Mistefa Hicrî: Em dikarin bihara kurdî li Îranê bibînin!

BasNews – Sekreterê giştî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê ragehand, kurd eger piştîwaniyê bikin wê bibin navendekî bihêz bo raperîna li dijî komara Îslamiya Îranê.

Sekreterê giştî yê HDKA Mistefa Hicrî di hevpeyvînekî li gel Jerusselam online de got: ‘’Sîstema komara Îslamî ya Îranê li dijî kurdan li Kurdistana rojhilat teşhîr bûye û ev yek jî buye sedem ku li dijî rejîmê şoreşekî azadîxwazî destpê bike û ew şoreş jî rêz li mafên hemû neteweyên Îranê digre.’’

Herwaha ji Jerusselam online re diyar kir: ‘’Di destpêka hatina ser kar a komara Îslamî ya Îranê de Kurdên wî welatî di wê baweriyê de bûn ku ew rejîm mafên siyasî yên xelkên Îranê wê bide. Ji ber wê jî referandoma diyar kirina rejîmê de beşdarî nekirin.’’

Mistefa Hicrî got, piştî komara Îslamî ya Îranê gotûbêjên li gel hêzên opozîsyon û bi taybet li gel kurdan red kir û opozîsyona kurd, bi taybet jî HDKA bo bidestxistina mafên netewî yên gelê kurd şoreş da destpê kirin.

Mistefa Hicrî got; Komara Îranê rêxistinên siyasî li hember xwe wek gef û metirsî dizane, bi taybet gelê kurd û azadîxwazên wî gelî wek dijminê serekî pênase dike û nahêle zarokên kurd xwendinê bi zimanê dayîka xwe jî bibînin.

Sekreterê HDKA komara Îslamî ya Îranê bi awayekî ne rewa çalakvanên siyasî yên kurd bi Îsraîl û Amerîkayê û vê dawiyê jî bi Siûdî erebistanê ve girêdide û zîndanî bûna hetahetayî li ser wan ferz dike û herwaha beşek ji wan jî darve dike.

Mistefa Hicrî dibêje: ‘’Em wê hêzê di gelê kurd û şoreşgerên wê de dibînin ku bahara kurd misoger bikin. Em di wê baweriyê de ne ku naha pirsa kurd bi giştî di herêmê de buye pirsekî giring a siyasî û em mafên xwe dinasin û ji bo vê jî xebatê dikin.’’

Sekreterê HDKA diyar kir, pêwîste hemu hemwelatiyên demokrat û azadîxwaz di xebata dijî komara Îslamiya Îranê de alîkariya kurdên Îranê bikin û ev xebate di rasta bihêzkirina eniya demokratiyê de ye li herêmê.

Mistefa Hicrî got: ‘’Em wek kurd bernameya me ya cudabûnê li Îranê tuneye. Ji ber xebata me bo damezrandina Îranekî demokratîk federale, ku tê de kurd û netewên din bi awayê otonom xwedî hikûmeta xwe bin û di rêvebirina Îranê de jî li gor yasayekî demokratîk beşdar bibin.’’

Dawiyê de jî Hicrî got; Eger kurd piştîwanî li wan bê kirin dikarin bibin navendekî bihêz ya raperînê yan jî baharê bo hemû Îranê.

Leyla Qadrî

http://www.basnews.com/index.php/kr/reports/294433

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *