DAÎŞ Encamên Dîroka Îslamê û Encamên Parvekirina Şerê Cîhanê 1 ê ye

Di berya ÃŽslamê de di nav Êla Qureyşîyan de dubendîtî û dijberîtîyên giran hebûn. Ev weka her êlê, di nav wan de jî egerên pirsgirêkên civakî bûn. Di serdema destpêka ÃŽlamê de, ev hinek sist bûbe jî lê ev dijberîtî ranaweste û ji destpêka ÃŽslamê ve di nav eshabeyan û Qureyşîyan de xwe nîşan dide. Vê rewÅŸa, xwe di bijartin û rêzkirinên her çar Xelîfeyên pêşî de û di berhevdana Qurana pîroz de… dide nîşandan.

Ev di qada sîyasetê de, di xebat û şerên desthilatdarîyê de, bi haweyek vekirî û xwurt tê xebitandin. Ji xwe ev e egerê kuştina nevîyên Pêxember; ev e egerê çêbûna mezheban; ev e egerê dijminatî û nepejirandina hev ya Mezhebên Sunne û Şîeyan!

Her weha di demajoya dîroka Îslamê de jî, bi giranî her dewleta ku ava bûye, pişta xwe bi mezhebek ve girêdaye û rêvebirîya xwe li ser binpêkirina mezhebê din xebitandîye.

Her weha di ÃŽslamê de, wek gelek olan, hawe û kiryar û berpirsîyarî pir elastîkî ye û ji şîrove û lêpirsînên cuda re gelek vekirîye. Desthilatdar û grûb, li gor berjewendîyên xwe yên sîyasî û civakî, bi asanî karibûne û dikarin nîrxandinên gelek cuda jê derxin. Ji ber vê, ewçend mezheb, terîqet, şêxîtî, cemaet û hwd çêbûne û çêdibin… Ev jî bûye egerê dijîtî û dujminahîya navbera mezheban.

Desthilatdarên van dewletan, çend dijîtîya mezheban geşdikirin, lê ew çend jî cudahîyên gelan jî binpê dikirin, ziman û çandên wan vedişartin, pêşî lê digirtin û tenê ziman û çanda gelê desthilatdar didan pêş.

Vê polîtîkaya hanê, ji serdema destpêka Îslamê heta roja îro jî carna xwurt, carna nermtir, her hatîye domandin. (Belkî Eyûbîyan nekiribe, ji ber vê jî wan qet li gor mezinahî û kiryarên xwe di rûpelên dîroka heyî cîyê pêwist negirtîye!)

Egerê din encamê Şerê cîhanê ya 1 ane.

Di serdema geşbûna Emperyalîzmê de, li Rojhilata Navîn desthilatdar Dewleta Osmanî bû. Osmanî mezheb sunne bûn. Dijberîtî û milmilanîya wan ya herî pir bi Dewleta Persîyan re bû ku ew jî mezheb Şîe bû.

Yek ji encamên Şerê Cîhanê yê 1 ê ev bû ku dewleta Osmanî ji hev perçekir û gelek neteweyên bindestê Osmanîyan azad bûn; lê gelek gel û netewe jî ya ji holê rabûn, yan perçe bûn.

Dewletên Emperyalîst, di Rojhilata Navîn de, deverên ku ji destên Osmanîyan derxistin, bêyî ku li gel, netewe, ol û mezhebên wan mêzebikin, di nav xwe de parve kirin.

Wek mînak; Yemen ji mezhebşîe û mezhebsunne; Misir xaçparêz û sunnî; dewletên xelîc mezhebsunne û mezhebşîe; Lubnan şîî, sunnî, xaçparêz, durzî; Filistîn-ÃŽsrail Sunnî, şîî, cuhî; Sûrî sunnî, elewî, durzî xaçparêz; Tirkî sunnî, elewî; Iraq şîî, sunnî… Lê desthilatdarî, ol û mezheb li hev nakin li dijê hevin..

Wek gel û netewe jî; li Tirkî kurd, tirk û gelek kêmnetewe dijîn, lê desthilatdar Tirk in; Sûrî ereb, kurd, durzî gelek kêmnetewe lê dijîn lê desthilatdar ereb in (berê sûnnî bûn, niha elewîne); Iraq, ereb û kurd û hinek kêmnetewe lê dijîn, lê desthilatdar erb in (sûnnî ne).

Ji xwe Kurdistan, berê di navbera Osmanî û Farisan de perçekiri bû, di dawî şerê cîhanê ê 1 de, perçeyê di bin destê Osmnaîyan de jî bi sê cîyan ve perçekirin.

Ev e bingehê fitneyê, ev e êzingên agirê ÅŸer û pevçûn, kuÅŸtin û xwînrijînê…

Ji ber vê ye ku sînorên bi darê zorê xêzkirî, diheje, xwe ranagire.

Bê guman, îro ev agir, wan dewletên ku van sînoran danîne jî dihejîne û wan ji kiryarên wan poşman kirin dide!

Xwanê ye ku van kiryarên terorîstî yên li ser navê ol û olparêzî tên kirin, wê hêjî gelek êş û janê bidomînin!

Pêwist e ku wan çewtî û şaşîyên dîrokî ku dikarin bên sererast kirin, bi haweyek lezgîn bên sererast kirin. Dewlet û sînorên heyî, li gor netewe, gel, ol û mezheban bên rastkirin, daku ev êş û jan bê kêmkirin.

Bêguman, yên ku ji van çewtîyên dîrokî, êş û jana mezin kiÅŸandîye yek jê jî Kurd û Kurdistan bi xwe ye. Heta welatê me Kurdistan ji van qeyd û zincîrên bindestîyê rizgar nebe, êş û jana me jî ranaweste…
15-01-2015

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *