Beş : VIII
DESPÊKA NİVÎSARÊ
Lİ SER PESNÊ HUKUMDARÊ BOTAN Ê XWEDÎYEQBAL
MÎR ZEYDÎN KURÊ MÎR EBDAL
DİGEL SALİXÊ HER DU XWİŞKÊN WÎ YÊN BİHUSN Û CEMAL
ZÎN Û SİTÎ YÊN BÊEMSAL
Nexşkarê rûpela çîrokê
Salixdeyê lewha dîrokê
Bi vî awayî resm û ayîn raxist û kişand
bi vî terzî qalib lê da û rûpel xemiland
Got: Di dema mêjîn da padîşahek rabû
Di hukumeta xwe da serketî û tuwana bû
Gelên cure cure jê ra stûxwar bûn, hem jî binferman
Nesla wî Ereb bû (M. Emîn Zekî dibêje, ew mîr, kurdê Xalidî ye), lê ew bi xwe mîrê Kurdan
Textê wî li Cizîrê bû, bextê wî jê ra yar
taliê wî xurt û zexim bû, meqamê wî bilind û dîyar
Rom û Ereb û Ecem, jê ra bûbûn binferman
Meşhûr û navdar bû bi navê ”Mîrê Botan”
Bav û bapîr û hemî pêşîyên wî yên navdayî
bi Xalid ve zincîrkirî bûn, bi wî ve girêdayî
Ji wî xwe diparast feleka ceberrût
Ji şûrê Xwedê kişîyabû ew şûrê tazî yê rût
Rewşa welêt bû ew, xeml û xêza dîn bû
Navê wî mîrî, Zeynedîn bû (Mîr Zeydîn)
Mîrîtî ji wî ra bi ”zîn” dihat salixdan
Xemla wî jî her bi ”dîn” dihat pesindan
Şop û rêçik û eserên mêrxasîya wî Mîrê Botan
her der dagirtibû, ji masîyên deryayan heta Hîva asîman
Merkeza dinê bû xwîyê wî, xwetîya wî
Nîşan û halana(şîar) axretê bû mîrîtîya wî
Hatem dibû muhtacê merdîtî û ciwamêrîya wî
Ristem zorbirî dibû li ber mêrxasî û xweşmêrîya wî
Hatem, ji ber pirrbûna ciwamêrîya wî ya mîranî
kaxid û delîla ciwamêrîya xwe pêça û ji holê hilanî
Aqil û huner û şerkarî û ciwamêrî
dîsîplîn û têkûzî û dûzen û kargêrî
Dadmendî û dewlemendî û dîndarî
fermandarî û êrîşkarî û parêzdarî
dagirtî bû ji her yekê ji wan xezîneyeka wî
veşartî bû ji her yekê ji wan defîneyeka wî
Bi destê wî diket bê zehmet û azar
dibû para wî bê zîyan û xesar
her tewir cewher û tiştên kêm peydabûyî yên
ji her rengî tiştên rengxweş û birqok û giranbuha
Hemî tiştên mimkun ên daxwazkirî û xwestî
Xwedê li nik wî kiribûn heyî û xistibûn dest´î (destê wî)
Bi wî, mirov digîha doz û daxwaza xwe
Bi wî, mirov digîha evandî û nîyaza xwe
*
Nava mala wî tijî bû ji nazenînên wek perîyan
Bihişta wî tijî bû yanî, ji horî û serhorîyan
Di bihişta wî da horîyên wî gelek bûn
Xizmetkarên di huzûra wî da jî melek bûn
Lê ji ewladên wê malbata dewletê ya mîranî
ji fêkîyên wî baxçeyê exlaqê pak, nûbarên wî bostanî
Du dotmîr hebûn li nik wî Mîrê dilsoj
Ew Mîr wek Hîvê bû, ew her du dotmîr jî du Roj
Yanî ji vê nejad û bera serbilind
du xwişkên wî hebûn, her du jî nazdar û rind
Yek dara serwê bû, baxçeyê wê durustî û rastî bû
Navê wê xuşkê bi rastî ”Sitî” bû
Xuşka dî ji dil û hinavê Mîr bû
Navê wê jî nîvê navê Mîr bû
Çîrokbêj bi awayekî sergirtî weha bi min da zanîn
Ew horî jî, navê ”Zîn” lê hatibû danîn
Yek zêde şîrîn û zêde xweşdivî û hezkirî bû
Yek gîyanê dilan bû, ji horîyan vajîkirî bû
Yek esmer bû, ya diduyan jî kej û zerî bû
Yek horî bû, ya diduyan jî bi xwe perî bû
Rûmeta wan horî û perîyan nedihat pîvan û wezinandin
Lewra her du jî ji nûra Xwedê hatibûn afirandin
Çu kesek nedîtibû wek rindîya rûyên wan rindî
Lewra ji rindîya Xwedayî ya ebedî bû ew rindî
Lêvên wan lal,, rûyên wan gul bûn, cênîgên wan yasemîn
Rindîya wan, ji rindîya pûtên (keçên) Xulluxê (bajarekî Tirkistanê) bûbû rûmetşikîn
Her du zilfên her yekê ji wan, wek tayên sinbilan bûn
Her du dêmên her yekê ji wan jî ji rengên sorgulan bûn
Ew sorgul û sinbilên serbest û azad
bişkifîbûn li bejnên wan ên wek darên serw û şimşad
Di rûyên wan da ji xwe ber resîyabûn, sorgul
û pêkve daketibûn li ser rûyên wan jî, sinbil
Rindîya xêzên rûyên wan, wek nivîsîna Yaqût(kevirekî rûmetbilind) bû
Rindîya çalikên çeneyan jî, mîna sêra Harût(firîşteyeke sêrgêr bûye) bû
Goya ku ji kîsikê misk ê gerdenên xezalan
falavêjê felekê nuqte reşandibûn li rûyên wan delalan
Xal û nuqteyên rûyên wan, hem jî ew rengê sipî û sor
mîna bûn Kabe û Kevirê Reş û umre û tewafa Kabeyê qor bi qor
Kevanên felekê bûn, birûyên wan
Bijang jî tîrên rastkirî bûn, bê guman
Kan û sermaye bû jibo dînîtîya dînan û hovîtîya hovan
ew siroş (îşaretên bi çavan tên kirin) û îşaretên ku tirs û saw dirêtin ji wan çavan
Bi qasê ku mirov çavê xwe bigire û veke, dibû sersem û dîn
kesê ku îşaretên hîkmetên wan çavan didîtin û dibû dilbirîn
Enîyên wan ji alîyê tacan ve wisa dixuyan ku
mirov digot qey baskên Firîşte Cebraîl in li asû (ufuk)
Û Roj sekinîye li nîveka asîman, li wir westaye
û ketîye xizmeta wan, tim di xizmeta wan da ye
Her kesê ku bidîtina pelikên guhên wan û bidîtina rû
tavil di rîya wan da hişê xwe bi der dida û ji aqil dibû
Gerdena her yekê, te digot qey şûşe ye
di destê meygêr da ye û tijî mey e
Yan dişibîya şûşeya şekirê nebatê (şekirê ku tê sefandin)
yan dişibîya serçavîya Ava Heyatê (ava ku jîyana timî dide mirov)
Sertilî û neynûkên wan ên henekirî yên xweş
dibûn êş û azar, diketin dilên hêsa û geş
Kesê ku didîtin newqên wan ên zirav, cîyên kemeran
tavil ji kûrana dil ”ah” dikişand, ji derd û keseran
Dema wan nîşan didan zend û bazin
êdî qet nediman gilî û gazin
*
Gerçi ew her du mîna gîyan bûn
lê di rindîyê da wek cêwîyan bûn
Gerçi Sitî nazenîn bû, mîna perîyan bû
lê belê Zîn jî wek serhorîyan bû
Gerçi Sitî wek stêrek rengxweş bû
lê Zîn bi rûyê xwe wek Hîvê geş bû
Gerçi Sitî wek Hîvê bi şewq û şemal bû
lê Zîn wek Rojê bû, ter û teze û delal bû
Ew her du, wek du şevçirayan
gava dimeşîyan baxçe û mêrg û bintarên çîyayan
Dixistin nalînê, heta bigîje lawiran û tiştên bêgîyan
talan dikirin mirov û tiştên resîyayî yên wek gîyan
Kofîyên wan bi cewheran xemilandî û tackirî bûn
Gerdenîyên wan bi xişrên netrik(tewirek xişir wek bişkojan e) zincîrkirî bûn
Dema wan xişrên xwe yên enîyan bi enîyên xwe ve berdidan
evîndar ji destê evînê dimiran, gîyanên xwe bi der didan
Ev xişrên qişt û henbel, ew xeml û xêz
ku li pêşîya wan û pey wan, li rast û çepên wan dibûn rêz
Û digel wê xeml û xêzê dimeşîyan ew her du perî
gêj û sersem dikirin di îbadetxaneyan da welî
*
Herçî ku şêx in, herçî ku mela û mîr in
HerçÎ ku derwêş in, herçî ku dewlemend û feqîr in
Kes tune ku ji rindîyê ra nebe xwestox û dilxwaz
kes tune ku gîhîştina cem yarê jê ra nebe daxwaz
Daxwaza hinekan rindîya neqedîyayî ya ebedî ye
Laşê tewş û bêfêde jî daxwaza hin kesên dî ye
Lê belê daxwaza hemîyan yek e bi rastî, ew jî dost e
Ferqa ku heye, wek ferqa navbera mejî û post e. (1)