Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê. Sedema şandina balafiran ew e ku Rûsya bi İHAyan ketibû nav seha hewayî ya Polonyayê û Polonya İHAyên Rûsyayê xistibû.
Macron, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku li ser mijarê bi sekreterê giştî yê NATOyê bi Mark Rutte, bi serokwezîrê Brîtanyayê bi Keir Starmer û bi serokwezîrê Polonyayê bi Donald Tusk re axifiye. Macron got:
“Ewlehiya Ewrûpayê esas e. Rûsya piştî êrîşên bi İHAyan kir ser Polonyayê, me bi hevkarên xwe yên NATO re, ji bo sînorê Polonyayê yê Rojhilatê wê biparêzin, ji bo destekê em ê 3 balafirên Rafale li Polonyayê bicîh bikin.”
“Ji bo ewlehiya dewletê ji 10ê Êlûnê heya 09.12.2025an ji bo sînorê Rojhilat biparêzin, me trafîka hewayî kêm kiriye an jê re sînor daniye.” (PK)


