MENTȊQA TORȆ Ȗ BAJARȆ MIDYADȆ

Nurî ALDUR

Coxrafȋk: Midyad bajarê herȋ mezin yên mentȋqa Torêye, anjȋ bi gotinekedin Midyad merkeza Torêye. Ji Midyadê merov karê di Hezex(Idil)ê re herê Cizȋre Botan ȗ ji wir jȋ ber bi Zaxo ȗ Bașȗrȋ Kurdistanê biçê. Merov ji Midyadê karê di Kercos (Gercüș)ê re herê Batman, Pișêrȋyê ȗ Sêrtê jȋ. Çȗna bajarê Mêrdȋnê jȋ di Mahsertê(Ömerli) anjȋ Stawrê(Savur)re derbasdibê. Ȗ midyadȋ di Serê Avê re derbasȋ Nisêbȋnê dibin ȗ ji wir jȋ karin herne Kamișlo ȗ Rojavayȋ Kurdistanê.

Etnȋsȋte/netewe ol/dȋn: Li hemȋ mentȋqa Torê ȗ Midyadê gelek netewe ȗ ol hene. Kȋne evan neteweyan,  ol ȗ dȋn ? Ewan kurdin, asȗrȋ/sȗryanȋ ȗ mihelmȋne/erebin. Ol ȗ dȋn jȋ misilmantȋ, mesȋhȋtȋ ȗ êzȋdȋtȋ ye anjȋ zerdeștȋ ye.

Ziman/komȗnȋkasyon: Halȋ hazir zimanê kurdȋ ye ku hakȋme li Midyadê,  lê belkȋ jȋ di van demên dawȋde zimanê tirkȋ girantir xwe didê xwȋyakirin; kȋ ew jȋ ne ecêbe ji ber ku ew zimanê serdeste ȗ yên hemȋ komȗnȋkasyona resmȋ/dewletê, medȋa ȗ pedagojȋyêye. Zimanê sȗryanȋ berê Li Midyadê qewȋnbu, lê bi koça sȗryanȋyan di salên di 1970 – 1980 yan de bandora xwe kêmkir; balam di van demên dawȋde têt gotin ku gelek asȗrȋ/sȗryanȋ divegerina Midyadê ȗ Torê ȗ eve belkȋ rola zimanê sȗryanȋ geștir bikê. Zimanê mihelmȋkȋ anjȋ arebȋ jȋ li Midyadê(Ȇstilê) heye ȗ têt axaftin. Helbet li gelek gundên Torê anjȋ li mentȋqa Torê, ev her sê ziman/netewe ȗ ol hene.

Jȋyana sosyal/civakȋ: Bê goman van neteweyan/olan li gel hev anjȋ pevre rojên reș ȗ tarȋ derbaskirine ȗ neheqȋ lev kirine – lê pevre dostanȋ, xwișk ȗ biratȋ ȗ hevaltȋ jȋ avakirine. Sebebên vê negativȋzmê helbet wê ne yek ȗ didobin; lê li gor bawerȋyamin tȗnebȗna ȋdareyên baș ȗ qenc sebebeke herȋ giringe ku ew bi serên hev di ketin ȗ pașketȋ man. Mȋsal ȗ serpêhatȋyên pozitȋv/ erênȋ jȋ ne kêmin, gelek kesan kirȋvȋtȋ, dest ȗ birakȋ pevre dikirin.Li hinek gundan(mȋna gundê Mizȋzexê dêr ȗ mizgevt di rex hevdebȗn) nêzȋkȋyek gelek xweș ȗ șêrȋn di nabeyna kesande çêbȗbȗ ȗ çêdibȗ.

Di nivȋsaminȋ werê de ezê li ser netewa kurd li Torê ȗ Midyadê binivȋsim. Demxweș.

2025.03.02

Nuri Aldur

 

(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *