Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’

Li parêzgeha Sineyê ya Rojhilata Kurdistanê 5 sal cezayê zindanê li mamosteya zimanê Kurdî Sirwe Pûrmihemediyê hat birîn.

Li Rojhilatê Kurdistanê girtin, cezakirin û desteserkirina aktivîstên mafên mirovan û zimanê Kurdî berdewam dike.

Herî dawî 5 sal cezayê zindanê li mamosteya zimanê Kurdî Sirwe Pûrmihemediyê hat birîn.

Mamosteya xwebexş a Kurdî Sirwe Pûrmihemediyê li ser biryara dadgehê doh êvarî ji Rûdawê re got:

“Piştî Şoreşa Jîna Emînî bi tohmeta pêkanîna koma û komeleyên neyasayî em 4 kes hatin desteserkirin lê rastiya karê me bi awayekî xwebexş tenê fêrkirina zimanê Kurdî bû.

Du hevalên me ji aliyê Dadgeha Parêzgeha Sineyê ve bêsûc hatin dîtin û azad bûn lê ez û Îdrîs Minberî hatin cezakirin.

Destpêkê cezayê min 10 sal bû, piştre li Dadgeha Îstînafê wekî 5 salan hat kêmkirin lê cezayê Îdrîs Minberî du sal e û niha li Dadgeha Îstînafê ye. Di hemû rûniştinên dadgehê de ez û parêzerê min amade bûn.”

“Karê me fêrkirina Kurdî ye”

Li gorî gotina wê, dê roja îro bicihkirina cezayê wê dest pê dike û dê bê girtin.

Sirwe Pûrmihemedî xelka Sineyê ye û aktivîsta Rêxistina Nojîn e ku wekî ew dibêje: “Karê rêxistina me fêrkirina zimanê Kurdî û şopandina pirsgirêkên civakê ye.”

Li gorî madeya 15an a Destûra Îranê, xwendin bi zimanê dayikê li dibistan û xwendingehên wî welatî ji bo hemû neteweyên cuda yên Îranê meşrû ye lê ev madeya destûrê heta niha ji aliyê hikûmetê ve nehatiye bicihkirin. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *