Mezlûm Ebdî: Rizgarkirina Kobanê sembola azadî, rûmet û yekîtiyê bû

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî dibêje: “Rizgarkirina Kobanê ne tenê serkeftineke leşkerî bû, belkû guhertineke stratejîk û semboleke azadî, rûmet û yekîtiyê bû.”

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm di dehemîn salvegera Kobanê de peyamek li tora civakî “X” belav kir û tê de got: “Di salvegera rizgarkirina Kobanê ji rêxistina terorîst a DAIŞê de, em vê serkeftina mezin bibîr tînin ku bi qurbanîdana leheng û qehremanan hat bidestxistin û bû hêviyek ji bo hemû gelê Sûriyeyê.”

Mezlûm Ebdî tekez dike, “Rizgarkirina Kobanê, ne tenê serkeftineke leşkerî bû, belkû guhertineke stratejîk û semboleke azadî, rûmet û yekîtiyê bû.”

Herwiha got: “Em di têkoşîna xwe ya li dijî terorê de, di çarçoveya hevkariya me ya di Hevpeymaniya Navdewletî de berdewam in, di heman demê de em dixwazin Sûriyeyeke ewle û aram ava bikin. Em ê rêya serketinê ya ku me ji Kobanê dest pê kiriye, ber bi pêşerojeke baştir a gelê xwe ve bidomînin.”

Di Îlona 2014an de çekdarên DAIŞê bi tevahiya karînên xwe êrîşî ser herêma Kobanê kirin. Di destpêka de, DAIŞê dora 350 gundên Kobanî kontrol bikin ku di encamê de nêzîkî 400 hezar kes derbeder bûn û berên xwe dan bajarên Bakurê Kurdistanê.

Serok Mesûd Barzanî biryara piştevaniya Kobanê da û li ser fermana wî, Parlamentoya Kurdistanê roja 22ê Cotmeha 2014an biryara şandina çek û Pêşmerge ji bo Kobanî da. Hêzên Pêşmerge jî ji Herêma Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn, ji wir ve jî roja 28ê Cotmeha 2014an derbasî Kobanê bûn û destdek dan berevaniya li Kobanê.

Pêşmerge û hêzên Kurdî dorpêça li ser Kobanê şikandin û karîn bajarê Kobanê û hejmareke mezin ji gundên derdora wê ji destê DAIŞ bi temamî derxin û di 26 Çileya 2015an de serkeftina xwe ragihandin. K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *