Werzîşvanê navdar ê ji Qamişloyê Kêfo Osman û Endama Meclîsa Giştî ya PYDyê Menîce Haco Heyderê jî di bombebarana Bendava Tişrînê de canê xwe ji dest da.
Balafirên Tirkiyeyê doh sivîlên ku ji bo xwenîşandanê çûbûn Bendava Tişrînê bombebaran kirin.
Ji bilî şanoger û lîstikvan Bavê Teyar, 5 kesên din jî canê xwe ji dest da.
Her wiha zêdeyî 20 şêniyan jî birîndar bûn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişloyê nasnameyên 5 kesên ên ku di êrişa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye eşkere kirin.
Li gorî Meclisa Malbatên Şehîdan, navên kesên canê xwe ji dest daye wiha ne:
“Ekrem Rixo, Kêfo Osman, Menîce Haco Heyder, Mizefer Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm.”
Werzişvanê navdar ê ji Qamişloyê Kêfo Osman yek ji wan kesan e ku canê xwe ji dest daye.
Kêfo Osman di hemû temenê xwe de mijûlî werzişê bû û çend tîmên futbolê li Qamiloyê damezirandine û wekî rahêner heta roja dawî ya jiyana xwe karê werzişê dikir.
Keça Kêfo Osman jî sala 2015an, di şerê Kobaniyê yê li dijî DAIŞê de canê xwe ji dest dabû.
Endama Meclîsa Giştî ya PYDyê jî canê xwe ji dest da
Li aliyê din Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî ragihand ku endama Meclisa Giştî û Hevseroka Ofîsa PYDyê ya Qamişlo Menîce Haco Heyder jî di êrişa li Bendava Tişrînê de canê xwe ji dest daye.