Armanca Mêtinkaran ya li Hember Zimanê Kurdî

Armanca mêtinkaran, berî her tiştî, talankirina dewlemendîyên Kurdistanê yên sererd û binerd bûye; ji bo vê talanê bi serfîrazî pêk bînin jî, pêwîstiya wan bi mêtina keda gelê Kurd hebûye. ji bo ku gelê Kurd ji talana dewlemendîyên welatê xwe û mêtina keda xwe re dengê xwe neke û ji mêtinkar û zordaran serî bitewîne, mêtinkaran dest bi înkar, qedexe û rûxandina nasname, ziman, çand, dîrok û hemû rûmetên civata kurd kirine. Gelê Kurd gava ku li hember vê zordarîyê derketîye jî, mêtinkaran bi dijwarî, yanî bi îşkence, koçbarkirin, zîndankirin û komkujî bersîv dayiyê.

Neteweya Kurd, demek dûdirêj e ku ji her mafê xwe yê civakî, sîyasî û çandî pêpar maye. Hebûna gelê Kurd ji alî mêtinkaran ve hatiye înkarkirin, aborîya wî hatîye talankirin, sazîyên wî yên civakî ji holê hatine rakirin û qedexekirin, li ser çand û zimanê wî sîyasetek sîstematîk ya asîmîlasyonê hatîye meşandin. Belkî di dîroka cîhanê de yekem, ji alî mêtinkaran ve zimanê gelê Kurd bi fermî û qanûnî hatîye qedexekirin û ji bo ku bi zimanê serdestan nizanîbûn hatine cezakirin.  Gelê Kurd hatîye zorgakirin ku di çeçoveya vê qanûnîyeta mêtinkaran ya zordarî û çavsorîyê de tevbigere û mecbûr hatîye hîştin ku nasnama xwe înkar bike û zimanê mêtinkaran hîn bibe û bikar bîne. Lewra yê ku nexwestiye zimanê mêtinkaran hîn bibe, an fersenda wan ya hînbûnê çênebûbe, li qereqol, tapû, nifûs, nexweşxane, mahkeme û hemû daîrên fermî hem karê wan nemeşiyaye û hem jî lêdan, tif û heqaretên giran li wan hatiye. Ji bo ku bi zimanê serdestan nedizanîn, li dibistanên serdestan li zarokan û li leşkerîyê jî li xortên kurd, ya lêdan û îşkence hatîye kirin, yan jî bêheş, gêj û eqmaq hatine dîtin; gelek zarok û xortên Kurd jî di warê psîkolojîk de gehîştine encama pirsa ku gelo ew kêmheş û famkor in?!

Hemû dê û bavên Kurd, di bin vê polîtîka dijwar ya asîmîlasyona mêtinkaran de hatine ecikandin, zilm, zor û tadeyî dîtine. Xwedîyê “sûcekî” xwezayî, civakî û ji dervî îrada wan bû. Ji bo ku tenê kanîbûn bi “zimanekî ji bo wan sûc” bû bipeyivana, loma ji bindestbûnê pêve ne dizanibûn sûcê wan çi ye û ne jî kanibûn xwe biparastana. Helbet çareserîyek hebû: Birêxistinbûn û xwe ji bin destê wan zaliman rizgarkirin bû; lê ne rewşa wan, ne jî zanîna wan têrî vêna dikir. Lewra gelek salên rabirdû bav û kalên wan bi berdewamî serî hildabûn, şer kiribûn û xwîna xwe rijandibûn, bi egerên rewşa civakê, şaşî û xayintîyên giran hatibûn kirin, têk çûbûn, lema taqeta berxwedanê jî bi wan re nemabû. Xwedanek ji wan re nebû ku gazîya xwe bigehîninê û alîkarîyekê jê bixwazin. Ji neçarî, hêrs û kulên xwe di nava xwe de fetisandin. Bi tevayî civaka Kurd di ber xwe da û berxwedanek pasîf berdewam kirin; li rûmetên xwe xwedî derketin û peyivîn, stran, çîrok û çanda xwe parastin û bikar anîn; hertim li hêvî û fersenda berxwedan û serhildanek rizgarîyê ma; lê hinek jî ketin bin bandûrek neyênî û çavtirsandî bûn: ji çavsorî û zordarîyê re serî tewandin, mêtinkaran ji wan çi xwest, pejirandin û înkara nasnama xwe kirin. Ketin çalakîyek ku xwe bi neyrên nîjada xwe pejirandin bidin; loma yên werê heta ku li mala xwe zimanê xwe, li xwe qedexe kirin.

Egerên din jî hene, ji asîmîlebûn û xerabûna ziman re: bazara bazirganîyê di destê serdestên mêtinkar de ye. Ji xwe leşkerî û dibistana seretayî mecbûrî ye. Pergalên berhimandinê, alavên xerckirinê yên bi teknîka nû dihatin berhimandin, bi zimanê serdestan tê binavkirin. Li dibistan û leşkerîyê gotinên nû hatin hînkirin. Kesên ku bi sîyasetê û karê rêxistinî têkel dibin, divê pirtûkên zaniyarî, civakî, aborî û fîlosofî bi zimanên serdestan bixwîne. Di vê dema şaristanîya hemdemî de, pêwîstiya her civakê ji medya, ragihandin û komînîkasyonek netewî û navnetewî hey e; ku vana tev bi zimanê biyanî bên xwendin û gohdarîkirin, ew jî dibin egerê xerabûn û wendabûna zimanê netewa Kurd ya di bin nîrê mêtinkaran de.

Hela vana tev li alîkî, hinek partî û rêxistinên ku li ser navê rizgarî, azadî û serxwebûna gelê Kurd derketin holê, mîna ku hunerek be, ji dêvla ku zimanê xwe bi kar bînin û pêşde bixin, dev ji zimanê xwe yê netewî berdan, zimanê netewa serdest bikar anîn. Ev jî, di warê parastina zimanê xwe de, ji bo civaka Kurd bandorek gelek neyênî kir.

Berdewamîya zimanê Kurdî, bêtir di destê dê û bavê Kurd de ye ku zimanê xwe biparêzin û di mala xwe de bi zimanê xwe bipeyivin û zimanê xwe hînî zarokên xwe bikin. Lê hinek dê û bav, menfî, hinek li gorî serpêhatîyên xerab yên weke ku me li jor bilêv kir, hinek jî şaş li pirsgirêka ziman dinerin. Hinek divên: “Zarokên me, bi kîjan zimanî wê bi xwedîyê dîploma û meslek bin, divê berê wî zimanî hîn bibin; Kurdî hîn bûye an nebûye ne pir grîng e”. Yên di vî warî de nezanî, kêmanî û xemên ku dîtine, naxwazin zarokên wan jî bibîne. Yên din, zordarî û tadeya ku ji ber ziman hatîye serê wan, naxwazin ku ew xerabî bêt serê zarokên wan jî. Yên din jî dibêjin: “Zarokên me du zimana bi hev re hîn bibe, wê herdû zimanan jî baş hîn nebin; heger zarokên me berê zimanê serdestan, an yê dewleta biyanî ku lê dijîn hîn nebin, piştre wê zor, an xerabe hîn bibin; wê gavê jî wê di xwendina xwe de serfîraz nebin.”

Gava ku em bala xwe bidinê, nasnama netewakê, herî xurt di ziman de xwe rê dide. Mirov ji dervî daxwaza xwe li welatekî û di civakekê de tê dinyayê. Çarenûsa meriv ya dîrokî, aborî, sîyasî û çandî bi ya wê civatê ve girêdayî ye. Înkara ziman, an înkara netewîtîya xwe, şolîkirina nasnama xwe û xerakirina kesayetîya xwe ye. Dê û bav, di vî warî de xwedîyê helwestek şaş bin, nasname û kesayetîya zarokên xwe jî xirab dikin. Loma ev helwesta dê bavan ya şaş, di seranserê jîyana zarokên xwe de, dibin egera gelek pirsgirêk û alozîyên civakî, çandî, sîyasî, perwerdeyî û psîkolojîk.

Zarokên ku xwedîyê nasnameyek saxlem û vekirî bin, di warê psîkolojîk de, xwe azad û serbilin dibînin û ji xwe bawer û razî ne. Bi zaniyarî hatîye peyitantin ku ji bo zarokekî hînbûna dudo, an sê zimanan gelekî normal e û ne egereke tevlihevîyê, lê berjewendîyek serfîrazîyê ye. Gava ku em di warê rêzimanî, fonetîk û sîntaksê jî binêrin, ji bo hînbûna zimanekî Ewropî, zanebûna Kurdî, bi gelekî hêsantir e ji Tirkî an Erebî.

Weke ku têt zanîn, bi peywendîyên civakî, cudahîya mirovan ji lawiran çêbûye. Ev peywendî zimanek afirandîye. Temamê tevger, rêxistin, berhem, sazî, çand, bawerî û hebûnîya civakekê bi rêya ziman îfade bûye, gehîştîye wate û formekê. Her civak, di demajoyek dîrokî ya taybet û xweser re derbas bûye. Loma tu civak bi berhemên xwe yên civakî, çandî û karekterîstîk bi temamî ne mîna yeke din e. Mademkî em wek endamê civaka Kurd hatine dinyê, ji bo ku em ji xwe razîbin û kesayetîya xwe xwurt û geş bikin, divê em li zimanê xwe xwedî derkevin û geş bikin. Divê dê û bavê Kurd zanibin ku gelek rûmet û teybetîyên dîrok, çand û civava Kurd di zimanê Kurdî de veşartî ye. Gava ku zimanê Kurdî hînî zarokên xwe nekin, zarokên xwe ji wan rûmetên civaka Kurd jî bêpar dihêlin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *