Li Stockholmê panelek li ser zarok û zimanê Kurdî hat lidarxistin

Li Stockholma paytexta Swêdê bi minasebeta Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, panelek li ser “Zarok û zimanê Kurdî li diyasporayê” hat lidarxistin.

Panel ji aliyê Kitêbxaneya Kurdî a Stockholmê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Swêdê û Radyoya Aştî ve hat amadekirin.

Di panelê de mamosteya Kurdî Dilşa Yûsif moderatorî kir û Rêvebirê Weqfa Kurdên Anatoliya Navîn Alî Çiftçî, Mamosteyê zimanê Kurdî Haydar Diljen, Rêveberê Pirtûkxaneya Kurdî ya Swêdê Newzad Hiror  û Rêvebirê PukBooksê Kawa Onatlî wekî axêver beşdar bûn.

Gelek nivîskar, rewşenbîr û dildarên zimanê Kurdî beşdarî panelê bûn û bi pirs, nerîn û nirxandinên xwe panel dewlementir kir. (Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *