
Em hemû baş dizanin ku dîroka parçebûn welatê me û hewldanên çareserîyê bi hevre girêdaye. Kurdistan di nav çar dewletan de hatiye parçekirin. Ev parçebûn li her parçeyekî bûye sedema cudabûna di armanc, stratejî û bernameyên tevgerên kurdî de. Her parçeyek di bin bandora rejîmek dagirker de dîl maye û ev realite jî bandorek negatif li ser organîzebûn û têkoşîna netewî kiriye û bûye gêrînoka pirsgirêkan!
Dîsa em dizanin ku tevgerên kurd xwedî îdeolojiyên cuda ne. Hin ji wan demokrat û neteweperwer in, hinek jê xwedî nêrînên sosyalîst in, hin jê jî xwedî ajandeyên îslamî ne. Ev cudahîyên îdeolojîk carinan dibe sedema nakokî û nepejirandina xebatên hevbeş. Berjewedîyên grûbî an partîperestî dibe sedama pêşbazî û nakokîyên îdeolojîk. Hinek alî jî sîyaseta xwe li gorî çarçovaya berjewendîyên rêxistînî û sînorkirina dewleta ku lê dijîn tayin dikin. Sîyaseta xwe li ser bingeha demokratîkbûn û demokrasîya dagirkerîyê dizayn dikin. sîyaseta milî berjewendîyên netewî, tune hesab dikin. Ev jî tesîrek giran li ser têkoşîna netewî dike.
Sed sal zêdetire dewletên dagirker û nizama li dijî milletê Kurd bi siyaseta klasik ya “parçe bike û bi rêve bibe” paradigmayek amade kirine û li ser tevgerên kurd dimeşînin. Ew dikarin piştgiriyê bidin aliyekî kurd li dijî aliyekî din, ku ev yek dibe sedema kûrkirina nakokiyan di navbera wan de. Ji ber ku hişmendîya milî ne desthilatdare û nakokîyên di navbera partîyan rê li ber têkoşînek hevbeş digire û rê li ber pirsgirêkên nû vedike. Ev nakokîyên bêbingeh dibe sedema parçebûnê û kêmbûna hewldan û xebatên hevkariyê. Pirî caran têgihiştinên cuda dikare rê li ber yekrêzî û xebatên hevbeş bigire.
Lê belê, em dizanin ji ber gelek sedeman ev hewldanên hanê bi ser neketine, demkî mane û berdewamîyek berhemdar li pey xwe nehiştine. Ev jî dide xuya kirin ku di warê hevkarî, tifaq, yekrêzî û xebatên hevbeş de em ne xwedî têgihiştinek milî û hişmendîya armancên hevbeş in. Perçebûn û dabeşkirina welatê me bandora xwe bi şêweyek negatif li ser tevgerên Kurdî kirîye.
Ligel van hemû sedeman jî, di dîroka me ya nêzîk de gelek hewlên tifaq û yekbûnê çêbûne û di hin serdeman de xebatên hevkarî û hewldanên girîng pêk hatîye. Li gel hemî hewldanên xernexwazên dijberên milletê kurd, dîsa jî doza azadîya Kurdistanê bi hemû amûrên têkoşînê domandîye û didome. Dîsa ji bo yekrêzî û hevkarîya nav mala Kurdî gavên girîng hatine avêtin û nimûneyên pozîtîf jî hene ev jî cîhê kêfxweşîyê ye. Her diçe ev hişmendî zêdetir dibe û hêvîyan xurtir dike.
Daxwazên millet, pêwîstî û ferzkirina dîrokê li alîyekî; egoya (ezezîya) “Abêyan”, berjewendîyên hizbî û grûbî, konforên demkî, bêbiryarî û bêbawerîya kadroyên tênegihiştî, li alîyekî din paradoksek derdixe holê. Gava em li ser rojevek hevbeş û li ser daxwazên netewî nikaribin bersîva pêvajoyê bidin, li wir pirsgirekên mezin heye. Divê sîyaseta kurdî cardin bi hişmendîya netewî, li gor pîvanên berjewendîyên netewî hewl bide, tevbigere û bi hevra rêyek nû peyde bike. Lê dîsa jî ev mijareke pir aloz e û gelek aliyên din jî hene ku bandorê li ser vê rewşê dike.
Ji bilî faktorên konjektora dunyayê (faktorên derva û yên hûndir) gellek sedem hene ku tesîrek negatif li ser tevgerên Kurdî dike. Yek ji wan sedeman ew e ku bêhêzbûn û ji armanca azadîya Kurdistanê dûr ketin jî, tesîreke negatîf li pêknehatina tifaqan dike. Dijberî û bêdîyaloga navbera alîyan jî tesîrek xirab li ser sîyaseta kurdî dike.
Di derbarê mijara yekitî û tifaqan de pêwîstî bi rexne û nirxandinên cuda heye! Her mijar bi serê xwe cihê nivîsekê ye. Mînak “yekitîya sîyasî û rêxistinî”, “tifaqên neteweyî yên stratejik”, “hevkarî û hevxebatên demkî” mijarên cuda ne; lê bi şêweyekî bi hev girêdayî ne. Ji ber wê yekê divê cuda cuda bê nîrxandin. Her mijar bi serê xwe cîhê nivîsek cuda ye.
Em dizanin ku ji bo hevkarî û tifaqa nav kurdan, pêwîstî bi gelek faktorên bingehîn heye. Ev faktorên hanê li gor demê, li gor konjonktura dunyayê û li gorî demsalên sîyasî tên guhertin. Berîya her tiştî divê hemû alîyên Kurdî li ser armancek hevbeş, sîyasetek milî, stratejîyek netewî li hev bikin. Ev armanc dikare parastina mafên kollektîf yên kurdan, bidestxistina statûyek siyasî (otonomî, federalîzm, an serxwebûn li gorî rewşa her parçeyî), an jî pêşxistina çand û zimanê kurdî be. Gava ku armancek hevbeş hebe, ew mekanizma dikare bibe bingeha yekrêzîya mala Kurdî.
Pêwîstî bi lihevkirinek ser prensîbên bingehîn heye. Ev prensîb dikarin bibin çarçoveyek ji bo xebata hevbeş. Divê her aliyek kurd bikaribe rêzê li hebûna aliyên din bigire û berjewendiyên neteweyî li pêş berjewendiyên partîperestîyê bigire. Ev helwest û hewlên milî dikare ji bo avakirina atmosfereke bawerî û rêzgirtinê bingehekê ava bike.
Şert û mercên îroyin û dîroka nêzîk dide nîşandin ku pêwîst e aliyên kurdî ji dîrokê ders bigirin û ji dubarekirina xeletî û şaşîyan xwe dûr bixin. Analîzkirina pêvajoyên derbasbûyî, sedemên neserkeftina hewlên berê yên yekbûnê, dikare rê nîşanî hewlên nû bide. Ji bo tifaqek serkeftî pêwîstî bi temsîlkarîyek giştî û mekanîzmayek berpirsiyariya biryarên hevbeş bigire heye. Divê ev temsilkarî şefaf û hesabdar be ku cardin xeletî û kêmasîyên doyin dubare nebin!
Bi hişmendî û hestên niştimanperwerî avakirina platformek hevbeş a siyasî dikare bibe sîwanek giştî ku hemû aliyên kurd bikaribin nêrîn û daxwazên xwe tê de diyar bikin; dikare bibe gaveke girîng bo yekrêzîya mala Kurdî. Ev platform dikare bibe cihê diyalog, lihevkirin û hevkarîyên mayînde. Hevkarî ne tenê di warê siyasî de, di warên çandî, aborî, û civakî de jî girîng e. Projeyên hevbeş di van waran de dikarin nêzîkbûna di navbera aliyan de xurtir bike û sînerjîyek milî derxe holê.
Îro raya giştî, hemû beşên civatê daxwaza yekrêzîya mala Kurdî dikin. Divê hemû alîyên kurd vê rastîyê û daxwazên civatê bibine û rol û barê xwe hilgirin. Ji bo herkes erkê xwe bi cîh bîne pêwîstî bi teşwîqkirin û zextên civatê heye. Pêşengîya wî jî divê rewşenbîr û pêşengên civatê bikin û berpirsîyarîya xwe hilgirin, pêwîstî û girîngîya yekbûnê di rojevê de bigirin. Dema ku civat daxwaza yekbûnê bike û piştgiriyê bide hewlên di vî warî de, zext li ser partiyan zêde bike, hemû alîyên kurdî wê mecbur bimîn ku bo hevkariyê gav bavêjin. Rewşenbîr, zanist û niştimanperwerên dilsoz bi piştgirîya civatê dikarin rê li ber tifaq û yekîtîya sîyasî xweştir bikin û alîyên ku yekîtîyê dixwazin xurt bikin, weke navend teşwîk bikin. Ew alîyên ku astengîyan derdixin jî bi rexne û pêşnîyarên xwe asteng bikin û wan teşwîkî xebatên hevbeş bikin. Ji bo serkeftin û pêşveçûnên mayînde jî pêwîst e ku di navbera aliyên kurd de diyalog û danûstandinên berdewam hebin. Ev diyalog divê vekirî, durust û bi armanca çareserkirina nakokiyan û ji bo destxistina armancên giştî be.
Em weke PWK, di warê yekitîya sîyasî û rêxistinî de jî, di tifaqên neteweyî yên stratejîk û hevkarî û hevxebatên demkî de jî, ji partîyên din cuda ne. Me di heman deman de gotîye û dibêjin: Berjewendîyên giştî yên netewî ji bo me esas e. Partîya me, rêvebirî û hemû hewldanên me yek ji wan pergalên têkoşîna doza Kurdistanê ye. Em tu carî berjewendîyên partîya xwe li ser berjewendîyên netewî nagirin û rê nadin ku av şêlû bibe.
Bi kurtî, ji bo hevkarî û tifaqa nav kurdan pêwîstî bi armancek hevbeş, prensîbên lihevkirî, rêzgirtina ji hevre, bi piştgiriya civatê û bi diyalogek berdewam heye. Em baş dizanin ku ev pêvajoyeke demdirêj e û pêwîstî bi fedakarî, hişmendîyek kollektîf û jidilîya hemû alîyan heye.
Di warê yekîtî, tifaq û hevkarîyan de em wekî PWK xwedî hişmendîyek çêker in. Di pratik û gotarên xwe de, me ev rêgeh ava kirîye û em her tim bal dikşînin ser vê rêbazê: “Yên dikarin di nav yek partîyê de bibin yek bila bibin yek; yên nikarin di nav yek partîyê de bibin yek, divê hevkarî û tifaqan bikin; yên nikarin hevkarîyan bikin, bila di nav dîyalogê de bin; yên nikarin di nav dîyalogê de bin jî, bila dijminatîya hev nekin!”
Em hemû baş dizanin ku di warê jiyana olî, sîyasî û civakî de Kurdistan hêlîna bihevrejiyanê ye. Ji ber wê yeke em dibêjin hemû pêkhatî û hêzên kurdistanî divê di qada têkoşînê de jî, bi armancek hevbeş tevbigerin û bi şêweyekî lezgîn wargeha tifaq û hevkarîyan çalaktir bikin û derfetên derketine holê baş binîrxînin ku cardin “hespê felekê” nerevînin! 02.05.2025