Li Nisêbînê, Li Gundê Xerabê Bava(Korukoy) Çi Dibê?

Li gorî agahdarîyên heyî, li Xerabê Bava(Korukoy) a gundê Nisêbîna Mêrdînê, gund 11e roje hatiye dorpêç kirin, îşkence li xelkê vî gundî tê kirin.

Dîsa li gorî agahdarîyên heyî, hinek kes dibêjin 5, hinek jî dibêjin yek kes hatîye kuştin.

Herweha behsa destdirêjî ya li jinan tê kirin û hemû zilamên vî gundî hatine binçavkirin û nayê zanîn ku li ku derê ne.

Em bangî hemû rêxistinên mafê mirovan , sîyasetvan û rewşenbîran dikin ku zûtirîn wext li gelê me yê Korûkoyê xwedî derkevin û rastîya rûdawê aşkere bikin.

Em bangî Dewleta Tirkîyê dikin ku dest ji van rê û rêbazên nemirovane berdin. Di tarîxa xwe ya 94 salî de Dewleta  tirkîyeyê bi dehan caran zilmên bi vî rengî pêk anîye;lê tu zilm û zordarîyê nekarîbûye rê li ber doza azadîya gelê me bigire.

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *