Hate ragihandin ku li paytexat Rûsya Moskowê, bi beşdariya nêzîkî 40 Kurdnas, Rojhilatnas, Sosyolog û Siyasetnasên ji nifşa ciwan, Yekîtiya Kurdologan hate damezrandin.
Beşdarên konferansê di axaftinên xwe de rola dîrokî ya Rûsyayê ya di zanista Kurdolojiyê de bi bîr anîn û destnîşan kirin ku Rûsya yek ji damezrînerên vê zanistê ye.
Hate diyarkirin ku navendên Kurdnasiyê yên li Moskow û St. Petersburgê hê jî çalak in.
Serokê Yekîtiya Kurdologan û rêkxerê Konferansê Swara Şakelî li ser armanca konferansê ji Rûdawê re gotiye: “Di van salên dawî de hin lewazî bi rêrewa Kurdnasî ve heye. Armanca me ew e ku ji nû ve ew lewazî çalak bikin. Hewil bidin, bibin pirek di nava Kurdistan û Rûsya de, di warê kulturî, ferhengî û zimanî de. Û sûd ji wan çavkanî û zanînên mezin ên li Rûsyayê werbigrin û bikar bînin û di warê zanistiyê de têxin pratîkê. Armanca me ew e ku bikaribin kar bikin li ser Kurdnasên genc ku wan kom bikin û bikaribin hemû deng û reng û ciyawaziyan li ser mêzekî kom bikin.” (PK)


