Mehkemeya Ruhayê 15 meh ceza li Siraç Kirici yê endamê meclîsa PAKê birî

Mehkemeya Ruhayê 15 meh ceza li  Siraç Kirici endamê meclîsa PAKê birî

Mehkemeya Ruhayê îro(21.12.2018) 15 meh ceza li  endamê meclîsa PAKê , hevalê me SiraçKirici birî.Bicîhanîna ceza hate taloq  kirin. Parêzerên Siraç Kirici   îtîrazê li MehkemeyaBilind bikin.

Cîhgirê Serokê Giştî PAKê Feyyaz Ekmen û endamê Meclîsa PAKê Siraç Kırıcı, roja22.11.2018an, gava ku ji Almanyayê dihatin Tirkîyeyê, li Balafirhega İzmîrê hatibûn girtin.

Sîraç Kirici û Feyyaz Ekmen rojekê li Emnîyeta îzmîrê hatin desteser kirin.

Paşê Mehkemeye Îzmirê ew berdan û di derbarê wan de cuda cuda doz hate vekirin.

Daniştina yekem ya mehkemeya Siraç Kirici îro li Ruha .

Mehkemeya Ruhayê di daniştina yekem de 15 meh ceza li Siraç Kirici birî.

Sebebê cezayê parve kirinên li ser sosyal medyayê yên di derbarê wêneyên jenosidênHelebçeyê û  Enfalê û parve kirina wêneyê Alaya Kurdistanê .

Baş e, çi eleqeya wêneyên jenosîdên Helebçe û Enfalê û Alaya Kurdistanê bi propagandaya PKK-KCKyê ve heye?

Siraç Kirici damezranêr û endamê Meclîsa PAKê ye, mehkemeya Ruhayê ji ber van parvekirinên yên ku tu eleqeya bi PKK-KCKyê ve tune ye, bi îdîaya ‘’Propagandaya PKK-KCKyê’’ 15 meh ceza birîn.

Ev biryara Mehkemeya Ruhayê ne biryareke hiqûqîye, biryareke sîyasî ye.

Ev biryara nîşana betehamulîya azadîya ramanî ye.

Ev biryara nîşana bêtehamulîya hemû gotin û nirxên di derbarê miletê Kurd ye.

Em biryara Mehkemeya Ruhayê protesto dikin.

Berîya cezayê, ji ber parve kirinên wan yên di sosyal medyayê de, li endamên MeclîsaPAKê Mehmet Ermiş, Kutbettin Yıldız û hinek endamên PAKê cezaya hefsê hatibû birîn, diderbarê Serokê Giştî PAKê û gelek rêvebir û endamên PAKê de lêpirsîn hatibû destpêkirin, doz hatibû vekirin.

Heta îro bi hefs û desteser kirin û zordarîyê li ber doza azadî, demokrasî û edale nehatîyegirtin û ji îro  ve tu biryar nikaribe li ber li doza rewa ya gelê me bigire.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *