Nurî Aldur
Bê goman fenomena serxwebûnê ne hêsane; sed û belkî jî hezar zahmetî (problem, şert, tehdît, zilim, şer ûhw….) hene. Balam evan hemî zahmetîyan ne ji ”încîl anjî ji qûranê ne” û ne jî ji qanûnên Neteweyên Yekbûyîne. Rewş û politîka der û dor û dinyayê, rola xwe yî herî giring heye. Eger hinek ji dinya bi qûwet bixwazin ku serxwebûna Kurdistanê bêt nasîn, mesele pir hêsan dibe; na, eger ewan nexwazin jî (kî hata niha her wisaye) helbet pirsgirêk hîç çareser nabe; mesele wilqasî vekirî û zelal e.
Lê li gor polisy anjî qanûnên enternasyonal(folkrätten-bi swêdî) sê krîterên pêwîst hene ku di jîyana rojanede pêk tên/tedbîq dibin, da dewletek mîna DEWLET bêt qabûlkirin û bêt nasîn. Pekî çine evan krîteran?
Ew krîteran evanin:
1) eger dewletek coxrafyaka/erdnîgerîyeke xwe hebê
2) eger li ser vê xakê/li ser vê coxrafyayê gelek/neteweyek/miletek hebê
3) eger hûkûmetek ku kontrola xwe li ser gel û vê coxrafyayê hebê Û di salên 1990 an de krîtereke çaremîn ji alîyê Yekîtîya Awrûpa(EU-bi swêdî) hat damezrandin û ewe jî eve
4) ku eve dewlet mafê merovan(mäskliga rättigheter-bi swêdî) binasê û wan tedbîq bike ye”. çavkanî: ji Youtube. werger:n.a
Her kesekî ku bi ojdan û demokrat/hûmanîst be, di zanê ku îroj li başûrê Kurdistanê evan her çar krîteran, li gel hinek kêmayîyan jî be, hene û di jîyanêdene. Pêşketinên infra-struktur (bingehînên teknolojî, sosyal/civakî ûhw…) di qadake bilind de ye, pluralîzmeke(pir partîtî, media, dadgeh û gelek enstîtûyên ûhw….) ku ji her çar dewletên dagirker baştir û maqûltire di jîyana îroj li başûrî welatê me de realîteke. Lê li bêxwedîya Rojhelata navîn û nexasim jî li van dewletên dagirker de – ojdan li ku heye?, demokrasî û hûmanîzm li ku heye? Eve jî pêkan/mûmkûn nîye; eve dibêt mîna ku merov li çolên Sahara yê li ava cemidî bigerêye.
Hemû hûkûmetên ku li Baxdad hatin û çûn(tek tûk ferd/şexs xaric) xwedî panarabîzm bûn û di mesela Kurdistande ji Saddam ne gelekî baştir bûn. Hinek ji wan li dijî kurdan sîlah/şer bi kar anîn(li Kerkuk) û dijminatîya kurd û Kurdistan dikirin û niha jî dikin. Berî bi çend mehan min di nivîseke birêz Ismail Beşîkçîde xwend ku ”serokwezîrê Iraqê/Saduni li Ankara gotîye ku ewan bi federalîzmê xeletî kirin”. De vêce werin û ”vî kerî di vî buhirî re derbas bikin”. Mêrik ji rehetî û xweşîya kurdan acize û poşmana ku kurdan hinek mafên xwe girtine. Eve îspat dike ku Baxdad/saddamokên nû, nifşên ”şabel erebên” nû, hêjî xwedî zihnîyetên pîs û gemarîne û çavên wan barnabê ku kurd bibne xwedî hûzûr û serbestî/azadî.
Lê li gor şopandina minî van rojan, serokatîya başûr gelek aqilana û cesûr haraket dike û eve hem moral û hem jî cesaretê didê me kurdan. Ewan dixwazin hemî probleman bi rêça ”guft go”yan bikin, dîplomatîyê bikin û rasta jî û ez/em hemî jî wilo dixwazin, ji ber ku şer û kûştin ne başa û bo me kurda hê xerabtirre. Başûr ji Baxdad gelekî (bi hemî awayan) pêşketîtir û moderntirre û lewra jî em şer naxwazin û em her li gel dan û standin, guft û goyan û dîplomatîyê ne; lê divêt em vê jî bibêjin ku bi rastî jî, hûkûmeta kurd di warê dîplomatîyê de texsîr nakê û ewan zîrekin.
LÊ DÎSE JÎ GELEK BAŞA Û PÊWÎST E KU PÊŞMERGE HEYE Û DIVÊT HEBÊ JÎ Û HER BIJÎ PÊŞMERGE.
2025.06.08
Nuri Aldur