Siddik BOZARSLAN
Miletê Kurd, Organekî xwe yê girîng û mezin winda kir!- 3 Ehmedê Xanîyê Nû M. Emîn Bozarslan, çû ser dilovanîya xwe!- 3
Jibo Pêşedema Miletê Kurd, Zanîn û Ronayîbûn Pêwist e!..
Bi minasebeta wefata M. Emîn Bozarslan, ez dixwazim di vê nivîsarê da çend tişt hem jibo gorbihiştê Bozarslan û hem jibo zana, sîyasetvan û nivîskarên kurd bidim zanîn ku civata me di kîjan qonaxan da derbas bûye û hatîye rojên îroyîn. Di vê çarçoveyê da pêwist e ku bi hin mînakan rewşa civatê ya sîyasetê, edebîyatê, kultûrê û zimanê kurdî divê piçek rawestim. Bi taybetî jî di çarçoveya ronayîbûnê da rewşa miletê me çîye, çima heta nuha nebûye dewlet û cîyê xwe yê heqîyê di nava civata navberneteweyî da negirtîye, bi hin numûneyan divê ev rewşa miletê me were ronîkirin. Loma berîya her tiştî jibo me, wek xwarin û vexwarinê ronayîbûn pêwist e. Em duh çi bûn û îro çi ne, divê bi hûrgilî were raxistin.
Di derbarê ronayîbûnê da dîtinên İmmanuel Kant (1724-1804) giring in. Di navberê da 200 sal jî derbas bibe, ev dîtin jibo dema me jî ronayîya xwe diparêze. Ji İ. Kant pirsîne ku ronayîbûn çîye. Ew weha bersiv dide:
”Ronayîbûn, rewşeke însên e ku ew bi îradeya hin kesên dî ketîye nav sucdarîyê, ji ber ku nikaribûye bi aqilmendîya xwe tevbigere; însên ku bi îradeya xwe ya azad dixwaze ji wê rewşê rizgar bibe. Semedê bêkamilbûna însên, ne ku bêaqilîya însên bûye; ew negirtîye ber çav ku îradeya xwe bikar bîne. Loma hevoka ”Cesareta karanîna aqilê xwe nîşan bide!” jibo ronayîbûnê, bûye parola esasî.”
Jibo ronayîbûnê min van hevokên jorîn ji İ. Kant deyn kir ku jibo vê çarçoveyê bes e. Kant dide xuyakirin ku ”… di her civatek da nekamilbûn bûye adet jibo piranîya mirovan û jibo ku mirov bixwaze bikemile yan jî ji bêkamilbûnê rizgar bibe, tenê tiştek bes e ku ew jî fikirandina azad e…” Yanî mirov divê bi awayeke azad bikaribe bifikire û li ser pîyan bisekine bê ku bitirse da ew dikare bikeve erdê. Ev jî xuya dike ku şikenandina tirsê jibo ruhîyeta mirov, şertê ewil e ku bikaribe rabe ser pîyan, bi azadî bifikire, bimeşe û li derên pêwist jî biqîre ku ew heye, nemirîye, namire û nemir e. Ev felsefeya mirovatîyê ye ku di dîroka hemî civatan da bûne pêşevayên zanînê, rêxistinkirinê û pir balkêş e ku gelek pêşevayên zanîn û ronayîbûnê ji ber wan dîtin û xebatên xwe hatine darizandin û bûne cangorîyên civatên xwe ku dîroka mirovatîyê wan bi tîpên zêrîn nivîsîne.
Bi destûra xwendoxên xoşevîst be, pêşî ez dixwazim çend gotin jibo kitêbên Bozarslan ên ku tenê bi kurdîya xwerû hatine nivîsîn, raxînim meydanê û hestên derûnîya mamosteyê nemir pêşkêşî civatê bikim. Li ber destê min 30 kitêbên Bozarslan ên kurdî hene. Mirov qet nikare mîsalek jî nîşan bide ku Bozarslan xwe wek zimanzan an kurdolog an pispor an akademisyen, an rewşenbîr û wd. behs bike. Ji ber ku ew mirovekî nefisbiçûk bû, ji xwe bawer bû û qet pesnê xwe nedida. Ew paleyekî (tabîra Bozarslan bi xwe ye) gelek zîrek bû ku rojê 15-17 seet kar dikir û jibo haydarîyên karê xwe jî hewce nedidît ku here di bernameyên radyo û TVyan da biaxife, beşdarîya hevpeyvînan bike û wd.. Lê gelek giring û balkêş e ku piştî belavbûna nûçeya wefata M. Emîn Bozarslan bi rîya çapemenîya civatî: li seranserê cîhanê kurdên ku nivîsar û kitêbên Bozarslan xwendine, bi awayek nav û dengê wî bihîstine, bi mesajên (peyamên) xwe yên sersaxî û xemgînîyê belav kirine. Bê guman di nav wan xwedîyê mesajan da kesên bîyanî jî hebûne ku xemgînîyên xwe dîyarkiribûn.
Di vî derbarî da ez dixwazim behsa hestên dostekî xwe yê xoşevîst bikim ku bi rîya telefonê ji min ra dabû xuyakirin. Ev dostê minê ezîz gelek caran gilî û gazinan dikir û ji min ra digot ku ”çima kurd qedrê mamoste M. Emîn nagirin û qet behsa wî nakin. Mamoste Bozarslan ew kesayetekî gewre ye ku pir xizmet jibo vî miletî kirîye” Min jê ra dida xuyakirin ku Bozarslan beşdarîya bernameyên TV, Radyo û wd nabe, loma raya giştîya kurdan behsa wî nakin, xem nake, tu jî xwe meqeherîne. Lê çend hefte piştî wefatê, wî bi rîya telefonê xemgînî û sersaxîya xwe da xuyakirin û ji min ra weha got: ”Keko, ez ji te ra tiştek bêjim, lê divê tu min şaş fam nekî û bi min nekenî. Piştî wefata mamoste ez bûm xwedîyê moreleke giring û kêfxweş bûm ku hemî kurdên li dinyayê qedrê mamoste girtine û bi mesajên xwe xemgînîyên xwe dane dîyarkirin. Ev jibo min pir pir giring bû û loma ez bi wefata gorbihişt kêfxweş bûm. Nîhayet mirin para me hemîyan e û ev qanûna jîyanê ye. Mamoste jî piştî wefata xwe, di nava miletê xwe da cîyê xwe yê heqîyê û rûmetê girtîye ku ev jibo me hemîyan cîyê rûmetê ye, pesindayînê ye, kêfxweşî û bextîyarîyê ye..” Bê guman van hestên dostê min, hestên kurdevînî û welatevînîyê ne ku wî bi awayê xwezayî raxistîye meydanê. Loma rihê mamosteyê nemir dê di nava civata kurd da tim bijî, zindî bimîne û jibo pêşerojê jî dê wek ronayîyek rê nîşan bide. Ji ber ku ew adeta bûbû perçeyekê miletê kurd û loma heta miletê kurd hebe, ew jî dê hebe û her tim bijî.
”Kirinên mêran, li meydanê ne!”
Bê guman di nav pêvajoya 70 salên dawîyê ya dîroka jîyana kurdên Bakurê Welatê me da rola Bozarslan di belavkirina zanînê da, roleke sereke bûye. Bi peyveka dî Bozarslan, di vê pêvajoyê da bi nivîsîn û afirandinên xwe adeta mohra xwe ya pêşevatîyê di civata xwe da anîye şûnê û eger em wan kirinên Bozarslan bi peyveka pêşîyan raxînin pêşberî xwe, em dikarin bi vê peyvê bidin zanîn: ”Kirinên mêran, li meydanê ne!” Ev zanîn û zîrekîya Bozarslan jî di temenekî 4 salî da dest pêdike ku di perwerdekirina xwe ya ji 20 salî zêdetir da ew dibe pisporê 5 zimanan (kurdî, farisî, erebî, osmanî û tirkî) û disiplîna ku ji zarûkatîyê hîn bûye; ew wê disiplinê adeta kirîye perçeyeke jîyana xwe ya rojane û heta nefesa xwe ya dawîyê, wê di laşê xwe da paraztîye û jîyana xwe û xebata xwe bisînor kirîye ku ev karekî ne hêsa ye ku mirovên ji rêzê bikaribin têxin jîyanê.
Wek numûne, dema Bozarslan li Swedê di 1979an da dest bi karê nivêskarîyê dike; ew ji xwe ra bernameyeke 30 salî çêdike û li gora wê bernameyê xwe disipline dike. Bê guman ev xeta xebatên mamoste Bozarslan, li ser hîmê hezkirin û evîndarîyê avabûye ku sînorê wê evîndarîyê, wek di hin rêzên Mem û Zînê da jî em dibînin, ew evîndarîyeke bêsînor e, eşqeke bêsînor e ku jê ra eşqa ebedî yan jî evîndarîya ebedî tê gotin ku di jîyana mirovî da tim zindî dibe û ew sînorê wê evîndarîyê û wê eşqê, mirov dema dest ji jîyanê berdide, wê demê êdî ew her du ruhîyet xatir ji hev dixwazin û ji jîyana vê dinyayê dûr dikevin. Ev evîndarî, ev eşq, Bozarslan dike filozofê vî sedsalî yê kurd, wî dike zimanzanê kurd, wî dike otoriteya kurdolojiya kurdî ya vî sedsalî, wî dike kitêbxaneya kurdî ya gerok, wî dike Ehmedê Xanîyê Nû û di encamê da wî dike pêşewayê navenda kultûra kurdî, kurdevînî û welatevînîyê. Ji ber ku ew hemî karên xwe û jîyana xwe li ser wê evîndarîyê û bi profesyonelî çêdikir û li ser wê xetê jî hew qas berhem afirandîye.
Bozarslan, di jîyana xwe da her birçîyê xebatê bûye, na li vir ez kêm dibêjim; ew hem tî bûye û hem jî birçî bûye. Ji ber ku qîma xwe bi xebatên destê xwe nedianî û her tim digot, hîn ev kar jî heye û ev kar jî li pêşîya min e, divê ez wê safî bikim. Qasî ez dizanim, di qebûlkirina mêvanan da jî Bozarslan, wek numûne heta wefata xwe wexteke bêsînor jibo Cenabê Kek Mesud Barzanî, Îsmail Beşikçi, Şêx Mizbehê Farqînî û Mele Mehmudê Farqînî bijartîye û wek min di nivîsareka dî da dabû xuyakirin, di qebûlkirina mêvanan da jî wî bi xwe wexteke sînorkirî daye wan û dema wext temam bûye, wî hem seeta xwe û hem jî rîya derî nîşan daye ku divê ew mêvanê / ên xwe rêke û karên xwe bidomîne. Ev disiplina wî ya pir hişk, mirov dikare bi tabîra keça wî Sureyya bêje ku ji temenê çar (4) salî dest pêkirîye û di 25 salan da şiklê xwe yê dawîyê girtîye. Ew disiplin û zanîna wî ya xurt bûye ku bû sedemên afirandina hew qas kitêban. Jibo min balkêş e ku cara herî dawî, dema min di telefonê da rewşa tendurustî û xebatên wî jê pirsîbû; wî gotibû ku xebatên wî baş diherin, sîheta wî jî baş e û xebatên li ser Îdyomên Kurdî (Cild II) dema biqede; di plana xebatên wî da dor hatîye ser amadekirina Gramêra (Rêzimana) Kurdî.
Şorişên Zanînê û Têgihiştinê, Têr nekirine jibo Rizgarî û Azadîyê!
Wek em dikarin di dîrokên avakirina dewletan da bibînin; her civateka ku dewletên xwe çêkirine, wan ewil ji xwe ra alfabeyek çêkirine û paşê jî li ser edebîyata xwe, dîroka xwe bi hûrgilî xebitîne û dema van xebatên xwe yên rêxistinî, çandeyî û dîrokî temam kirine, wan dewletên xwe êlan kirine û bûne xwedîyê rejimek ku ber bi pêşve herin û di nav medenîyetên cîhanê da cîyên xwe yên heqîyê û edlayîyê bigrin. Tam di vê çarçoveyê da axiftineka M. Kemal balkêş e ku jibo rizgarîya gelên Balkanê, heman tişt dibêje. Mamoste Bozarslan jî di adara 1966an da dema ”Doğunun Sorunları”yê li Ankarayê dide çapkirin; di kitêbê da du xalên giring dide xuyakirin ku yek jê doza qebûlkirina kurdan û zimanê wan kurdî ye û xala dî jî şolên kolonîyê û kolonyalizmê ne ku mohra xwe li têkilîyên civatên tirk û kurdan xistîye û di emelî da xwe nîşan dane û di 1968an da Alfabeya Kurdî ya Latinî û di heman salê da Dastana Neteweyî Mem û Zîna Ehmedê Xanîyê nemir daye weşandin. Wek min di nivîsareka dî da dabu xuyakirin, Dozkarê dadgeha tirk, van her du kitêban şibandibû du bombeyan (dinamit) ku Bozarslan wan xistîye bin hîmê ideolojiya resmî ya dewletê.
Piştî çapkirina Alfabeyê û Mem û Zînê, wî li pey hev Dîroka Şerefxanê Bidlîsî Şerefname, Komara Kurdî ya Mahabadê 1946 (Komara Kurdistan) û Dîroka Dewleta Meyafarqînê daye çapkirinê ku her yek ji wan kitêban, xezîneyek bû û ew bûn sedemê belavkirina zanînê ku mirov dikare wan bişibîne Şorişên Zanînê û Têgihiştinê . Van xezîneyan hemî di nava civata kurd da hatin belavkirin û bûn çirîskên ronayîyê jibo avakirinên partî û rêxistinên Kurdistanî li Bakurê welatê me. Di heman pêvajoyê da jî Bozarslan, helbesta xwe ya navdar ”Dayê Tu Megrî” raxistîye ser kaxiz û bi awayeke dizî be jî pêşkêşî gelê xwe kirîye ku dirêjîya wê helbestê 17 kita ye û ji despêkê heta dawîyê adeta Şûrê Ehmedê Xanîyê nemir ji kalanê derxistîye û xebitandîye. Dîsa balkêş e ku Bozarslan di heman demê da destên xwe ji xebatên sîyaseta kurdî şûştîye û tenê xebatên xwe li ser lêkolînên dîroka kurdî û edebîyata kurdî bi sînorkirîye.
Jibo çareserîya şolên zimanê kurdî bi taybetî û bi giştî jî jibo dahatuya civata kurd, em rastê du rê tên ku jibo pêşedema civata kurdî heyatî bûne ku mirov pêwist dibîne bi çend gotinan be jî raxîne meydanê. Xetek jibo mafê zimanê dayîkê bûye ku dikaribû xeteke sivil bihata avakirin û li derdora helqeya zimên hewildan bihatana çêkirin ku mixabin di nava wê pêvajoyê da (ger mirov ji 1923an ve wê bihesinîne, dirêjîya vê pêvajoyê, dibe 103 sal) hewildaneke weha nehatîye çêkirin. Berewajê wê piranîya kurdên bakurî (ez jî xwe wek gunehkarekî ku bi salan zimanê kujeran xebitandîye dibînim) di emelên xwe da zimanê tirkî yê kujer / qatil / murdar bikaranîne. Xeteke sîyasî jî ku pêdivîya wê di çarçoveya felsefeya helbesta ”Dayê Tu Megrî” da bihata hunandin, mixabin ew jî pêknehatîye. Guman tune ku di serî da hemî zana û qadroyên sîyasî, rojnamevan, nivîskar û kedkarên doza kurdî xwedîyê vatinî û berpirsîyarîyê bûne ku ew di çarçoveya çareserîya şola civata xwe da berpirsîyar in. Bê guman ez tenê tilîya xwe datînim ser kêmasîyan ku hatine kirin. Di şertên îroyîn da dema çareserîya şola civata kurdî were analizkirin, bê guman bi xeteke qelind be jî divê bi taybetî behsa salên ne tenê 1960-2025an, lê her weha behsa salên 1920-2025an werin kirin da ku dersên mezin ji wê pêvajoyê werin sitandin. Di vê çarçoveyê da pêwistî pê heye ku bi kurtayî be jî pêvajoya avakirina Dewleta Turk were nirxandin jibo siberoja me jî ronî bibe. Loma divê em çend resmên ji 1920î vir ve bigirin destê xwe û li wan binêrin û bikaribin nirxandin û analizên rexnexistinê li ser wan bikin ku ev mijareka nivîsareka dî ye.. Ne hewce ye ez bêjim ku pêdivîya analizeke weha jibo pêşeroja civata me, heyatî ye.
Divê mirov bide xuyakirin ku Îhsan Nurî Paşa, di wextên Serhildana Agrîyê da, di 1929-1930 yan da bi awayeke dizî (îllegal) bi navên ”Agri” û ”Gaziya Welat” du rojname yan jî bulten daye weşandin. Di 1948an da jî Musa Anter digel hin xwendevanên ku li ”Dîcle Talebe Yurdu”yê bûne, li Stanbolê bi navê ”Dicle Kaynağı Gazetesi” dest bi weşandina rojnameyek kirine ku jibo dema Komara Turkiyê, ew bûye rojnameya pêşîn. Edîp Karahan (1930-1976) jî di 1962-19663yan da bi navê Dicle-Firat Rojnameyek weşandîye. Ew 8 hejmar derçûye. Ji ber ku di 6ê hezîranê 1963yan da E. Karahan di Doza 23yan da tewqîf bûye (bûye zindanî) û weşana rojnameyê jî hatîye rawestandin. Divê were zanîn ku herî zêde nivîsarên kurdî li wir derçûne. Di vê pêvajoyê da em rastê çapkirina Kitêba Kemal Badillî jibo zimanê kurdî jî tên.
Di 1959yan da bûyerek ku di Dadgeha Tirk da ”Doza Çil û Nehan” hatîye bi navkirin, balkêş e. Çend kes ji wan, rojek li Stanbolê di pastexaneyek da hatine ber hev û ”Gelo mirov dikare Kovareka Kurdî biweşîne?” gengeşe kirine. Jibo dadgeha dagirkerê welatê me, ev gengeşeya çend kurdevînan dibe sedem ku ew werin zindanîkirin û werin dadgehkirin bi egera ”xebat jibo parçekirina dewlet û welat” hatine tawanbarkirin. Xwedêgiravî ”sûceke” dî jî jibo wan 49 kesan ew bûye ku li ber hin kesan, resmên Mistefa Barzanî hatine dîtin ku ew di rojnameyên Hurriyet û yên dî da derçûne ku li Turkîyê rojnameyên herî mezin bûne. Bifikirin, hin kurd resma M. Barzanî ji rojnameyek birîne û li ber xwe parastine; ew jibo dewleta hov û tirsonek dibe sedemê zindanîkirina wan. Bi gotineka dî, piştî hovîtîyên ku Dewleta Turk di bûyerên Koçgirî, Şêx Seîd, Ararat û Dêrsimê da anîne serê kurdan; terora dewletê hatibûn merhaleyek ku kesek nikaribû bi kurdî nefesa xwe jî bistîne, yan jî bikuxe. Loma heta 1965an seyaheta turizmê bo bajar û herêmên kurdan qedexe bûye.
Em resmeke îbretê û sosretê jî li bajarê Urmîye dibînin ku tarîxa salek berê nîşan dide. Li gora nuçeya ku di 14.01.2025an da di Neteweyê da derçûye; li qeza Pîranşarê ku girêdayê bajarê Urmîyê ye, hin kesan di dawetek da resim kişandine û wê resmê di Medya Civatî da dane weşandin. Tenê jibo wê resmê 58 kes (ji Pîranşar, Bokan û Mahabadê ne) li ”Dadgeha Şoriş”ê hatine dadgehkirin ku xwedêgiravî xwedîyên wê resmê bi cilûbergên xwe yên kurdî ”Li dijî Komara Îslamî ya Îranê Propaganda kirine” hatine tawanbarkirin. Ji wê sosretê jî sosrettir, çend kalemêrên ku hatine dadgehkirin, ew di resmê da jî tunebûne; lê ji ber xweşikîya cilubergên xwe, ew jî neçar mane ku herin dadgehê.
Hê ji despêka avakirina Komara Turk ku rastê tarîxa 1923yan tê; zimanê kurdî di çarçoveyeka hovîtîyê da hatîye qedexekirin û axiftina jibo her gotineka kurdî bûye sedemên cezayê peredayînê û ev politika hovîtîyê adeta li seranserê herêmên kurdî yên bakurê welatê me, wek mîsal ji Erzincanê heta Amedê ketîye nava jîyana gelê kurd. Ev politika ku berdewamîya politika Îttîhat-Terakkîyê bûye û hatîye radeyek ku wek li herêma Amedê li taxa Derê Mêrdînê hatîye dîtin; gundîyên kurd ên ku qet tirkî nizanibûne û bê hemdê xwe bi kerên xwe ra kurdî axifîne, mecbûr mane ku cezayên pere bidin qolçîyên dewletê.
Di pêvajoya Şerên Balkanê da, heta berîya wê pêvajoyê ew demên ku di dawîya 1800 da bi avakirina Dewleta Bulgaristanê ya serbixwe (1878 – di heman demê da ew Paymana Berlinê ye jî) û paşê jî di salên 1912- 1913an da ku Yunanistan, Sirbistan û Karadag û paşê jî Makedonya, hemî gîhan serxwebûna xwe û ev bayê serxwebûnê heta salên pêvajoya Şerê Cîhanî yê Yekemîn jî dom kir û herî dawî civatên ereb jî gihane dewletên xwe yên serbixwe; lê tenê Kurd mabûn wek bindestê osmanîyan. Loma bi kurtayî mirov dikare bêje ku Dewleta Turk li ser bingehên qirkirinê (genocide), tirsê, nefretê û şupheyan hatîye damezrandin û di serî da Ataturk û hemî qadirên damezrox û rêvebirên vê dewleta hov, nexweşên klinikî ne û mixabin ev nexweşî heta îro hatîye domkirin û tedawîya wan jî ne hesan in. Mirov dikare bi hêsayî bêje ku eger ev nexweşên rêvebirên dewleta tirk û hemî dakirkerên welatê me li Hollanda bin, ew di bin tedawîyê da heta hetayê dê bibin mehkumê tedawîkirinê. JI ber ku li Hollanda sûcdarek li zindanê tê tedawîkirin û jibo rizgarîya wî / wê, rapora heyeta tendurustîyê pêwist e ku bêje ev nexweş careke dî nakeve nava hewildanên heman sucdarîyê. Loma sitandina raporeke weha, pir zehmet e û heta jibo wan rêvebirên dagirkerên hov, ne mumkun e jî. Lê divê em bêjin ku bi saya serê rêvebirîya wan nexweşan, di civata kurdan da jî têra xwe nexweşên klinikî yên bindestîyê û koletîyê jî hatine afirandin ku tedawîya wan jî pir zehmete û heta jibo hin kesan dibe ku qet mumkun jî nebe. Lewra divê ev pêvajo tim li ber çavê me sekinandî be ku em bikaribin dersên hînbûnê jê bistînin.
Mîsaleke wehşetê ku li Îstiklal Mahkemesîya Dîyarbekrê qewimîye (çend sal berê min di nivîsarek da dabû zanîn); Serekdozkerê wê dadgehê Ahmet Süreyya Özgeevren raxistîye meydanê ku ev mîsal bo Dewleta Dagirker di derbarê zimanê kurdî da çi qas giring bûye. Axayê Özgeevren dide xuyakirin ku di dagehê da xortekî kurd ku qet tirkî fam nekirîye û bûye mehkumê îdamê (dardakirinê) û di heman rojê da bi şev ew xort tê dardakirin (îdamkirin). Xatirata Özgeevren di ”Dünya Gazetesi”yê da jî hatîye weşandin; ew dibêje ku di biryara dadgehê da: ”Ji vî welatî ra kesekî ku tirkî nizanibe, xêrek jê nayê û loma divê ew were dardakirin.” hatîye nivîsîn.
Serekdozkar Ahmet Süreyya Özgeevren: ”Li Dağkapı’yê bi navê Otel Yalova, Otelek hebû. Ez li wir dimam. Ez dema razam, ew zarûkê ku tirkî nizanibû, hat xewna min, bi qirika min girt û ji min ra bi tirkî ´te çima ez berdam ku min îdam kirin.´ got û min tehdît kir. Ev rewş, heta sibê du – sê car tekrar kir.. Ez dîn bûbûm… Sibehtirê ez çûm dadgehê û ji hevalên xwe yên hakim ra got: ´Birano, eger em yên tirkî nizanibin darda bikin, divê em Dîyarbekirîyan hemî, heta hemî Rojhilatîyan bi darda bikin. Em hatin vê derê ku tawanbaran darizînin – ceza bikin-.” got û tiştên ku hatibûn xewna min, min ji wan ra da zanîn. Mazhar Müfit û hakimên dî ji min ra ”tu têkildar mebe, ev karê me ye” gotin. Min jî Serekdozkarîya xwe xist pêşîya wan, gengeşeya ku di navbera me da çêbû, gîha radeya pevçûna devkî. Min û wan bi awayê şîfreyî wê rewşê ragihand Ankarayê. Hefteyek paşê min vê telgrafê ji Ankarê sitand: ”Ahmet Süreyya Beg, Serekdozkarê Dadgeha Îstiklalê ya Dîyarbekrê: ”Hedef û amanca me, pelçiqandina serên kurdan û kurdayetîyê ye jibo heta hetayê. Bi hevalên xwe yên hakim ra lihevhatin çêke. Ez çavên te maçî dikim. Serekwezir İsmet İnönü.”
Wek em di pratika avakirina dewleta tirk da dibînin ku metodên li dijî jîyana gelê kurd hatine bi karanîn, bi her awayî metodên qirkirina girseyî bûne, yanî bi tabîreka dî metodên Genocideyê bûne. Di 1948an da ”Lihevhatina Neteweyên Yekbûyî jibo Cezakirin û Astengkirina Sucên Genocide (SSECS), maneya wê ya huqûqî hatîye çêkirin û ew çarçove ketîye nav wesîqeyên Neteweyên Yekbûyî (NY). Li gora maddeya 2.yemîn ya Lihevhatinê jibo Genocide, weha hatîye nivîsîn:
”Hewildanên ku têkbirina / ji holêrakirina grubeke nejadî û dînî, neteweyî, etnikî dike hedef. Kuştina endamên wê grubê, xisardayîneka ciddî jibo bedenî ango zîhnî yên endamên grubê, xirabkirinên fizikî jibo mercên jîyanê ya wê civatê (grubê) bi tevayî an qismî ku bi qestî were xirabkirin, karanîna metodên nezayînê di nav grubê da, bi zorê girtin û dûrxistina / veguhastina zarûkan ji grubek bo grubeka dî” hatîye naskirin. Lê wek di pratikê da hatîye dîtin, NT jî xwedî li wan biryar û prensibên xwe derneketine, li dijî genocideyên li ser kurdan adeta xwe ker û kor û lal kirine.
Wek di nivîsara çûyî da me helbesteka Bozarslan dît, di vê nivîsarê da jî ez helbelsteka wi ya dî ku di Kovara Çîya da di 1968an da derçûye, pêşkêşî we xoşevîstên hêja dikim. Helbesta ”Memo Her Bijî!” vaye li jêr e:
Memo Her Bijî!
”Ji xwûna şehîdan newal bûn tijî Bi wî serxwebûna welatim dijî Memo daye ser mil tifinga tijî Diparêzê qadê, Memo her bijî Bi xwûna xwe me azad kir niştiman Memo çek di destva ye bû payîvan Heta dom bike ev zeman û cîhan Memo her bijî, her bijî, her bijî Welat tim minetkar e bo te Memo Silavên şehîdan li ser te Memo Jin û mêr bi hêvî hemî li te Memo Dinêrin, dibêjin: Memo her bijî. Te singê xwe armanc kir bo gulan Bi xwûna xwe sor kir te çal û milan Di destên minalan de qevdên gulan Didin te û dibêjin: Memo her bijî Dilên dijminan wa te lerzand ji tirs Ji kurd re te got: Ez heme, tu metirs Bi serbestî tim em dikin peyv û pirs Bi xêra te ye ev, Memo her bijî Te ala bi nav û nîşan rakirî Dilê miletê kurd hemî şakirî Dijîn serbilind em wekî Agirî Şev û roj dibêjin: Memo her bijî Dema tu rê dimeşî: Rep.. rep Temaşe dikin em bi kêf û tereb Ji dil dikutin tev çepik: Şep.. şep Bi dengek diqîrin: Memo her bijî Bi hirmet tu sekinî û tifing daye mil Li ber al te lêxistî pate ji dil Tunîne ji bona te armanc ji bil Gel û niştîman, ey Memo her bijî Gelî qîz û xortên welêt, tev werin Bi serbestî pêşta hemî em herin Tunîne jibo miletê kurd mirin Çiku newbedar e Memo her bijî” ((Kovara Çîya, Hejmar 6, Befranbar/ Dezember 1968, r. 92-93)


