Mezlûm Ebdî: Werin em qonaxa nû bi hev re ava bikin

Fermandarê GiÅŸtî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi boneya Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de bang li hemû aliyan kir ku “bi hev re di avakirina qonaxa nû de cih bigirin.” 

Di peyama xwe ya cejnê de, Mezlûm Ebdî got: “Em Cejna Qurbanê li malbatên ÅŸehîdan, ÅŸervanên jin û mêr ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, hemû Sûriyeyiyan û cîhana ÃŽslamî pîroz dikin. Em hêvî dikin ku aÅŸtî li seranserê welat belav bibe û hemû koçber vegerin malên xwe. Werin em bi hev re di avakirina qonaxa nû de cih bigirin û jiyana hevbeÅŸ xurt bikin. Cejna we pîroz be.”

Mezlûm Ebdî di daxuyaniyeke din de jî, derbarê pêkanîn û armanca ÅŸandeya Kurdî de got: “Avakirina ÅŸandeya hevbeÅŸ a Kurdî di çarçoveya pêkanîna lihevkirina 10ê Adarê de ye, ku tekezî li ser misogerkirina mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyeke yekgirtî de dike. Em bawer dikin ku naskirina mafên pêkhateyan bingeha avakirina Sûriyeyeke demokratîk û adil e ku hemû kes tê de beÅŸdar bibin.”

Ebdî herwiha da zanîn jî, ÅŸandeya Rêveberiya Xweser û ÅŸandeya hevbeÅŸ a Kurdî hev temam dikin û got: “Herdu ÅŸande rêyeke temamker in û pabendbûna me bi diyaloga niÅŸtimanî weke vebijêreke stratejîk a ber bi paÅŸerojeke ku edalet û wekheviyê pêk tîne, nîşan didin.”

Şandeya Hevbeş a Kurdî 

Li Rojavayê Kurdistanê, ji bo birêvebirina diyalogê bi hikûmeta Şamê û aktorên navneteweyî re, roja 4ê Hezîranê şandeyeke hevbeş a Kurd hat avakirin. Ev pêngav li gorî biryara ku di Konferansa Yekîtî û Helwesta Hevbeş a Kurd de, ku di 26ê Nîsanê de li Qamişloyê hatibû lidarxistin, hatiye avêtin.

Şandeya hevbeş bi hevserokatiya Mihemed Îsmaîl û Perwîn Yûsif e û ji van endaman pêk tê: Aldar Xelîl, Reyhan Loqo, Ehmed Silêman, Silêman Oso, Selah Derwîş, Nesredîn Îbrahîm û Feysel Yûsif.

Ev geşedan di demekê de ye ku hefteya borî jî, şandeyeke din a Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna danûstandinan ligel berpirsên hikûmeta Şamê çûbû paytextê.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *