Li Rojavayê Kurdistanê beriya yekîtiya neteweyî ava bibe, divê çi bê kirin?


ÎbrahÎm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Di van rojên dawî de li Rojavayê Kurdistanê yekrêzî û yekîtiya neteweyî  di rojevê de ye.  Di serî de kurdperwer, siyasetmedar, partî û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê ev pirsa girîng qise dikin, pêşniyar û nêrînên xwe di vê mijarê de diyar dikin. 

Lewra beriya ku Yekîtiya Neteweyî li Rojavayê Kurdistanê Ava bibe, beriya gavên bên avêtin, pirsgirêk û mijarên bê çareser kirin hene. Daxuyaniya endamê mektebî siyasî ya PDK  Abdulbasit Hemo vê yekê diyar dike. Berpirsiyarê  PDKSê û ENKSê Ebdulbasit Hemo dibêje ku: “Divê PYD gavên berçav liser erdê bavêje, liser wê zemînê bawerî peyda bibe.”

Ev pirsa hiç şik tune ye ku hemû kurdan û hemû beşên Kurdistanê eleqeder dike. Loma jî li hemû beşên Kurdistanê jî kurdperwer, partî û rêxistinên Kurdistanê vê pirsê niqaşe dikin; bîrûreyên xwe ji reya giştî re diyar dikin.

Lê divê ez di destpêkê de bibêjim ku divê partî û rêxistinên Kurdistanê di vê pirsê de şelûbûnê çê nekin. Beriya ku mijara Yekîtiya Neteweyî li Rojavayê Kurdistanê çareser bibe, li tevayî Kurdistanê û li çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya neteweyî daxwaz kirin, ji bona vê gav avêtin, pêşniyar kirin; pêşiya xebata Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê digre.

Hîç şik tune ye ku neteweya kurd, hem di qonaxa azadî û serxwebûna xwe de, hem jî di qonaxa birêvebirina Kurdistana azad û serbixwe de hewcedarî Yekîtiya Neteweyî ye. Dema Yekîtiya Neteweyî ava nebe, azadiya û serxwebûna Kurdistanê pêk naye. Di Kurdistana azad û serbixwe de jî, rêvebirî gelek zehmet dibe. Ceribandina hemû neteweyan û ceribandina neteya kurd li Başurê Kurdistanê vê yekê fêrî me dike, ji me re diyar dike.

Li Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya neteweyî dê bi destê partî û rêxistinên siyasî ava bibe, rêxistinên sivîl û civakî jî dê ji vê Yekîtiya Neteweyî re bibin alîkar.

Yekîtiya Neteweyî li Rojavayê Kurdistanê jî, di vê qonaxê de jî, di qonaxa pêşerojê de jî pêwîst e. Li Ser vê rastiyê niqaşe nabe. 

Lê divê em baş bizanin ku yekîtiya neteweyî di her şertan û  atmosferê de ava nabe. Ji bona yekîtiya neteweyî divê şert pêk bên. Partî û rêxistinên siyasî ji Yekîtiya Neteweyî re amade bibin. 

Dema ku partî û rêxistinên Kurdistanê ji bona Yekîtiya Neteweyî amade bibin wê demê dikarin modela û babeta rêxistinî ya Yekîtiya Neteweyî tespît bike.  

Hezar mixabin li Rojavayê Kurdistanê di vê qonaxê de şertên Yekîtiya Neteweyî tune ne. Lê ji bona ku Yekîtiya Neteweyî ava bibe, divê partî û rêxistinên Rojavayê Kurdisranê him xwe amade bikin, him jî şertên Yekîtiya Neteweyî amade bikin.

Loma ez dibêjim ku “beriya li Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Neteweyî ava bibe, divê şertên wê amade bibin. Ji bona vê jî divê mijarên bên çareser kirin hene; rê û rêbaza heta nûha hatiye meşandin ya şaş ji divê holê rabe û bê guhertin”

Em nûha li wan mijaran binêrin.

1-Li Rojavayê Kurdistanê di navbeyna rêxistin û partiyan de, di navbeyna ENKS û PYDê de durbûnek heye. Di navbeyna partî û rêxistinê Kurdistanê de atmosfereke dostanî tune ye. PYD, rewabûna partî û rêxistinên Kurdistanê nas nake. Di navbeyna wan de bariyerên hisî yên xurt hene. Ev atmosfera û rewşa nexweş jî, bi destê PYDê çê bûye. PYDê bi rejîmê ve li Kurdistanê dîktatorî meşand. Kurdperwer hepis kir, eşkênce kir, ceza kir, kûşt. Pêşiya xebata partî û rêxistinên Kurdistanê girt. Loma divê ev rewşa ji holê rabe. Ev rewşa jî bi destê PYD dkare rabe. PYD, vê realîteyê qebul bike, gor vê xwe serrast bike.

2-PYD, bi girêdana xwe ya PKKê re, bi partî û rêxistinên Kurdistanê re danûstandinên xwe xirab kir. Şertên Yekîtiya Neteweyî ji holê rakir. Nerewabûna partî û rêxistinên Kuırdistanê wek armanc da ber xwe, loma jî li hemberı partî û rêxistnên Kurdistanê siyaseteke nexweş, nedostane meşand. Divê ku PYD pêwendiya xwe PKKê qût bike. Heta PYD bi PKKê re pêwendiyên xwe qût neke, nikare Yekîtiya Neteweyî ava bike.

3-PKK ji aliyê dinyayê de wek rêxistineke nerewa û terorîst tê nas kirin. Dema ku PYDê, bi PKKê re pêwendiyê xwe nebire, karên ji aliyê wan de bên kirin, di vê qonaxê de ji bona berjewendiya dewletên herêmî û dinyayê dikare êrenî bên qebûl kirin; lê di pêşeroşê de her dewletek dê gorî hiqûqa navnetewî li dij derkeve. Ew jî diyar e ku pêşiya Yekîtiya Neteweyî digre û zirarê dide pêşeroja neteweya kurd li Rojavayê Kurdistanê.

4-Divê ku partî û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê li ser rejîma îro û rejîma Sûriyeyê ya pêşeroja li hevûdu bikin. PYDê guhertina rejîmê naxwaze, xwe beşek ji rejîmê dibîne. Di vê merhelê de jî, her dem gor vê stratejiyê gav davêje û xebat dike. Rejîmeke demokrat, plûral naxwaze.. Ew dixwaze ku modela Baasê bidomîne. Partî û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê yên din û ENKS, guhertina rejîmê dixwazin. Ew dixwazin ku rêjimeke demokrat û plûral, dewleteke federal ava bibe. Kurdistan federe bibe. 

5-Li Rojavayê Kurdistanê pirs û mijara stratejîk jî ew e ku divê li ser navê welêt li hevkirineke bibe. Nasnameya welatê me Kurdistanê, neteweya me kurd, qerektera Yekîtiya Neteweyî tayîn dike. Hîç şik tune ye ku ji bona ENKSê û hemû rêxistinên Rojavayê Kurdistanê welat Kurdistan e. Li ser nav û welatê kurdan, niqeşe nabe û rezalet e. Loma ji bona ku li Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Neteweyî ava bibe, divê  di navê welêt û netewe de li hev kirineke hebe. Di encamê de Yekîtiya Neteweyî ji bona Kurdistanê û neteweya kurd xwediyê wateyekê ye. Hezar mixabin PYDê, Rojavayê Kurdistanê wek “Bakûrê Sûriyeyê” bi nav dike. Divê PYDê ev nêrîna xwe sedî sed biguhere.

6-Ji bona ku li Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Neteweyî ava bibe, divê rêxistin û partiyên Kurdistanê di armanceke hevbeş de  lihevkirî bin. Hezar mixabin ev yeka li Rojavayê Kurdistanê tune ye. PYD, stratejî û armanca xwe bi yekîtiya Sûriyeyê re diyar dike. li Kurdistanê desthilatdariyê bi ereban re difikire. Kanton û xweseriyê diparêze. ENKSê û hemû rêxistin û partiyên Kurdistanê Sûriyeke federal û Kurdistaneke federe wek armanç dıiparêzine. 

7- Ji bona Yekîtiya Neteweyî li Rojavayê Kurdistanê di babeta xebat û têkoşînê de li hevkirinekê pêwîst e. PYDê û ENKSê di babeta têkoşînê xwediyê ferqek mezin in. PYDê, pêşî bi Rejîma Baasê re, nûha jî ji DYAyê re leşkerî dike. ENKS dibê je ku em leşker û pêşmergeyên welatê xwe bin. Kurd divê ji bona ereban şer nekin û ji kurdan re dijminan zêde nekin.

8-Li Rojavayê Kurdistanê ji bona Yekîtiya Neteweyî di siyaseta dost û dijminan û bi dewletan re pêwendî de nêrînek hevbeş tune ye. ENKSê dibêje ku em ji bona berjewendiya neteweya kurd bi her dewletekê re wek aktoreke serbixwe danûstandin dikin. PYDê li ser navên dewletan û ji bona berjewendiya wan tevdigere. Divê di vê mijarê de çareserî hebe.

Diyarbekîr, 27. 12. 2019

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *