Mesrûr Barzanî: Em bi yek çav temaşeyî hemî Kurdistanê dikin

Di berdewamiya hevdîtina xwe ya li gel hejmareke welatiyên sinorê parêzgeha Silêmaniyê û îdareyên serbixwe yên Germiyan û Raperînê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewamiya karên Kabîneya Nehê ji bo pêşkêşkirina xizmetkariyan ji hemî welatiyan re tekez kir.

Di çarçoveya bersivdana pirsyar û têbîniyên welatiyên ku di wê hevdîtinê de berhev bûbûn de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir, “Ez dixwazim hûn hemî ji min razî bibin da ku Xudê ji min razî bibe.” Herwesa got, “Em nikarin cudahiyê bikin û em bi yek çav temaşeyî hemî Kurdistanê dikin. Ez itîrafê bi zonên zer û kesk nakim û hemî Kurdistan e û milkê xelkê Kurdistanê ye.”

Di derheqa pirsa mûçeyan de ku pirsyara hejmareke kesên berhevbûyî bû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî careke din ron kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî bizav kirine ji bo ku bi Hikûmeta Îraqê re ji bo çarekirina bingehîn a wê pirsê bigehe hevfêmkirineke hevpar.”

Mesrûr Barzanî herwesa got, “Hemî bizavên me ji bo wê yekê ne ku arêşeya mûçeyan bê çarekirin, tevî ku bizav hat kirin ku pirsa mûçeyan ji bo Bexdayê bê veguhastin û bizav hat kirin ku berjewendiya hizbî li ser berjewendiyên giştî zal bibe û ev rewş ji ber berjewendiya teng a hizbî û kesî hat çêkirin û mixabin hemî arêşe di mûçeyan de hatin komkirin, lê mûçeyan bê keramet û ax çi behayek nîne.”

Serokwezîrî amaje da bizavên wan kesan jî yên ku daxwaz dikir hemî tişt biçin Bexdayê û ragehand, “Ez niha jî her tekîdê li mûçeyên welatiyên Kurdistanê dikim û ji bo çarekirina arêşeyan berdewam di peywendiyê de me.”

Serweriya qanûnê û serxwebûna dadgehan pirsyara yek ji kesên berhevbûyî bû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di bersivê de ragehand, “Welatî dadwerên serekî û dawiyê yên vî welatî ne. Eger hûn desttêwerdanê li dadgehan dibînin an her stem û şaşîtiyekê dibînin, divê we helwest hebe û bêdeng nebin, di hilbijartinan de jî hûn dikarin wan aliyan siza bidin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez li ser giringiya serxwebûna dadgehan û serweriya qanûnê kir û ragehand, “Divê desthilat serbixwe bin û hikûmet desttêwerdanê di sîstema dadweriyê de nake. Eger dadgeh serbixwe nebin, mezintirîn karesat e.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di derheqa giringîdana bi gundan û avedankirina wan de pesna rol û xebata gundan kir û got ku, hemî şoreş qerdarên gundan in û ya ku niha jî heye berhemê xebata wan gundan e ku eger ew neban, şoreş serkeftî nedibûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Li serdema rijêma berê, 4500 gund hatin wêrankirin û vê yekê jî wesa kir ku pareke zêde ya şêniyên wan gundan berê xwe bidin komelgeh û bajaran. Piştî serhildanê jî ji ber hin karên nexwastî, mimkin nebû ku hemî gund hatiban avedankirin. Tevî vê yekê jî, di Kabîneya Nehê de zêdetir giringîdana bi kertê çandinê û jêrxaneya avê ji bo vejandina hejmareke gundan bû paldanek.”

Xirabiya rêyên sinorê deverên Germiyan, Raperîn û Helebceyê pareke pirsyarên welatiyên berhevbûyî bû, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ron kir, “Di dema borî de ji ber qeyrana darayî, birîna budceyê li Bexdayê, kêmbûna bihayê petrolê, paşî rawestandina hinardekirina petrolê û belavbûna pejîka Koronayê, dahat kêm bû û me nekarî hemî pirojeyan bi cih bînin, lê tevî wê yekê jî niha dest bi hejmareke pirojeyan hatiye kirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere jî kir, “Li sinorê Hewlêr û Dihokê pareke kertê taybet û weberhêneran bi xwe berpirsyariya darayî ya bicihanîna rêyên xwe bi stûyê xwe ve girtiye û li ser erkê hikûmetê nebûye.” Daxwaz ji weberhênerên sinorê parêzgeha Silêmaniyê kir ku ji bo alîkarîkirina xelkê deverê ew jî eynî pêngavan biavêjin.

Parastina jîngeha Herêma Kurdistanê û viyana xwezaya xweşik a Kurdistanê pareke din a danûstandinên navbera Serokwezîr Mesrûr Barzanî û welatiyên sinorê parêzgeha Silêmaniyê bû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji hemiyan kir ku jîngeha Kurdistanê biparêzin ku mala mezin a hemiyan e, herwekî çawa çi kesek mala xwe ya biçûk pîs nake. Herwesa pesna çiyageran kir, ku ji bo tendirustiya xwe û parastina xweza û jîngeha Kurdistanê rolekî giring dibînin.”

Giringîdana bi malbat û ciwanan û zewacê pareke din a giringîdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê hevdîtinê de bû û amaje da, “Binemal û mamosta ji perwerdekirina ciwanan berpirsyar in, ku jiyaneke robotî nebe û bandora teknoljiyê nebe sedema wê yekê ku ji keltûr û edetên kurdewarî dûr bikevin.” Herwesa piştevaniya malbatan jî kir ku arêşeyên madî ji bo zewacê nekin rêgir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Pareke pirojeya dîjîtalkirina aborê Herêma Kurdistanê ji bo wê pirsê ye ku ciwan bikarin ne tenê ji hikûmetê belkî ji kertê taybet jî qerên demdirêj werbigirn û bikarin karên xwe bi cih bînin.”

Di derheqa pirsa temamkriina xwandinê û bendemana ciwanan ji bo damezrandinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje da, “Di dema giştî de hejmara peydakirina derfetên karî sinordar e, tenê hejmareke karmanedan ji bo xizmetkirina welatiyan û birêvebirina karûbar û pirojeyan ji hikûmetê re pêdivî ye, lewma pêdivî ye li kertê taybet derfetên karî bên çêkirin ji bo ku ciwan bikarin kar bikin an bibin xwediyên karên xwe. Ji bo wê meremê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê xemsariyê di wê yekê de nake ya ku bikare ji wan re bike.”

Di çarçoveya wê hevdîtinê de, dema ciwanekî behsa vegeriyana xwe kir piştî ku çend caran bizav kiribû biçe Ewropayê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, “Ez dilxweş im ku tu niha li vê derê yî.” Herwesa daxwaz ji wî kir ku li ser yek ji kanalên ragehandinê behsa nexweşiyên wê rêyê bike û daxwazê ji ciwanan bike ku wê rêyê nedin ber xwe. Herwesa Serokwezîr Mesrûr Barzanî careke din piştevaniya xwe ji bo ciwanan tekez kir ku li welatê xwe bizavê bikin û kar bikin, ku dê jiyaneke serbilindtir bikin ji ku berê xwe bidin welatekî biyanî.

Di bersiva pirsyara yek ji kesûkarên enfalkiriyan de li ser vegerandina rufatên enfalkiriyan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her hêsankarî û alîkariyekê ji bo vegerandina wan rufatan berhev e, lê şertê Bexdayê ew e ku divê pişkinîna DNA hebe û paşî dê razî bibe.” Serokwezîr Mesrûr Barzanî ev şertê Bexdayê wekî çêkirina astengan ji bo wê pirsê wesifand.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got, “Mam û pismamên min jî hatine enfalkirin, lê şehîd her şehîd e, ez biçim ser gora her enfalbûyiyekî, ez wesa difikirim ku gora mam û pismamên min e û çi cudahî di navbera şehîdan de nînin.”

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *