Li Mêrdîn Semînera Serokê PAKê Mustafa Özçelik :

‘’Piştgirîya herî mezin ji bo Kerkûkê, geş kirina doza azadîya Bakurê Kurdistanê ye’’
Serokê PAKê Mustafa Özçelik roja 31.10.2017an li Teşkilata Mêrdinê ya PAKê de di derbarê rewşa Başûr û Bakurê Kurdistanê û Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayî de semînerek da.
Li gel rêvebir û endamên PAKê, gelek rewşenbîr û sîyasetvanên ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê beşdarî semînerê bûn.
Semîner bi axaftina endamê Meclîsa PAKê Feyyaz Ekmen destpê bû. Û ji bo hemû şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.
Mustafa Özçelik di seminerê de got ‘’Piştgirîya herî mezin a ji bo Kerkukê û temama Başûrê Kurdistanê, bi bernameyeke netewî , Kurdistanî geş kirin, xurt kirin û birêxistin kirina gelê me yê Bakurê Kurdistanê ye, geş kirina doza azadîya Bakurê Kurdistanê ye. Ji bo vê jî gav yekemîn av kirina partîyeke girseyî û xurt e. Ji berîya damezrandina PAKê û heta îro em her dibejin divê partî, grûb u şaxsîyetên nêzî hev, weke hev difikirin, werin em bi hevdu re partîyeke hevbeş û xurt ava bikin. Lê heta nuha tu alîyekî xwe nedaye ber vê bangê. Emê her li ser vê rêbaza xwe ya rast bimeşin.Lê heger îro ev pêk nayê, em bangî kadroyên azadîxwaz, netewî, demokrat û Kurdistanî dikin, werin em bi hevdu re li PAKê xwedî derkevin û PAKê xurt bikin da ku em zêdetir bikaribin zextê li aliyên din bikin’’.
Serokê PAKê Mustafa Özçelik, di derbarê dagir kirina Kerkûkê û navçeyên din yên Başûrê Kurdistanê de jî weha axaft:
‘’Ez dibêjim, heger rêveberîya Başûrê Kurdistanê referandûm bi paşve bixistina jî,wê gavê Bexdayê dê bigota, divê Pêşmerge vegere cîhên berîya 2014an û Emerîka û Birîtanya jî dê piştgiriya vê daxwazê Bexdayê bikirina.Wê gavê alîyê Kurdistanê heger venekişîyana, dê Bexdayê êrîşî Başûrê Kurdistanê bikira û Emerikayê jî dê çav lê biniqanda. Ango referandûm ne sebebê van êrîş û dagir kirinan e.Ji ber wê jî referandûm bûye çek û karteke meşrû ,demokratîk û li gor hiqûqa navnetewî ku li himber mixalefeta naxweyi jî, Bexdayê jî, Emerîka jî. Îro li Kerkûkê îradeya ‘Erê’ ya ji %83yê gelê Kerkûkê û ji %93yê gelê Kurdistanê hatîye dagir kirin. Helbete ku gelek pirsên me nuha bê bersîv mane .Em bi teferûat nizanin çi qewimî ye. Lê tiştê ku em dizanin ew e ku, Bexda û Tehranê bi piştgirîya Enqereyê careke din welatê me, îradeya referandûma meşrû û demokratîk binpê û dagir kirine.Emerîka û dewletên cîhanê jî çaven xwe ji ve dagirkirinê re niqandine; xeletî, zeaf û îxaneta navxweyî ji rê ji vê şikestê rê xweş kirîye.Divê em pir hestyar bin ku helwesta Emerîka û dewletên cîhanê nebe sebeba dijminatîyekê li himber van dewletan.Divê heta ji destê me bê em dijminên xwe kêm, dostên xwe zêde bikin. Herweha îxanet helbete ku nayê qebûl kirin, lê ji bo ku destwerdanên têkder çênebin, divê her alîyekji bo yekrêzîya pêşmerge, gelê Kurdistanê û hêzên sîyasî bihesasîyet tevbigere’’.
Mustafa Özçelik bal kişand ser wê yekê ku, divê gelê me di derbarê vê şikestê de bi zelalî bê agahdar kirin. Ji xeynî helwest û sîyasetên ixanetê, her alî jî divê para xwe ya di vê şikestê de baş binirxînin. Lê gelê me yê Başûrê Kurdistanê her çiqas di têkoşîna azadî û serxwebûnê de tûşî gelek şikest, qetlîam û jenosîdan bûbe jî tu carî serê xwe netewandine. Ji ber wê jî ne îxanet û şaşitîyên navxweyî, ne Bexda, Tehran û Enqere û ne jî ev çav niqandina Emerîka û dewletên din dê nikaribe Kerkûke ji dilê Kurdistanê derxîne; dê nikaribe encamên referandûmê tune bihesibîne. Piştî ku ev birîn bê kewandin, bêpêçan, Kerkûk dê bê rizgar kirin û serxwebûn jî dê bê îlan kirin;tu şika me di vê yekê de tune ye.Helbete ku divê mihasebeyeke rasteqîn û berfireh jî di derbarê vê şikestê de bê kirin.Lê divê zûtirîn wext hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ji bin bandora vê şikest û şoqê derkevin û ala azadî û serxwebûnê bi awayekî hîn xurtir û geştir bê bilind kirin.’’
Piştî semînera Mustafa Özçelik, beşdarên semînerê jî bîr û rayên xwe anîn ziman.
Civin bi pirsên beşdaran û bersîvên Mustafa Özçelik bi awayekî berhemdar bi dawî hat. 01.11.2017
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *