, kendileri gibi düşünmeyenleri vahşice yok eden bir zihniyetin temsilcileridir. Sizin söylemleriniz, IŞİD üniformasını çıkarıp kravat takan bu barbarların, Suriye’de Kürtler ve diğer farklı topluluklara yönelik yeni saldırılarını meşrulaştırabilir, teşvik edebilir ve yeni çatışmalara zemin hazırlayabilir. Bu yaklaşım, bölgeyi daha derin bir kaosa sürükleme riski taşımaktadır.
Kürtlerin federasyon, özerklik gibi ‘ademi merkeziyetçi’ statü talepleri, bir ayrıcalık ve ayrımcılık değil aksine Suriye’de demokratik bir düzenin tesisi için gerekli asgari taleplerdir. Bu talepleri yok saymak, barışı değil, çatışmayı besler. Adaşınız Thomas Jefferson’ın kalemiyle soruyoruz: ‘Bir halkın iradesini ve taleplerini yok sayarak, dünün barbar teröristlerinin yöneteceği bir devlette nasıl adil bir düzen kurmayı umuyorsunuz?’
Son açıklamalarınıza duyduğumuz öfke ile size sesleniyoruz: Kürt halkının haklı ve meşru taleplerine saygı gösterin! Çünkü bu toprakların tarihini anlamadan yazmaya kalktığınız senaryo, ne Kürtlerin ne de diğer mazlum halkların hakikatine tekabül etmiyor. Adalet, halkların sesine kulak vermekle mümkündür.
Sizden beklentimiz; müttefiklik ruhuna sadık kalarak, Kürt halkının ödediği ağır bedeli unutmadan, Kürt halkının ve Suriye’deki diğer toplulukların meşru taleplerine saygı duyan bir tutum sergilemenizdir. HTŞ ve benzeri yapıların elini güçlendiren, barbar zihniyetlere cesaret veren söylemler yerine; farklılıkları kucaklayan, dezavantajlı grupları güvende tutan ve barışı önceleyen bir vizyon ortaya koymanızı umuyoruz. Bu mektup, bir halkın öfkesinin ve umudunun sesidir. Kürt halkının özgürlük ve eşitlik mücadelesinde, Jefferson’ın özgürlük mirasının payının da olduğunu hatırlatarak; bundan sonraki konuşmalarınızda bu sese kulak vermenizi umuyoruz.
Saygılarımızla.”


