Li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê sêrlêdana dersên bijarte berdewam e -Video

Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê ji bo dersên bijarte yên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) proseya serlêdanê berdewam e. Ligel ku prose berdewam e kêşeya herî mezin ew e ku rêveberên dibistanan berê gelek xwendekar û malbatan didin dersên olî û bi sedemên cuda astengiyan ji bo hilbijartina dersên Kurdî derdixin. Sendîka û Komeleyên perwerdeyan jî dibêjin hewce ye proseyeke azad be û xwendekar bi îredaya xwe dersen xwe hilbijêrin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarte yên ku sala perwerdeyê ya 2025-2026an ku li dibistanên navîn bên dayîn didome. Xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarên heta 17ê Sibatê dersên zaravayên Kurdî yên weke Kurmancî û Zazakî/Kirmançkî hilbijêrin. Lê belê kêşeya herî mezin di hilbijartina dersan ew e ku rêveberên dibistana berê xwendekaran didin dersên din û astengiyan ji malbatan re derdixin.

Serokê Giştî yê Egitim-Senê Kemal Irmak jî dide zanîn ku Wezareta Perwerdeyê dibêje, xwendekar di vê proseyê de azad in lê, Midûriyetên Perwerdeyê, Wezaret û rêveberên dibistanan li gorî daxwazên xwe dersan didin hilbijartin.

Serokê Giştî yê Egitim-Senê Kemal Irmak ji K24ê re got: “Li ser vê erdnîgariyê gelek kesên bi zimanê Zazakî, Kurmancî, Erebî, Lazkî diaxivin hene. Ev kes bi sedemên curbecûr tune tên hesibandin. Bi nîşandana sedemên weke tunebûna mamosteyan, şertên fizîkî yên dibistanan rê li ber wê yekê tê girtin ku xwendekar û malbatên wan bi azadî dersên Kurdî hilbijêrin. Demeke dirêj e dersa olî mecbûrî ye li dibistanan û ligel vê çend dersên din jî yên olî hene ku rêveberên dibistanan van dersan bi wan didin hilbijartin. Em weke sendîka proseyê ji nêz ve dişopînin ku divê qet midaxeleyî îradeya xwendekaran neyê kirin.”

Li Tirkiye ji sala 2012an vir ve li dibistanên navendî dersên Kurdî wekî dersên bijarte têne dayîn. Dogan Şensesê li Komeleya Ziman Çand û Hûnerê ya ANKAyê dersên Kurdî dide jî amaje dike, divê pêşî hişmendiya li hember ziman bê guhertin û hinbûna zimanê Kurdî hewceye tenê bi dersen bijarte ve neyê girêdan.

Mamosteyê Dersên Kurdî yê Komeleya Ankayê Dogan Şenses dibêje: “Zimanekî ku 30 milyon pê diaxive tu pê bihilbijêrê ev pirsgirêkeke mezin e. Pêşiya zimanê perwerde yê dayikê jî digre. Em dixwazin pêşiya ziman vekin û hemû kes bi zimanê dayikê perwerdeya xwe bibîne. Perwerde tene ji bo hînbûna ziman ne, divê ji dibistanên seretayî destpê bike heta zanîngehê zimanê dayîkê bê dîtin. Lê em vê jî weke pirsgirêkeke mezin nabînin, em li hember jî nînin. Em nabêjin bila gelê me neçe. Lê vê jî birêkûpêk pêk nayênin. Çimkî di hişmendiyê de pirsgirêk heye, di hişmendiya li hember ziman de pirsgirêk heye.”

Li gorî daneyên Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê sala 2024an, 31 hezar û 199 xwendekaran dersen Kurmancî, 3 hezar û 805 xwendekaran jî dersên Kirmanckî ango Zazakî hilbijartine. Herwiha xwendekar dikarin heta 17ê Sibatê dersan hilbijêrin. Endamên sendika û komeleyan jî bangî rêveberên dibistanan dikin ku di proseya hilbijartina dersên Kurdî de zextê li xwendekar û malbatên wan nekin.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *