Nivîskar û wergêr Ziya Avci (Elîşêr) li Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê wergera xwe ya pirtûka “Mêjûy edebî kurdî” ya Prof. Dr. Marif Xeznedarî da nasîn.
Berhema hêja ya Maruf Xeznedar ”Dîroka Edebiyata Kurdî” ji heft cildan pêkhatiye. Semîner ji alîyê nivîskarê wergera kurmancî Ziya Avci û serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd M. Alî Kut ve hate li dar xistin.
Civîn bi hevkarîya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê hatibû amade kirin. Gelek nivîskar, rewşenbîr û dildarên edebiyata kurdî beşdarî civînê bûn.
Stockholm/Rupela Nu