Minaqeşeya Federalbûna Kurdistanê Di Vê Qonaxê De Pêşiya Dewletbûna Kurdistanê Digre…

Îbrahîm GUCLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Kurd, miletek e. Li Rojhilata Navîn jî, miletekî qedîm,  bi serhejmara xwe jî miletê duyemîn e.

Milet kurd jî, wek her miletekî, xwediyê mafê çarenivîsiya xwe ye ku bi îradeya xwe divê qedere xwe tespît û tayîn bike.   

Miletê kurd jî wê di şertên metîngehkarî de  mafê çarenivîsiya xwe li hemberî miletê serdest û dewletên kolonyalîst pêk bîne. 

Vê jî bi sê modelên dewletan pêk tîne. Modela yekemîn, modela Dewleta federal e. Modela Duyemîn, dewleta serbixwe ye. Modela sêyemîn, dewleta konfederal e. 

Modela dewleta federal jî ew e ku miletê kurd bi miletê serdest ve dê di konsepteke wekhevî de bi hevre dewleteke hevbeş ava dikin. Di wê dewletê de, meclîs, hikûmet û serokên her herêmeke federe  dê bibe. Di  hemandem de miletê kurd deshilatdarî û serweriyê, bi miletê serdest re bi awayekî wekhevî û dadî parve dike. Serokdewlet û meclîs û hikûmeta hevbeş bi miletê serdest re ava dike. Dadgeh û dezgehên din jî hevbeş ava dibin. 

Di vê qonaxê de miletê kurd li Başûrê Kurdistanê xwediyê dewleta federe ye. Bi ereban re jî xwediyê dewleta federal ya Iraqê ne. 

Dewleta serbixwe, miletê kurd bi serê xwe dewleta xwe ava dike. Bi serê xwe di dewleta serbixwe de serwer û desthilatdar dibe. Di dewleta serbixwe de miletê kurd, dibe xwediyê serokdewlet, meclîs, dadgeh, leşkerên milî û hemû dezgehên din yên ji bona dewleta serbixwe pêwîst in. 

Nûha li Başûrê Kurdistanê pêvajoya dewleta serbixwe dimeşe. Ji bona vê yekê rêferandûm wê bê li dar xistin. Li dinyayê jî gelek dewletan ji nûha de piştgiriya xwe ji dewleta Kurdistanê re nîşan didin, hene. Di van rojên dawî de Elmanyayê jî ev îrade û biryara xwe diyar kir. 

Dewleta konfederal ew e ku dewleta serbixwe ya Kurdistanê û Dewletên Miletên Kevn yê serdest, bi hevra biryar didin ku dewleta konfedaeral ava bikin. Di dewleta konfederal de serwerî bi awayekî tê parvekirin. Di dezgehên dewleta serbixwe de gûhertin nabin. 

Li Başûrê Kurdistanê, piştî ku dewleta serbixwe ava bibe, amade ne û pêşniyar dikin ku bi dewleta Ereban re, dewleteke konfederal ava bikin. 

                                ******

Miletê kurd, di dewleta xwe ya serbixwe de jî xwediyê maf e ku qedera xwe tayîn û tespît bike. Vê yekê du qadan de dikare pêk bîne. 

Qada yekemîn: Miletê kurd jî piştî ku dewleta xwe ava kir. Dê ji bona dewleta xwe modeleke dewletekê hilbijêre. 

Modelên dewletên serbixwe yên li dinyayê: Dewleta Federal e. Dewleta federal, bes li ser bingeha du ân zêde miletan ava nabin. Miletek bi xwe jî dikare dewletek federal bipêjirîne û ava bike. Ji bona welat  hîn rehet û baş birêve bibe;  desthilatdarî di nav hemwelatiyên xwe bi edalet parve bike, dikare dewleta federal ava bike. Heger li welatekî kêmneteweyên cûda hebin, wê demê jî dewleta federal tê ava kirin. Elmanya û Belçîqa, dewleteke bi vî awayî û modelê ye. 

Dewleta merkezî ya unîter  hevbeş e. Tirkiye, Suriye, İran dêwletên unîter in.

Dewleta ne merkezî yanî adem-î merkezî ye.  Dewletên ji herêmên xweser/otonom pêk hatine. Dewleta Îspanyayê ye. 

                                                  ***** 

Li Kurdistanê jî, kêmneteweyên cûda (Suryanî, Ereb, Tirkmen, û.w.d), olên û mezhebên cûda hene. Li aliyekî jî din av miletê kurd bi xwe de grubên zerevavî û çandî yên girîng jî hene: Wek kurmanxcan, dimiliyan, soranan, goranan, loranan, şêxbiziniyan. 

Miletê kurd piştî ku bû dewlet ji bona xwe dikare dewleteke federal an jî otonom ava bike.

Li Başûrê Kurdistanmê dewleta Federe dişibe dewleta otonom. Lewra hemû kêmnetewe xwediyê mafê xwe yên siyasî, îdarî, çandî, çapemenî ne. 

Qada duyemîn: Miletê kurd, rejîm û sîstemekê jî ji bona wê hilbijêre. 

Li dinyayê rejîmên heyî jî, monarjî, olaîgarşî, totalîterîzm, faşîzm, demokrasî ne. Demokrasî rejîma baştir e. Di şertên Kurdistanê de jî rejîıa demokratîk ya hevdem û plûral û parlementerîst rejîma realîst û maqûl e. 

Caribandin û jiyana Başûrê Kurdistanê jî vê yekê îspat dike.  

Li Başûrê Kurdistanê demokrasî pêk  hatiye û dimeşe. Ji Rojhelata Navîn re jî modelek e. 

                                      *****

Li Kurdistanê ji bona modela dewletê û rejîm pejirandinê hîn dem û wext nehatiye. 

Mînakeke vulgar heye ku dema ku xanî ava nebe, hûndirê xanî dizayn nabe. 

Loma jî dema ku dewleta Kurdistanê ava nebe, modela dewletê û rejîmê hilbijartin bê wate ye. Bêwext tevgerandine. 

Demên berê, di van du mijarên girîng de minaqeşe hatin kirin. Ew minaqeşeyan wek jîmnastîkeke fikir bû. 

Lê di qonaxa ku li Başûrê Kurdistanê dewleta serbixwe ava dibe de,  pirsa modela dewletê û rejîmê minaqeşekirin,, wek stratejiya yekemîn derkeve pêş, ew ne rast e. 

Pêşiya dewletbûna Kurdistanê digre. 

Piştî dewleta Kurdistanê ava bû, wê demê ev mijaran bê niqaşe kirin, pirsgirêk nabe. Divê bê minaqeşe kirin jî. 

Loma jî endamê Tevgera Goran bê wext vê nerînê dixe rojevê.

Parlamenterê kevn yê Tevgera GORANê, “Daxwaza biherêmakirina wîlayeta Silêmaniyê dike. 

Rojeva Kurd dibêje ku : “Endamê berê yê parlamentoya Kurdistanê ser lîsteya Tevgera Goranê, di nivîseke xwe de daxwaza biherêmkirina wîlayeta Silêmnaiyê dike û daxwazê ji partiyên desthildar li devera Silêmaniyê dike ku ji bona biherêmkirina wîlayeta Silêmaniyê bi cidî dest bi amadekariyan bikin. 

Ednan Osman endamê berê yê parlamentoya Kurdistanê ku kadiroyek balay yê Tevgera Goranê ye di niîseke xwe de daxwaza biherêmkirina wîlayeta Silêmaniyê dike û dibêje ku bi herêmkirina Silêmaniyê dikare di paşerojlê de kurdistaneke federal ku ji herêma Silêmaniyê û herêmên din pêk bê, bê avakirin. 

Vê nivîsa kadiroyê Tevgera Goranê di medya Başûr de gelek deng veda û reaksyonên cuda bi xwe ra anîn û hem bêje piraniya rewşenbîr û kesatiyên Kurdistanê li dijî wê fikira Osman derketin. 

Lê heta niha Tevgera Goranê helwesta xwe li hember wê fikiê bi fermê diayar nekiriye ka gelo ew helwest siyaseta Tevgera Goran e yan helwesta nivîsakr şexsî ye.” 

Gor baweriya min ev fikra bêwext e, ji bona ku pêşiya dewletbûna Kurdistanê bê girtin ew nerîna hatiye pêşkêşkirin. 

Di vê qonaxê de divê hemû kurd li dijî van nerînên bê wext û xeter derkevin. Pêşîı li van nerînan bigrin. 

Amed, 7ê Hezîrana 2017an

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *