Mahmud Al koça dawîn kir

Mahmud Al yek ji rêvebirên PDK-KUKê bû û heta dawîya jîyana xwe jî wek kesayetîyek welatperwer di civata Kurd de xwedî helwest bû. Mahmud Al Eczacî bû û li Bakurê Kurdistanê û di nav refên KUKê de jî bi navê Eczacî dihat nasîn. Mahmud Al di sibata sala 1978an de bi çend hevalên xwe re başdarî nava refên KUKê bû û wî bi xebat û helwesta xwe çalakî û xebata KUKê ya welatperwerî bihêztir û geştir kir.

Mahmud Al wek gelek hevalên xwe, ew jî piştî darbeya leşkerî ya 1980 derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Piştî demek dirêj, ji Surîyê derket û wek penaber hate Swêdê, li Stockholmê bi cîh bû. Birêz Mahmud Al, di civata bakurê Kurdistanê de kesayetîyek dihat hezkirin. Mirovekî civatî û Kurdistanî bû û di nav refên welatperweran de kesayetîyek hêja dihat naskirin.

Mahmud Al, li Stockholmê bi nexweşîya penceşêrê ket û demek dirêj dijî vê nexweşîya kambax li berxwe da; lê mixabin di 2/3/2022 an de li Stockholmê jîyana xwe ji dest da û beşdarî kerwanê pakrewanên Kurdistanê bû. Ruhê wî şad û Goristana wî Gulistan be.

 

Em hevalên wî, ji malbat û hezkirîyên wî re sersaxîyê dixwazin û êşa wan parve dikin.

Nezir Akat

Zinar Soran

M.Selim Uzun

Sait Aksoy

brahim Guçlu

Åžukri Urgun

Ahmet Yuzer

Kasim ozkan

Elî Ertaş

Dicle Kizil

Baran Bozkan

Yusuf Aydin

Mehed can Ozbay

Ismail Ay

Edip Galip

Kamuran Celalê Xursî

Nurî Kilic

Kemal Adar

Sidik Degirmenci

Sedat Cinar

Nuri Botan

Cabir Yoldas

Şêx Baha Mutlu

Xidir Uso

Emin Narozi

Serdar Rusan

Nuri Çelik

Abdurrehmanê Gundiki

Suleyman Akkoyun

Selam Ciziri

 

 

 

 

 

 

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *