Li Zurichê Festîvala Piştgêrîya Referandûma Serxwebûnê bi Coşek Xweş Pêkhat

Ji alîyê rêxistin û kesên serbixwe ve, li  bajarê Zurich-Swîsrê di 19 tebaxa 2017 yan de bi coşek xweş û serketî Festîvala piştgêrîya referandûma Serxwebûna Kurdistanê pêkhat.

Festîval li meydana Helvetiplatz ê bi beşdarbûna van hozanên navdar ve dilên gel, hestên gel bilindtir kirin.

Hozanên Festîvalê:  ŞIVAN PERWER, Miço Kendeş, Xebat Dihokî, Ali Sofî, Dara Sadûn Zîyad Rewandûzî bi saz û dengên xweve civat coşandin.

Her weha  Qada festîvalê bi alayên rengînva seranser hatibûn xemilandin. Di nav alayan de bilindkirina alaya Îsraîl û beşdarbûna Cûhîyên dostên Kurd û Kurdistanîyan coşek din di nav beşdaran de ava dikir.

Bi kêf û şayî, bi govend û dîlan festîvala piştgêrîya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, bi hêvîya gavek zûtir avabûnîya DEWLETA KURDISTANÊ festîval bi dawî hat.

Em hêvîdarin Festîvala 26 Tebaxê ya li bajarê KOLN a Almanya  bi coşek mezin bi hêvîya beşdarbûna hemî KURDÊN LI EWROPAYÊ ve mesajek mezin bide cîhanê, ku hemî kurd li pişt avakirina DEWLETA KURDISTANÊ ne, piştgirê Referandûma SERXWEBÛNA KURDISTANÊ NE!

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *