M.BERZANÎ: Em li bendê ne di pratîkê de çareserkirina pirsgirêkan bibîni!

 

Serok Mesûd Barzanî

 

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî ragihand ku divê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalogan bê çareserkirin û got: “Bi çareserkirina pirsgirêkên ligel Bexdayê geşbîn im.”

Serok Mesûd Barzanî Îro Sêşemê (28.11.2018) li navçeya Pîrmam a Hewlêrê derbarê serdana  xwe ya Iraq, Kuwêt û Îmaratê de daxuyanî da û geşbîniya xwe ya derbarê rewşa herêma Kurdistanê û Iraqê nîşan da û ragehand, di heman demê de naxwaza bendewariyên xelkê Kurdistanê bilind bike.

Serok Barzanî got ku hêviyeke wan a zêde heye ku hikûmeta nû ya Iraqê pirsgirêkên ligel Herêma Kurdistanê çareser bike.

Serok Barzanî behsa armanca serdana xwe y abo Bexda û welatên Kendavê kir û got: “Em ligel hemû aliyan rûniştin, lê ti pêngav û helwêstên me ne li ser hesabê armancên stratejîk ên gelê Kurd in.”

Barzanî da zanîn ku ligel Bexdayê gehiştine têgehiştineke baş û got: “Em li bendê ne di pratîkê de çareserkirina pirsgirêkan bibînin û Herêma Kurdistanê jî dibe hevkar bo çareserkirina pirsgirêkan.” Herwiha got ku bi çareserkirina pirsgirêkên ligel Bexdayê geşbîn e, û tenê yek rê bo çareserkirina pirsa di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye ew jî diyalog e.

Derbarê pirsa Kerkûkê de jî Serok Barzanî ragihand ku “ew dixwazin pirsa Kerkûkê û navçeyên Maddeya 140ê bi rêya destûrê çareser bikin.” Barzanî derbarê destûra Kurdistanê de jî tekez kir ku di van çar salan de dive ew mijar bidawî bibe û bibin xwedî destûr.

Serok Barzanî herwiha li ser pirsekê di derbarê nêta hikûmeta Iraqê de bo çareserkirina pirsgirêkan got: “Me ew nêta çareserkirina pirsgirêkan dît. Lê hîna jî rewş aloz e û pêkanîna hikûmetê temam nebûye.”

Di derbarê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî Barzanî dibêje, gotûbêjên li gel aliyan bo avakirina hikûmetê berdewam in.

Derbarê derbarê derketiina DAIŞê li hinek navçeyên Iraqê de jî serok Barzanî ragihand ku mixabin niha careke din li çend navçeyên Neynewa û Selahedîn û Diyala DAIŞ derketiye û got, şerê DAIŞê berê ji niha hêsantir bû, niha şerê wan girantire ji ber ku DAIŞ heye lê nayê dîtin, ne li ser erdê ye.

Di derbarê peywendiyên herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û cîhanî jî serok Barzanî ragihand ku peywendiyên hikûmeta herêma Kurdistanên li gel Tirkiyê û Îranê û aliyên din jî baş in û roj bi roj di pêşveçûnan de ne.

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/281120183

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *