Li hember neyartî û êrîşkarîya PKK Daxuyanîya Serok Mesûd Berzanî

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Li vê rewşa aloza ku navçe têda derbas dibe û li van hemû qeyranên rû li welatê me kiriye, bi pêwîstî dizanim daxwaz ji hemû Kurdistaniyek bikim ku bi awayeke rastbîniyê rûbirûyê vê rewşa neguncav bibin û li asta berpirsiyariya dîrokî da bin û berev asayîkirin û nehiştina alozî û nexweşiyan hengavan bavêjin. Niha Kurdistan ji hemû demekê zêdetir pêwîstî bi zarok û gedeyên xwe yên dilsoze bo ku welatê xwe ji nexweşî û planan biparêzin.

Dîrok şahidiya ewe dide me û şanaziyê dikîn ku me şerê Kurd û Kurd heram kiriye ji ber ku gelê Kurdistanê û me hemû aliyek zerereke mezin ji şer û neyekbûn û netebayiyê dîtiye.

Lê belê nabê ev helwesta me bi şaşî bê têgihiştin û îstîxlal kirin bo ku gefa desthilata yasayî ya Herêma Kurdistanê bê kirin û hewla sepandina îradeyeke çekdaraneya neyasayî li ser xelkê Kurdistanê bê dayîn. Nabê helwesta heramkirina şerê Kurd û Kurd bi wê yekê bê şîrovekirin ku aramî û asayîşa bajar û bajarok û gundên me bê têkdan û welatiyên me bêne neçar kirin ku mal û warên xwe bi cîh bihêlin û bibin qurbanî û bi neheq bêne şehîd kirin û kes jî deng neke.

Piştî êrîşa dirindaneya terorîstên DAIŞê, Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê rû li bereyên şerê dijî terorîstan kirin û gelek li navçeyên tixûbî vala kirin. Bi mixabiniyê ve ji wê demê ve li şûna wê yekê ku piştevaniya ezmuna Herêma Kurdistanê bikin, çekdarên PKK van navçeyên tixûbî û paşê hinek navçeyên din jî dagîr kirin û xwe wekî cîhgirê Hikûmetê sepandin û rêgiriyê li xelkê kirin mal û gûndên xwe avadan bikin û eger serdana navçayên xwe jî bikin bac û seraneyan ji wan werdigrin. Bêgûman ev reftar ne cihê qebûlkirinê ye. Helwesta niştimanperwerane û welatparêzane bi kirdarî diyar dikevê neku bi axaftin û gotaran.

Li vir da pêwîstebi bîra wan bê dema li destpêka destpêkirina bi çalakiyên xwe bûn, me hemû cûreyekê hevkariya wan kirin. Ewan bi berevajiyê ve helwesteke necamêrane nîşan da û paşê li çendîn qonaxan da şer jî li ser me da sepandin û li encamê da em hemû aliyek zerermend bûyîn.

Baştirîn helwest li vê demê da rêz girtine li desthilata şer`î û yasayî ya Herêma Kurdistanê û her wiha valakirina wan hemû navçeyane ku li rêya sepandina hêzên çekdarî hatine dagîr kirin û ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê bûne cihê metirsiyê. Niha jî li gel da bê sedan gûnd ji ber hebûna çekdarên PKK nehatine avadan kirin û bûne qadên şer û pevçûnan.

Li vir da daxwaz ji hemu aliyek dikim bo ku rewşa welatê me ji vê zêdetir têk neçê û cihên wêrankirî bêne avadan kirin û rê li aloziya zêdetir û rûdanên nexwastî bê girtin, pêwîste rê bi xwesepandina neyasayî ya çi aliyek nedin û piştevanê li xebat û qurbaniya Pêşmerge û gelê sîtemlêkiriyê me bikin û li asta berpirsiyariya vê qonaxê da bin.

Mesûd Barzanî
02.11.2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *