Mezlûm Ebdî: Helwesta Almanyayê cihê pêşwazî û rêzgirtineke mezin e

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî got, “Helwesta Almanya ya piştgir ji gelê Sûriyeyê re, ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê cihê pêşwazî û rêzgirtineke mezin e.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî û Gerînendeyê Ofîsa Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn a Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Tobias Tunkel civiyan.

Parastina gelê Kurd û têkoşîna li hemberî DAIŞ du mijarên sereke bûn.

Mezlûm Ebdî, li ser hesabê xwe ya Xê peyamek belav kir û tê de destxweşiyê li helwest û rola Almanayayê kir.

“Min bi dilxweşî Tobias Tunkel pêşwazî kir”

“Min bi dilxweşiyeke mezin Gerînendeyê Ofîsa Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn a Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Tobias Tunkel pêşwazî kir.

Helwesta Almanya ya piştgir ji gelê Sûriyeyê re, ji bo avakirina dewleta wî gelî, li ser bingeha azadî, demokrasî û wekheviyê, herwiha li ser bingeha pêwîstiya beşdarbûna hemû Sûriyeyiyan, bi hemû pêkhateyên xwe, di birêvebirina welatê xwe de, cihê pêşwazî û rêzgirtineke mezin e.

Her wiha ez rola Almanyayê ya  piştgirîkirina hêzên me ji bo têkoşîna li dijî terorîzm û tundreviyê û avakirina paşerojeke geş ji bo hemû Sûriyeyiyan bilind dinirxînim.”

“Mafên Kurdan dikarin bên parastin”

Li aliyê din, Tobias Tunkel jî li ser hesabê xwe yê Xê da zanîn ku ew bi Mezlûm Ebdî re li ser mijarên pêwendiyên HSDyê yên bi HTŞyê re û xebatên hevbeş ên berdewam ên li dijî DAIŞê axivîne.

Tunkel her wiha tekez kir ku maf û berjewendiyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê di diyaloga bi Şamê re dikarin bi awayekî herî baş bên parastin.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *