Mazlûm Ebdî: Baweriya min bi Serok Mesûd Barzanî heye

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ragihand, min daxwaz ji Serok Barzanî kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên me yên ligel Tirkiyê navbeynkariyê bike.

“Baweriya min bi Serok Barzanî heye”

Mazlûm Ebdî di derbarê hevdîtina xwe ya li gel Serok Mesûd Barzanî ya li Hewlêrê de ev tişt anî ziman:

“Armanca hevdîtina min û Serok Barzanî rawestandina êrîşên Tirkiyê bû. Min daxwaz ji Serok Barzanî kir ku di çareserkirina pirsgirêkên me yên ligel Tirkiyê de navbeynkariyê bike. Ji ber ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi taybetî Serok Barzanî li gel Tirkiyê hene. Serok Barzanî soz da ku gotûbêj wê berdewam bin, baweriya min bi wî heye.

Me li gel Serok Barzanî jî behsa bûyerên Sûriyê û garantîkirina mafên kurdan di Destûra Sûriyê de kir. Ev mijar ji bo hemû Kurdan bi taybetî ji bo Serok Barzanî girîng e. Bandora Herêma Kurdistanê li ser hêzên siyasî yên herêma me heye. Serok Barzanî dikare di yekxistina helwesta Kurdan de rol bilîze. Di hevdîtina xwe de me li ser girîngiya çûna Kurdên Şamê bi yek şandê gotûbêj kir. Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê giringiyê didin vê pirsê.”

Abdî da zanîn ku ti têkiliya wan bi Îranê re nîne û got, “Ti têkiliyên me yên eşkere û nehênî bi Îranê re nînin. Her çend ji me re pêşniyar bikin ku em bi wan re têkilî daynin jî, em red dikin. Ji ber ku Îranî beşek ji pirsgirêka Sûriyê bûn. Komên Îranê 4 salan li Dêrezorê êrîşî me kirin. Em bi xwe bêpîlotên ku di destê me de ne çêdikin. Me tu moşek ji Îranê wernegirt. Me heta niha 6 firokeyên Tirkiyê xistine xwarê.”

Derbarê daxuyaniyên Serokê Rêveberiya Demkî ya Sûriyê Ehmed Şera de Mazlûm Ebdî got, “Daxuyaniyên Ehmed Şera erênî ne, em li bendê ne ku gotinên wî rast bên.”

Abdî anî ziman ku gelek binpêkirinên li ser gelê Kurd hatine kirin û got, “Em Kurd bin jî, nasnameyên me dibêjin em Ereb in. Em ne li gel nivîsandina peyva “Ereb” li ser navê Komara Sûriyê ne.”

Derbarê hebûna hêzên Amerîkî li Sûriyê jî got: “Em piştgiriya hêzên Amerîkî yên li Sûriyê dimînin dikin. Ez di wê baweriyê de me ku Amerîkî dikarin pirsgirêkên di navbera HSD û Tirkiyê de çareser bikin.”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *