”Mirov ji hespê xelkê zû peya dibe” 

Siddik BOZARSLAN

”Çawa ku li jor jî hat gotin, Komela Pêşketina Kurdistanê ji despêkê ve pişta xwe bi Prensipên  Wilson, dewletên Ewrupî û xasma Înglîstanê girêdaye û xwestîye ku li gora wan prensipan û bi alîkarîya wan dewletan, ji Stanbolê Kurdistanê rizgar bike. Divê ku em li ser vê yekê jî qasek bisekinin.

Berê em bêjin ku, divê ku mirov dîtin û bîr-bawerîyên tevgerên sîyasî û rizgarîxwaz li gora rewş û mercên wan bibîne û bihêjîne, ne ku li gora rewş û mercên xwe, ne jî li gora dîtinên xwe yên sîyasî. Li gora vê bingehokê, divê ku em sîyaseta Komela Pêşketina Kurdistanê û piştgirêdana wê bi dewletên Ewrupayê, li gora rewş û mercên wê demê bihêjînin.

”Wek ku her kes dizane, dewletên Ewrupî, xasma jî İnglistan û Fransa wê demê gelek xurt bûn û li dinyayê gelek xwedînufûz bûn. Wan her du dewletan di şerê Cîhanî yê Pêşîn da zora ”Zilamê Nexweş” dewleta Osmanî biribû û hemî welatên Rojhilata Navîn dagir kiribûn. Her du dewletan jî Prensipên Wilson qebûl kiribûn û soz dabûn ku li gora wan prensipan gelên bindest ên ne Tirk bigîhînin heqê kifşkirina pêşedema xwe bi xwe. Ji alîyekî dî ve jî welatên Ereban, jibo ku xwe ji binê nîrê Osmanîyan rizgar bikin, di şer da bi wan her du dewletan ra hevkarî kiribûn. Li serbajarê dewleta Osmanîyan jî piştê windakirina şer û ketina hukumeta Partiya Yekîtî û Pêşketinê (Îttihat ve Terakki Fırkası), Partîya Azadî û Hevgirtinê (Hürriyet ve İtilaf Fırkası) hatibû ser kar; wê partîyê jî, hukumeta Osmanî ya nû jî piştgirîya Înglistanê dikirin.

Kurta peyvê, wê demê ji Ereban heta Tirkan, her kes di piştgirî û hevkarî û hevalbendîya  Înglistanê û Fransayê da bi hev ra ketibû bezê.

Di rewşeka wisa da piştgirêdana pêşewayên Kurdan bi wan dewletan tiştekî ne xerîb bûye; dema ku her kesê ji wan dewletan hêvîya tiştekî kirîye, normal û adetî bûye ku Komela Pêşketina Kurdistanê jî ji wan hêvî û tewqeya rizgarîya Kurdistanê kirîye. Mirov nikare wê hêvîyê ji wan ra bike qusûr û ji ber wê yekê wan gunehkar bike, yan jî neheq bidêre. Em îro dibînin ku hemî dewletên cîhanê, jibo qazanckirina dostanî û hevalbendîya Ereban bi hev ra ketine bezê; kes nayne bîra xwe ku Ereb wê demê hevalbendê her du dewletên emperyalist Înglistan û Fransayê bûn, milên xwe dabûn ber milên wan û bi alîkarîya wan, welatên xwe ji Osmanîyan, bi peyva rasttir ji Tirkan rizgar kiribûn. Belê, Ereban wisa kir. Belam rojek hat ku ew li dijê Înglistanê û Fransayê jî rabûn, ew jî ji welatên xwe derxistin; wan her du dewletan jî ji neçarî çovên xwe dan ser milên xwe û çûn. Bi wî awayî, hevkarî û hevalbendîya Înglistanê û Fransayê jibo azadîya welatên Ereban bû gîhanekek û pêşgavek.

Eger pêşewayên Kurdan jî bikarîna bi alîkarîya wan her du dewletan, yan jî bi alîkarîya yekê ji wan welatê xwe ji lepê Osmanîyan, bi peyva rasttir ji lepê Tirkan rizgar bikirina, rojek dê bihata ku wek dewletên Ereban, Kurdistan jî dê ji wan bihata rizgarkirin, ew dê ji neçarî ji Kurdistanê jî derketina û biçûna. Belê, Înglistan û Fransa du dewletên emperyalist û kolonyalist bûn; ev rast e. Belam, çawa ku ji her derê cîhanê derketin û paşîya paşîn  mecbûr man vekişîyan nava qalikên xwe, rojek dê ji Kurdistanê jî vekişîyana. Ev dê bivê-nevê bûya. Ji ber ku welatên wan new ek Tirkîyê, Îranê, Îraqê û Surîyê hevsînorên Kurdistanê bûn, wan nedikarî wek Tirk û Ereb û Eceman Kurdistanê bidin ser welatên xwe û îlhaq jî bikin. Bi kurtî, hevkarî û tevkarîya wan, jibo rizgarîya Kurdistanê ya duwayîn dê bibûya gîhanek û pêşgavek; çawa ku jibo rizgarîya welatên Ereban a duwayîn bû gîhanekek û pêşgavek.

Li vir, bivê-nevê pirseka weha tê aqil:

Çima Ereban karî bi alîkarî û hevkarîya Înglistanê û Fransayê xwe rizgar bikin, çima Kurdan nekarî?

Cudayî di navbera tevgera pêşewayên Ereban û Kurdan da ev bû ku, pêşewayên Ereban tenê pişta xwe bi Prensîpên Wilson û Înglistanê û Fransayê girênedan û daneniştin; hêzên xwe yên çekdar saz kirin û milên xwe dan ber milên wan her du dewletan, bi wan ra li dijê Osmanîyan şer kirin, heta ku ew ji axa xwe avêtin der. Belam pêşewayên Kurdan  tenê pişta xwe bi Prensîpên Wilson û bi her du dewletên zorbir Înglistanê û Fransayê girêdan û li Stanbolê desgirêdayî daniştin; li ser axa Kurdistanê hêzeka çekdar saz nekirin; xîyala rizgarkirina Kurdistanê ´bi qelem û îlmê huqûqê´ di dilê xwe da danîn.

Peyveka pêşîyan a Kurdî heye, weha dibêje:

”Mirov ji hespê xelkê zû peya dibe”/Li hin deran jî:”Mirov ji hespê hevalan zû peya dibe” ye.

Ev peyv tam li halê pêşewayên Kurd tê. Lewra ew di meydana têkoşînê da li hespê xelkê, li hespê Înglistan û Fransayê siwar bûne û xwestine ku bi hespê wan bigîjin amancê. Lê belê, piştê demeka kurt, xwedîyên wî hespî ew ji hespê xwe daxistine û peya hîştine, îcar dijminê gelê Kurd Kemal Paşa li hespê xwe siwar kirine. Em vî babetî ji rêzên Zinnar Silopî bixwînin:

”Li hevberê belavbûna dewleta Osmanî, Îngliz dixwest ku li hêla Kurdistanê ku ew hêl wek movika pişta Rojhilata Navîn bû û xasma jî xwedîyê serçavîyên petrolê yên dewlemend bû, Îngliz dixwest ku li wir di binê nufûza xwe da hukumeta Kurdistanê saz bike. Ji ber vî semedî jî, li Kurdistana Jêrîn a ku di binê dagirkirina wî da bû, sazkirina hukumeta  Kurd di binê qiralîya Şêx Mahmûd da qebûl kiribû. Di Peymana Sevrê da biryar hatibû dayîn ku li Kurdistana Jorîn jî heta cîyekî nêzîkê merkeza wîlayeta Sêwasê, hukumeteka Kurd a otonom bê sazkirin. Belam, dema ku hêzên neteweyî yên Tirk giringîya xwe nîşan dan, Îngliz menfeeta xwe di xurtkirina wê tevgerê da dît û destê xwe ji sazkirina Kurdistanê kişand, jibo serketina Mistefa Kemal Paşa bû alîkar.”(Zinnar Silopî, eynê eser, r. 60-61)

Belê, Înglistan jî wek hemî dewletên dî liştok bû, li pey lişta xwe û menfeeta xwe dibezîya. Lê belê, eger pêşewayên Kurd ev rastî di despêkê da dîtibûna, bizanîna ku rizgarîya gelê Kurd tenê bi hêza gelê Kurd mimkun dibe û di despêkê da li ser axa Kurdistanê hêzeka eskerî saz kiribûna, hêlên stratejik û asê yên wek Dêrsimê, Hekarîyê, Bedlîsê, Motkan, Botan û wd.  girtibûna binê kontrol û kargêrîya xwe, hingê dê mineta wan ji Înglistanê jî, ji Kemal Paşa jî tunebûya; tewr Înglistan dê newêrîya Kurdistanê ji xwe ra bike neyar û dê newêrîya li dijê gelê Kurd alîkarîya Kemal Paşa bike.” (M. E. Bozarslan, Jîn, Cild I, r. 39-41)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *