Lîstîkeke PKK/PYD û enîçêkirina terza Baasî û nexşa siyasî li Rojavayê Kurdistanê…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.)

Demeke di çapemenîya Kurdistanê de tê qal kirin ku ENKS û PYD ji bona yekrêzî û yekîtiyê di nav hewildenekê de ne. Di qonaxekê de jî hat gotin ku ENKS û PYD yekrêzî û yekîti ava kiriye.  Ev xebata jî bi daxwaza Emerîkayê û Fransayê û beşek dewletên herêmê dimeşe.

Dema ku ev nûçeya belav bû, diyar bû ku wê demê pirsgirêk dê derkevin. Lewra ji bona berjewendîya kurdan ne û ji bona hesab û berjewendîyên dewletan dê yekîtî ava bibe. Divê em baş bizanin ku tu kes belaş alîkarîya tu kesî nake. Dewlet hîç alîkarîyeke belaş nadin dewlet û neteweyeke din. Ji bona ku berjewendîya wan pêk bê alîkarî didin. Hîç şik tune ye ku dema berjewendîya wan qediya jî ew daxwaz û alîkarî diqede.

Dema ku kurdên parçeyên din ev agahdarî û nûçe wergirtin gelek kêfxweş bûn, gelek şîroveyên erênî hatin kirin. Lê bona ku ez PKK baş nas dikim, loma jî min dizanî ku heta PYD û Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji PKKê neqetin, desthilatdarîya PYD nekeve destê Kurdên Rojavayê Kurdistanê, yekîtî û yekrêzî gelek zehmet e. Heta dikarim bibêjim ku mimkûn nîne. Lewra ez û kurd baş dizanin ku PKK ji bona xêr û xeseneta kurdan, ava nebûye. Ji bona ku pêşîya neteweya kurd bigire, kurdan ji hêjayîyên xwe yên milî dûr bixe, armanca serxwebûnê û dewletbûnê ji holê rake, tarî bike ava bûye.

Rastî jî di pêvejoyê de me dît ku ew agahdarî û nûçe ne rast in. Lewra Salîh Muslim dîyar kir ku bi ENKS re yekrêzî û yekîtîyek çênebûye. Ew rastîya di çapemenîya kurdan de cîh girt.

Wê demê ew kesên nedûrbîn bûn, dîsa ketin nav hêvîyekê.  

Her kurdek li bendê bû ku ENKS û PYD dê yekrêz bin û yekîtî çê bikin. Lê me dît ku di çapemenîya kurdî de nûçeyeke sosret hat belav kirin ku 25 rêxistinên Rojavayê Kurdistanê yekîtî ava kirine.

Lê me dît ku 25 partîyên ne partî û partîyên di bin kontrola PKK/PYDê de yekîtî ava kirine.

Vê nûçeyê di hemû çapemenîya kurd de cîh girt. Ev nûçeya 05. 19. 2020an de hat weşandin. Em li Kurdistan24ê binêrin ku çi hatîye nivîsandin. Ez ji bona ku nexşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê ya perîşan ji bona bibe “îbret-î elem” bi tevayî nûçeyê pêşkêş dikim.

“Li Rojavayê Kurdistanê ji bo ku Yekitiya Kurd bê avakirin ji aliyê 25 partî û tevgerên siyasî, di bin navê “Partîyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd” seywaneka sîyasî  pêkanîn.

Diğer6SMSTelegramViberWhatsAppTwitterFacebooLi Rojavayê Kurdistanê ji bo ku Yekitiya Kurd bê avakirin ji aliyê 25 partî û tevger siyasî di bin navê “Partîyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd” seywaneka sîyasî  pêkanîn.Derbarê kar û erkê wê seywanê, wan alîyan daxuyaniyek belavkirin ku têde hatîye, “Dê bi navê “Partîyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd” çalakiyên hevbeş werin lidarxistin da ku pêşketinên heyî yên derbarê yekitiya Kurd bişopîne, desteyek dê nûnerîniya wan çalakiyan bike.”Li Rojavayê Kurdistanê ji bo ku Yekitiya Kurd bê avakirin ji aliyê 25 partî û tevger siyasî di bin navê “Partîyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd” seywaneka sîyasî  pêkanîn.Derbarê kar û erkê wê seywanê , wan alîyan daxuyaniyek belavkirin ku têde hatîye, “Dê bi navê “Partîyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd” çalakiyên hevbeş werin lidarxistin da ku pêşketinên heyî yên derbarê yekitiya Kurd bişopîne, desteyek dê nûnerîniya wan çalakiyan bike.”

“Ev jî deqa wê daxuyanîyê:

“Ji ber rewşa hestyar a ku Sûrîya û herêm bi temamî tê re derbas dibe, ji ber giringîya hevdîtinên di navbera partîyên siyasî û hêzên kurdî de û ji bo biserxistina destpêşxerîya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) a derbarê yekrêzîya Kurd û yekkirina helwesta siyasî ya kurdî li Rojavayê Kurdistanê de, me partîyên siyasî yên Rêveberîya Xweser a Demokratîk û hin partîyên li derveyî Rêveberîyê li 18.05.2020an civînek li Qamişloyê li dar xist û ev biryar hate girtin:

– Li jêr navê “Partîyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd”, em ê xebatên hevbeş bimeşînin û pêşveçûnên heyî yên derbarê yekrêzîya kurdî de bişopînin ku karê şopandinê jî dê bikeve ser milên nûnertîyeke me ya nûavakirî.

– Me logoyek ji bo Partîyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd bijart.

– Wê bi berdewamî civînên nûnerên van partîyan bên lidarxistin da ku nêrînên cuda yên der barê pêşveçûn û bûyerên nû de bên raberkirin û nîqaşkirin.

 “Partîyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd: Partîya Aştîya Demoqrat a Kurdistanê, Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD), Kongreya Star, Partîya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S), Partîya Kesk a Kurdistanê, Partîya Çep a Demokrat a Kurd li Sûrîyê, Partîya Çep a Kurd li Sûrîyê, Partîya Lîberal a Kurdistanê, Partîya Biratî ya Kurdistanê (PBK), Partîya Niştimanî ya Kurdî li Sûrîyê, Partîya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê, Tevgera Nûjen a Kurdistanê-Sûrîya, Partîya Têkoşîna Demokrat, Partîya Azadî ya Kurdistanî ya Azad,  Partîya Yekîtîya Niştimanî ya Azad-Rojava, Partîya Komarî ya Kurdistanî-Sûrîya, Tevgera Çaksazîyê-Sûrîya, Partîya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partîya Roj a Demokratîk li Sûriyê, Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê, Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî, Yekîtîya Karkerên Kurdistanê (YKK), Partîya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanî, Partîya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûrîyê, Partîya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî)”

Dema ku bîyanîyek vê nûçeyê bixwîne, dê henekê xwe li me bike, dê bibêje ku hezar mixabin ji bona neteweya kurd ku ewqas di bin lîstîkeke mezin de ye.

Li Rojavayê Kurdistanê pênc kes hatine cem hev partîyek danîne. Le serê wan jî şivanek heye, ew jî PKK/PYDê ye. Ew şivana. dê wan hemûyan gelek bi hêsanî teslîmî dewletên gur bike.


Gelo neteweya kurd, miletekî aîrstokrat û bi esalet e. Ev çi rezalet e ku bi destên sîyasetmedaran li serê neteweya kurd ev yeka çêbûye. Dema siyasetmedar li vê nexşe dinêrîn fedî nakin.

1-Ev nexşa siyasî û rêxistinî  rewşa Rojavayê Kurdistanê ya nexweş û beredayî û perîşan diyar dike. Loma jî berîya yekîtî divê ew nexşa sîyasî bê şirove kirin û bê çareser kirin.


Rojavayê Kurdistanê, beşa biçûktirin ya Kurdistanê ye. Nifusa wan jî piştî Şerê Navxwe yê Sûriyeyê nîvî derket derveyî welêt. Gelek herêm jî di bin dagîrkerîya Dewleta Tirk de ne. Herêmên ji derveyî dagîrkirî jî dîsa bi awayekî di bin kontrola dewleta Rûsî, Suriyeyê, Tirkiyeyê de ne. Li Rojavayê Kurdistanê siyaseta Baasî ya nîjadperest ya Kembera Erebî nikarî Kurdistanê bike ereb û nûha bûye ereb. Li Kurdistanê û bi taybetî jî li Qamişliyê hejmara ereban zêde bûye.


Di vê rewş û nexşê de 25 partî xwedêgirawî yekîtî ava kirine. Di nav ENKS de jî 10-11 partî hene. Hejmara partîyên Rojavayê Kurdistanê dibe 35-36 partî. Gelo çend kurdên Rojavayê Kurdistanê navê van partîyan dizane? Kurdek wesat ne, kurdekjî siyasetmedar, dikare ku navê van partîyan bihêjmire? Ev partîyan kê temsîl dikin? Çend endamên wan hene? Serokên wan kî ne?


Hafizekî bawermend jî nikare navén van partîyên Rojavayê Kurdistanê jêber bike. .


Mirov dikare pirsan hîn zêdetir dûv hev rêz bike. Lê ez dizanim ku qiymeta van partîyan tune ye. Hemû jî di bin kontrola PKK/PYDê de ne. Ji wir nan dixwin. Dê çewa serbixwe û azad tevbigerin.


2-Ev nexşa perîşanî û rezaletî û bêşaxsiyetî ya siyasî bi destê Dewleta Sûriyeyê û PKK çê bû. Dewleta Sûriyeyê bi destê PKK sê stratejî meşand. Di van her sê stratejîyên xwe de jî serkeftî bû.

Stratejiya yekemîn: Ciwanên Rojavayê Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê û li deverên din bide kûştin û telef bike û qir bike.

Stratejiya duyemîn: Kurdistanê bi destê PKKê bike ereb.

Stratejiya seyemîn: Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê tasfiye bike. Rêxistin û serokatîya rêxistinên Kurdistanê bê rûmet bike. Kurdan parçe parçe bike. Her pênç kes partîyekê ava bikin, xelk jî bi wan bikene.

3-PKK/PYD ji bona demeke din kurdan bixapîne û xwe ji xirabîyan bişo û xirabiyên xwe dom bike; yekîtiya kurdî û rasteqîne beravajî bike; tevgerek û yekîtiyeke derewîn çêkirîye. Mamosteyên wan baasî û kemalîst di van mijaran de gelek zîrek in.

Ev tevgerandina lîstikeke PKK/PYDê ye.

PKK/PYD dixwaze bi vê riyê xwe ji tawanan bişo.

Rastîyan beravajî bike. Dijbûna xwe ya yekîtiya neteweyî beravajî bike.

Pêşiya yekîtiya rasteqîne û kurdî û Kurdistanî bigre.

PKK/PYD dixwaze ku bi vê lîstikê sînora hegemonya ya xwe fireh bike.

Di heman dem de dixwaze ku rewabûna xwe di ser kurdên paqij re çê bike.

Yekîtiya 25 partîyan çîrok e. Di hemandem de ji bona ku Hêzên Demokratîk Sûriyeyê (HSD) yanî PKK/PYD xurt bikin hatîye damezrandin. Ew hemû grub jî ji alîyê PKK/PYDê ve tê rêvebirin.

Divê PYD dev ji vê metodê berde..

Kurdên dilsoz jî nebin lîstokên wan.

Divê raste rast Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji PKKê veqetin. Rêyeke neteweyî bimeşînin.

Ji curmên PKKê re nebin şirîk.

Wê demê pirsgirêkên me kurdan kêmtir dibin.

Wê demê Kurd û rêxistinên kurd yên rasteqîne li ser bingeha berjewendîya neteweya kurd tên cem hev: Enî, hevkarî, koalîsyona çê dikin.

Wek kurd tevbigerin.

PYD eger bi PKKê re girêdayî be, çi bike nikare xwe ji terorîzmê û xirabîyan û dijmintîya kurdan xelas bike.

DİYARBEKîR, 22. 05. 2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *