Bi minasebeta salvegera koça dawî ya 43yem ya Mistefa Berzanî nûnerên PAK serdana mezelê wî kir; li Amed û Batmanê ew bi bîranîn!

Heyeta PAKê seredana mezelê Mele Mistefa Barzanî kir

Bi minasebeta 43yêmîn salvegera koça dawî ya rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî, heyeteke PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) roja 01.03.2022yê seredana mezelê Mele Mistefa Barzanî kir.

Heyeta PAKê ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê), Berpirsê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Birêz Orhan Kaya, endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Birêz Temo Ayas û endamên PAKê yên li Başûrê Kurdistanê pêk hatibû.

Birêz Şêx Xelat Barzanî yê nûnerê Birêz Serok Mesûd Barzanî, bi heyeteke qelebalix pêşewazîya heyeta PAKê kir û ji ber vê seredanê spasîya xwe anî ziman.

Heyeta PAKê çelengeke destegulê danîn ser mezelê rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) Birêz Orhan Kaya,li ser mezelê Mele Mistefa Barzanî ev axaftina kir:

‘’Em îro ji bo 43yemîn salvegera wefata rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî li vê derê ne.

Em rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî bi giramî bibîr tînin.

Em kedkarê doza azadîya Kurdistanê, yek ji rêberê gelê me Îdrîs Mele Mistefa Barzanî jî bi giramî bibîr tînin.

Mele  Mistefa Barzanî yek ji rêberên neteweyî yê miletê Kurd e. 

Ew aktor û şahîdê gelek rûdanên dîrokî bû.

Ji roja jidayikbûnê heta wafata wî, jiyana Mele Mistafa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanê , ya di sedsala 20an de ye .

Jiyana Mele Mistefa Barzanî, bi şer, hefs , koçberî, surgun , wêranî û bi trajedîyên mezin ve dagirtî ye. Herweha jiyana Mele Mistefa Barzanî, bi xweşî û nexweşîyên xwe, bi serkeftin û şikestinên xwe, bi welatperwerîyê, bi xebat û têkoşîneke bêwestan, bi hêvî, dilsozî û biryardarîyê, bi berxwedanê  ve hatîye hûnandin.

Mele Mistefa Barzanî, bi rêbaz û xebat û têkoşîna Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx Ahmed Barzanî û di medreseya welatperwerîya wan de perwerde bûye.

Rêbaza Mele Mistefa Barzanî, berdewamîya rêbaza doza Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, îhsan Nurî , Pêşewa Qazî Mihemed e.

Alaya Kurdistanê ya ku Pêşewa Qazî Mihemedî teslîmî Mele Mistefa Barzanî kir, tu carî li erdê neket. Û ew alaya ku Mele Mistefa Barzanî teslîmî pêşmergeyên Kurdistanê kiribû, bi gelek êş û zilm û qetlîaman ve, lê bi têkoşîna pêşmergeyên qehreman, bi  têkoşîna  hemû kedakarên doza azadîyê li Başûrê Kurdistanê îro bi awayekî serfirazî li ser Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê li ba dibe.

Mele Mistefa Barzanî, pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêberek bû, serokek bû, niştimanperwerekî dilsoz bû. Di qada navneteweyî de cîhekî xwe yê girîng hebû.

Ji bo Mele Mistefa Barzanî û ji bo hemû şehîd û kedkarên têkoşîna azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê, dê xelata herî mezin, yekgirtina hemû hêzên neteweyî, niştimanî be; dê lê xwedî derketin û pêşde birina destkeftinên Federe yên Herêma Kurdistanê be; dê azadî û serxwebûna Kurdistanê be.

Em di 43yemîn salvegera wefata wî de, rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî bi giramî bibîrtînin’’.
01.03.2022

Buroya Çapemenî û Ragehnadinê ya PAKê

 

PAKê li Amedê û li Batmanê Mele Mistefa Barzanî Bibîranî

PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) bi minasebeta 43yemîn salvegera koça dawîya rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî roja 01.03.2022yê li Amedê û li Êlihê(Batman) civînên bibîranînê li dar xist.

Li Teşkîlata Amedê ya PAKê bi beşdarîya endamên PAKê û gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî hate bibîranîn.Telewîzyonên Kurdî jî ev birîranîna bi zindî weşandin.

Civîna bibîranîna li Amedê bi rêzgiritna ji bo Mele Mistefa Barzanî û hemû şehîdên Kurdistanê destpê bû.

Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran bixêrhatina beşdaran kir û li ser navê PAKê girîngî û rola Mele Mistefa Barzanî ya di têkoşîna neteweyî ya her çar perçeyên Kurdistanê de anî ziman.

Hanîfî Tûran got ‘’Rêbaza Mele Mistefa Barzanî, berdewamîya rêbaza doza Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, Îhsan Nurî , Pêşewa Qazî Mihemed e… Ji bo Mele Mistefa Barzanî û ji bo hemû şehîd û kedkarên têkoşîna azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê, dê xelata herî mezin, yekgirtina hemû hêzên neteweyî, niştimanî be; dê lê xwedî derketin û pêşde birina destkeftinên Federe yên Herêma Kurdistanê be; dê azadî û serxwebûna Kurdistanê be’’.

Piştî axaftina Hanîfî Tûran , lêkolîner û nivîskarê Kurd Kerem Serhedî di derbarê jîyan, têkoşîn, bîr û bawerî, rêbaz û xebatên rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî de semînerek berhemdar  da.

Kerem Serhedî got ‘’Rêbaza Serok Mele Mistefa Barzanî yê  nemir rêbaza netewî ye. Temama jîyana wî  di rêya Kurd û Kurdistanê de derbas bû.Mele Mistefa Barzanî ji bo Kurdan rêberekî mezin e. Em îro jî her di rêbaza wî de ne’’.

Piştî semînera Kerem Serhedî, rewşenbîrê Kurd Şêx  Mîzbeh helbestek di derbarê Mele Mistefa Barzanî de xwend. Rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd Îbrahîm Guçlu û Muhîtîn Batmanî jî di derbarê jîyan û têkoşîn û rola netewî ya Mele Mistefa Barzanî de bîr û rayên xwe anîn ziman.

Li Teşkîlata Batmanê ya PAKê Bibîranîna Mele Mistefa Barzanî

PAKê li Êlihê(Batman)  jî bi minasebeta 43yemîn salvegera koça dawîya rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî roja 01.03.2022yê civîneke  bibîranînê li dar xist.

Bibîranîn bi rêzgirtina ji bo Mele Mistefa Barzanî û hemû şehîdên Kurdistanê û bi Sirûda Netewî Ey Reqîb ê destpê bû.

Serokê Teşkîlata Batmanê ya PAKê  Azîz Ozdemîr bixêrhatina beşdaran kir û li ser navê PAKê girîngî û rola Mele Mistefa Barzanî ya di têkoşîna neteweyî ya her çar perçeyên Kurdistanê de anî ziman.

Azîz Ozdemîr got ’’Alaya Kurdistanê ya ku Pêşewa Qazî Mihemedî teslîmî Mele Mistefa Barzanî kir, tu carî li erdê neket. Û ew alaya ku Mele Mistefa Barzanî teslîmî pêşmergeyên Kurdistanê kiribû, bi gelek êş û zilm û qetlîaman ve, lê bi têkoşîna pêşmergeyên qehreman, bi  têkoşîna  hemû kedakarên doza azadîyê li Başûrê Kurdistanê îro bi awayekî serfirazî li ser Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê li ba dibe’’.

Piştî axaftina Azîz Ozdemîr rewşenbîrê Kurd Şêxmûs Hemo  li ser Mele Mistefa Barzanî helbestek xwend.

Di berdewamîya bernameya bibîranînê de vîdeoyek li ser jîyan, têkoşîn û girîngîya rêberê neteweyî yê Kurd Mele Mistefa Barzanî hate pêşandan.

Herweha li ser vîdeoyê helbesteke xwedê jê razî  rewşenbîr û sîyasetmedarê welatperwerê Kurd rehmetî Seydayê Gurdilî û straneke xwedê jê razî  hunermendê  welatperwerê Kurd rehmetî  Seîd Yûsûf hate pêşandan.

Endamên PAKê û gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd beşdarî bibîranîna Mele Mistefa Barzanî ya li Teşkîlata Batmanê ya PAKê bûn.

01.03.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *