Melayên Herêma Kurdistanê Îranê protesto kirin

Mamostayên olî yên îslamî yên li Heerêma Kurdistanê êrîşa mûşekî ya rejîma Îranê ya li dijî Hewlêrê şermezar kirin.

Mamostayên olî, ji ber êrîşa mûşekî ya rejîma Îranê ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ya li dijî welatiyên sivîl, li Hewlêrê kom bûn û bi daxuyaniyeke çapemeniyê rejîma Îranê protesto kirin.

Di daxuyaniyê de mamostayên olî yên Îslamî destnîşan kirin ku cihê xemgîniyê ye ku welatekî misilman êrişî Hewlêrê bike.

Mamostayan di daxuyaniyê de gotin: “Wek mamostayên olî, tiÅŸtê ku me dilgiran dike ew e ku welatekî cîran ê bi nav Îslam e, êrîşeke wiha dike û em vî welatê misliman riswa dikin. Pêxemberê ÃŽslamê gotiye ku gunehê tikbirina Kabeyê pir hindiktire li hember gunehekî ku mislimanek xwîna mislimanekî birêje. Ji ber vê yekê wek mamostayên olî yên ÃŽslamê yên Kurdistan em daxwazê ji rêberê olî û serokkomarê ÃŽranê dikin ku vê rewÅŸa aloz çareser bikin û careke din êrîşeke wiha ya nerewa li dijî gelê Herêma Kurdistanê nekin.”

Mamostayên olî destnîşan kirin ku Herêma Kurdistanê aramgeha pêkvejiyana hemû pêkhateyên olî û neteweyî ye û ji ber vê taybetiya xwe, tu kes xwe li Herêma Kurdistanê weke mêvan nabîne.

Di dawiya daxuyaniyê de mamostayan ji komelgeha navneteweyî daxwaz kirin ku li hember vê zilmê bêdeng nemînin. 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *