Li Şirnexê brûskê li 11 kesan da

Li Şirnexê ji ber lêdana brûskê, 2 kesan canê xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Li gundewarê Şirnexê nêzîkê gundê Kaniya Qaymiqamê, birûskê li komek gundnişînan da ku bo komkirina giya derketibûn derveyî gund.

Di lêdana brûskê encamê de 11 kes birîndar bûn. Birîndar bo çareseriyê bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Li gor zanyariyan, du jinên ku bi giranî birîndar bûbûn canê xwe ji dest dan.

Li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê du roj in baran dibare û li gelek cihan jî lehî rabûn.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *