Mela Bextyar: Dadgeha Federalî dixwaze piroseya demokrasî li Îraqê bidawî bîne

Siyasetmedarekî Herêma Kurdistanê amajeyê dide, “Biryarên Dadgeha Federalî metirsîdar in û amaje wê yekê digehînin ku ew dadgeh dixwaze pirsoeya damokrasî li Îraqê bidawî bîne”.

Siyasetmedarê Herêma Kurdistanê Mela Bextyar îro (Pêncşem, 07.03.2024) di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, “Dadgeha Federalî dixwaze dewleteke navendî û mezhebî çê bike”.

Wî siyasetmedarî behs jî kir, “Eger merema wê dadgehê bicihanîna destûrî ba, dê berî deh salan biryar li ser madeya 140ê daba, lê amaje ron in ku daxwaza erebîkirina deverên Kurdistanî ji aliyê Bexdayê ve berdewam e”.

Mela bextyar herwesa got, “Biryarên Dadgeha Federalî metirsîdar in û amaje wê yekê digehînin ku ew dadgeh dixwaze pirsoeya damokrasî li Îraqê bidawî bîne”.

Dadgeha Federalî di heyama van 7 salan de hejmareke biryaran li dijî qewareya Herêma Kurdistanê û pêkhatên din ên Îraqê derxistiye.

Li sala 2005ê ku Îraq di qomaxa veguhertina desthiladariyê de bû, Dadgeha Federalî bi biryareke wezarî berî nivîsîna destûrê nû yê Îraqa federalî hat damezrandin.

Li dû madeya 92ê ya destûrî, ew dadgeh hêşta nehatiye nav bazinê destûrê dewleta federalî, lê bi biryarên xwe yên sepandinê li ser dijatîkirina qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê û netewe û pêkhatên din ên Îraqa federalî berdewam e û bi eşkereyî destûrê welatî binpê dike.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *