Modela İraq, Kurd û hilbijartin!

Şeyhmus Ozzengin

İraq, bi sînorên xwe di navbera du miletan de hatîye parvekirin. Bi desthilatdarîya du cîhan ve birê ve diçe. Yek Bexda ye, ya din jî Hewlêr e. Yanî bi destê İraq a federal û Kurdistan a federe, bi rêve diçe. Di destûra İraq de, mafên herêma Kurdistanê bi şêweyekî berfireh hatîye şîrove kirin. Her çiqa hinek hêlên destûrê ne zelal bin jî, Kurd di destûra İraqê de xwedî taybetîyên girîng in.

Di destûra İraqê de du sazîyên girîng cîh digirin.

1-Parlemento; ev her bi bandora nîjadperestên şîe yên bi ser Îran ve meşîya û li dij rûhê destûrê bûn xwedî helwest. Vê jî her nakokîyên di navbera Bexda û Hevlêr de kûr kir. Li hember vê helwesta nîjadperestî jî nûnerên Kurd li Parlemento ya Federal helwestek hevgirtî û niştimanî dananîn. Ev jî bû sebebê destdirêjîya Bexda li ser mafê Kurd û kurdistanîyan.

2- Meclîs a Federalî: Ji 2005an û heta niha ev Meclîsa Federalî ava nebûye. Ji ber wê jî pir madeyên destûrê ku bi Meclîsa Federalî ve girêdayîne, derbasî jîyanê nebûne. Hêza şopandina destûrê nehatîye honandin, ku li ser pratîka destûrê kontrolek sereta ava bibe. De vî warî de Serokkomar jî erkê xwe bicîh neanîye.

Yek ji vê firqeya 2.emîn a madeya 140 ya destûra İraqê ye. Ev madde ji Şingal heta Kerkûk û Xaneqîn digire nav xwe, ku bi referandûmê bêt tayîn kirin.

Biryar ew bû ku ev herêmên li gor madeya 140 ku, heta 31.12.2007an bi referandûmê bên çareserkirin. Di normalê de divê heta vê rojê, serî li Îradeya niştîvanên van herêman bihata xistin û nakokî çareser bibûna. Lê him Îran û him jî Tirkîyê bandorek mezin li ser hikûmeta federal a İraq çêkirin û bi grûbek nijadperest ya şîeyên li Bexda re, her pêşî li vê madeyê girtin. Nehiştin ku Kerkûk jî di nav de, pirsgirêkên van deveran çareser bibe.

Dijminên Kurd û Kurdistanê, ji bona pêşîlêgirtina Kurdistanek xurt û bi bandor, beşek ji kurdan jî ji xwe re bikar anîne.

Ji roja ku destûra İraq a Federal bi referandûmê hatîye pejirandin û heta niha 16 sal di ser re derbas bûn. Di van herêmên ne bi ser herêma Kurdistanê (an jî Kurdistan a federe) ve negirêdayî de pir bûyer qewimîn. Yek ji van bûyeran êrîşên DAÎŞ yên ser van herêman bû, ku artêşa İraq ev herêm giştik, bê ku biparêze, bi çekên destên xwe re radestî DAÎŞ kir.

Pêşmergan, di mercên pir zahmet de li ber xwe da û ev herêm hemû, yek bi yek ji bin dagirkarîya DAÎŞ rizgar kir û hêza pêşmerge li van herêman bicîh bû. Şer, sê salan zêdetir li ser dirêjaya 1100 km. dom kir. Di vî şerê li hember DAÎŞ de; kurdan 2100 cangorî û nêzî 10 hezaran jî birîndar da.

Kurdan, ji bona ku xwe ji destdirêjîya hikûmeta federal a Bexda rizgar bikin, serî li îradeya miletê xwe dan. Parlemento ya federe a Kurdistanê, biryara referandûma serxwebûnê girt û di 25.09.2017an de çû referandûmê.

Di roja tesbîtkirî de, li herêma Kurdistanê referandûm bi hestek aşitîyane pêk hat. Her çiqa Tevgera Goran û YNK heta berî bi rojekê helwesta xwe a li hember referandûmê eşkere nekiribûn jî, PDK (Partî Demokratî Kurdistanê) bi tena serê xwe xebatên referandûmê meşand. Lê him  li dîyaspora û him li herçar perçên Kurdistanê, piştgirîyek mezin ji vê biryarê re hat tomarkirin. Bi sedhezaran Kurd û kurdistanîyan pêşewazî li vê biryarê kirin û pişgirî danê. Van pêşandanan bandorek mezin li ser Tevgera Goran û YNK çêkir. Berî bi rojekê YNK û Tevgera Goran jî daxuyanîyên piştgirîya referandûmê dan.

Cara yekem, Kurd û Kurdistanîyan di dîrokê de îradeya xwe bi pileyek 92.7 eşkere kirin ku dewletek serbixwe dixwazin. Ev îrade, ya miletekî bû û divê her kurd û her hêz hurmet ji îradeya miletê xwe re bigirta.

Lê piştî netîceya referandûmê, dijminên Kurd û Kurdistanê ketin tevgerê. Îran, Tirkîye û İraq, beşek ji tevgerên kurdan jî girtin cem xwe û dorpêçek mezin anîn ser herêma Kurdistanê. Kerkûk di nav de hemû deverên ku bi xwîna hezaran xwebexş û cangorîyan hatibû rizgar kirin, radestî Haşdî Şabî û artêşa İraq bû. PKK jî bi Haşdî Şabî re ket têkilîyê û bi milmilane Şingan jî carek din hat dagirkin. Ev heft sal in ku koçberên Şingal, ji ber milmilaneya Haşdî Şabî û PKK nikarin herin ser mal û milkên xwe. Di qampên koçberan de dijîn.

Di asta federalîzmê de, di navbera Bexda û Hevlêr de nerîn û helwestên cûda hene. Şîeyên nijadperest yên heta niha li Bexda bûne desthilatdar, her çiqas di destûrê de Herêma Kurdistanê wek herêmek federe û xwedî îrade pejirandibin jî, di pratîkê de ev rastî qebûl nekirine. Ji ber wê jî hin porjeyên destûrê, avakirina herêmên federe yên wek navend û başûrê İraqê (herêma federe a Basra) nehatin avakirin. Bexda wek dewletek federal û navendî, nehişt ku hêza desthilatê bi herêmên federe re parve bike. Dewleta federal a İraq wek dewletek ûniter (yekalî) tevdegerîya. Vê jî nakokîyên di navbera dewleta federal û herêma federe a kurdistanê de her ku çû kûr kir.  Helwesta ûnîterî ya Bexda, bû sebebê nakokîyan di navbera herêma Necef, Besra û Bexda de jî..

Di 10.10.2021 an de li seranserê İraq hilbijartinên Meclîsa Federal a İraqê heye. Kurd jî beşdarî van hilbijartinan dibin. Ji ber nakokîyên mafên destûrê ku derbasî jîyanê nebûne, di navbera hikûmeta Federal a İraq û herêma federe a Kurdistanê de pirsgirêkên mezin hene. Ev pirsgrêk jî destûra İraqê dixe bin metirsîyê.

Modela İraq, wek projeyek nû a Rojhilata Neverast hatîye amade kirin. Lê him dagirkerên Kurdistanê û him jî aktorên herêmê astengan ji vê projeyê re derdixin ku nekeve jîyanê. Dewletên yekalî (ûnîter) naxwazin ev proje serkevtî bibe. Di eslê xwe de Destûr û modela İraq a nû mînakek balkêş e. Ji bona avakirina dewletek hevpar, piralî û xwedî maf, herêmên otonom yên etnîkî, mezhebî û olî girîng in.

Ji ber wê hilbijartinên İraq, ji bona serkevtina vê modelê wek proje pir girînge. Partîyên Kurdistanê jî bi hemû hêza xwe beşdarî vê hilbijartinê dibin, ji bona ku li hikûmeta Federal bandora xwe zêde bikin û mafên xwe yên destûrê bicîh bikin.

Kurd mecbûrin li Bexda, sîyasetek hevpar, niştimanî û hevgirtî bimeşînin. Ne wek partî û grûban, wek nûnerên miletekî, hevgirtî mafê kurdistanîyan biparêzin.

10.07.2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *