Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller der barê rûdawnên li Sûriyeyê got, “Ji bo sivîlên li Sûriyeyê çi ji destê me bê em dê bikin.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller îro di civîneke rojnamegeriyê de bersiv da pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde.
27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.
Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin, 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.
Matthew Miller derbarê rewşa li Sûriyeyê got:
Di nava hêzên koalîsyona ku li Sûriyeyê li dijî DAIŞê hatine avakirin de leşkerên me hene.
Em ji bo rê li vejandina DAIŞê ya li Sûriyeyê bigirin li wir in.
Lêbelê, ez dikarim bibêjim ku em her dem peyamê didin aliyên ku em pê re kar dikin çi li Sûriyeyê û çi li her devereke cîhanê hemû tedbîran ji bo parastina xelkê sivîl bigirin.
Em ji bo parastina sivîlên li Sûriyeyê çi ji destê me tê dikin.”
Pirsa li ser jînên dîl ên Kurd
Diyar Kurdê dîmenên miameleya xerab a li dijî sivîlan bi taybet jinên ku dîl hatin girtin bi bîra Matthew Miller xist û xwest bizana helwesta Amerîkayê çi ye.
Lêbelê, Miller diyar kir ku di derbarê vîdeoya navborî de ti agahiya wî nîne û ew nikare şîrove bike.
Li gorî zanyarî û dîmenên ku çekdarên êrişkar belav kirine, çekdarên hêza bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê” ya ser bi Tirkiyeyê ve li navçeya Til Rifetê 2 şervanên YPJyê û şervanekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dîl girtine.
Fermandariya Giştî ya YPJyê derbarê jinên dîl hatine girtin û êrişên çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên girêdayî Tirkiyeyê yên li Heleb, Şehba û Til Rifetê daxuyanî dabû.
YPJyê diyar kiribû ku ji kiryarên çekdarên êrişakar ên li dijî jinên esîr ên birîndar Tirkiye berpirsyar e û da zanîn ku dê li eniyên şer hesaba wê bê pirsîn.
Fermandariyê bangî saziyên navneteweyê kiribû ku ji parastina mafê êsirtiyê bikevin nava liv û tevgerê.
Rûdaw