7 kolberên Rojhilatê Kurdistanê li sînorê Helebcê hatin girtin û serên wan tiraşîn û sivikatî bi wan kirin

Li sînorê Helebcê 7 kolberên kurd ên xelkê Rojhilatê Kurdistanê hatin girtin û sivikatî bi wan hate kirin û serên wan hat tiraşîn.

Vê derbarê de rojnamevanekî bajarê Silêmaniyê nîgeraniyên xwe li ser vê destdirêjiya li ser kolberên Rojhilatê Kurdistanê li Helebcê ku ew dever bi giştî di bin desthilata YNKê de ye anî ziman û dibêje: ‘’Ew reftare ti bahaneyekî wê û heceta wê tine û tenê dubendiyê ava dike.’’

Rojnamevanê bajarê Silêmaniyê Selahedîn Kurdistan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Mixabin tişta ku me dît di wê girte vîdeoyê de derveyî êş û azar gehandina kurdan ne çi tiştekî dine, ji bo wê tîka dikim exlaqê rêznegirtinê li kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên bi hincetên cuda ragirin.’’

Herwaha got: ‘’Beşekî piraniya netewa kurd jî li Rojhilatê Kurdistanê ye, li gel xweşî û nexwaşiyên başûr û parçeyên din ên Kurdistanê de bûne, zîrevanên sînor ku bixwe kurdin, bi çi mafekî bêrêziyê li hember wan dike?’’

Selahedîn Kurdistan got: ‘’Ew zîrevanên sînor kurdin, ku ew kar li hember wan kolberên kurd kirine. Qasê serê derziyê jî wijdan û mirovahî û kurdbûn li gel wan tine, eger na çawa li hember kolberên kurd wê bêrêziyê dikin û wêneyekî wisa kirêt nîşanî kurdên aliyê din didin.’’

Rojnamevanê Silêmaniyê got: ‘’Ez Rojhilatê Kurdistanê wek nava destê xwe dizanim û xelkê wê dinasim, hûn dizanin ew reftar dê çi nêrandineke xirab li ser Başûrê Kurdistanê ava bike. Bila ew zîrevanên sînor di bin desthilata yasayî ya Bexdayê de be, lê ma ruhê zîrevanê sînor û mêjiyê wan xwedê girawî kurd e. Ew reftar çi hecet û bahaneyekî wê tine û tenê dubendiyê li dû xwe dê bîne. Ji bo wê eger ew zîrevanên sînor zîrekin bila rê li bazirganên hişber bigrin, ne ku kolberekî xwelîser ê ji bo pariyekî nan lingê xwe avêtiye vî alî sînor tu diçî digrî, biçin rêgiriyê li diziya dahatên sînor û deriyên sînor bikin û wê ragirin.

Selahedîn Kurdistan got: ‘’Ser tiraşîn ango hetikandine, hûn bi çi mafekî serê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ditiraşin û dijûnan li netewa kurd didin û dihetikînin? Sed dijûnên pîs li wan xortane dane û serê wan tiraşîne. Bi çi mafekî? Ew kolber kurdin û nebûne cehş, besîc û koleyên Sipaha Pasdarên Îranê, bi pişta xwe bar anîn û birinê ve nanê rojane ya malbata xwe derdixin, hûn çawa sivikatî û heqaretê li wan dikin?’’

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *