Mesrûr Barzanî: Em naxwazin Herêma Kurdistanê tevlî aloziyên Rojhilata Navîn bibe

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di danûstandineke taybet de bi nûnerên tex û çînên parêzgeha Dihokê re bal kêşand ser çend pirs û mijaran, nakokiyên li Rojhilata Navîn jî yek ji wan bû û di wê derbar de got: “Ew hemû hewlên xwe bidin da ku Herêma Kurdistanê têkelî van pirsgirêkan nebe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Aloziyên li navçeyê rû didin, bêguman dê bandorê li hemû welatên herêmê bike. Lê bi me xweş bû û me kar kir ku Kurdistan têkelî van pirsgirêkan nebe, Kurdistan nekeve şerê gelên din, ev şer ne şerê me ye.”

Herwiha got: “Em dixwazin welatekî ne yê aram hebe û gelê me di nava aramiyê de bijî. Ji şer êdî bes e û em hemû ji şer westiyane û em naxwazin tevlî vî şerî bibin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, wan hemû hewlên xwe dane ji bo ku ji welatên cîran û derdora Herêma Kurdistanê re bibêjin ku Herêma Kurdistanê ne metirsî ye li ser berjewendiyên ti welatekî û got: “Ji bo aştî, aramî û ewlekariya li vê navçeyê zêdetir bibe, em amade ne her tiştî bikin. Em naxwazin bikevin nava vî şerî û tevlî vî şerî jî nabin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişande ser wê yekê ku peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên bihêz û welatên biyanî di asteke gelek baş de ne, peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên derve di astekê de ye ku gelek welat ji herêmekê zêdetir hesabê Kurdistanê dikin. Gelek caran serederî bi Herêma Kurdistanê re wek welatekî serbixwe tê kirin.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *