Li Kurdistanê rêbazê cûda hene, lê PKK ne xwediyê rêbaza Kurdistanê ye…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Kürdistan welateyekî hatiye parçe kirin. Neteweya kurd jî girêdayî parçebûna Kurdistanê, neteweyeke parçebûyî ye. Ev li pêş avakirina dewleta Kurdistanê ya neteweyî, astengeke mezin e. Di vê qonaxê de li dinyayê neteweya ne xwediyê dewlet e. Bêguman heta ku dewleta neteweyî ya Kurdistanê ava bibe û neteweya kurd bibe xwediyê yekîtiyê û Dewletek Hevgirtî ya Kurdistanê, têkoşîna neteweparêz û rizgarîxwax dê dom bike. Rê û Rêbazên neteweyî dê bê meşandin.

Tê zanîn ku beşek kurd dibêjin, em li dijî Dewlete Neteweyî ya Kurd in. Lewra dewletê neteweyî dema xwe tijî kirine. Loma jî gelek bi hêsanî dibêjin ku me dewleta Kurd-Kurdistanê avêtiyê çopxaneyê. Lê ew kurdan di heman dem de ji bona ereban, farisan, tirkan dewletên neteweyî rewa dibînin, wan dewletan diparêzin, naxwazin ku sînorên wan dewletan bên guhertin. Loma jî, ji dewletên kolonyalîst re bekçitî, heresî, parêzvaniyê dikin.

Di van rojên dawî de bi taybetî jî piştî Şerê Rûsyayê-Ûkraynayê, li ser dewleta neteweyî niqaşeyên girîng hene û fikrên girîng di derbarê ev mijara stratejîk de tên ser zimên.

Ev niqaşeyan dema bi tevayî sentez bibe, derdikeve holê ku netewe ji berê xurttir hewcedarî dewlete neteweyî ne.

Di van rojên dawî de dîsa Dewleta neteweyî ya Kurd jî di qade niqaşeyê de ye. Dijminên kurdan û aparata dewletên gdagirker û rêxistina li hemberî Neteweya Kurd û Rêxistinên Kurdistanê û Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê PKK, bi tundî û bi xurtî li dijî dewleta neteweyî ya Kurd û Kurdistanê derdikeve. Ev nêrînan ji aliyê serokê PKK Ocalan her dem vekirî hatine ser zimên. Xulam û murîdê wî jî ew şopandine. Loma ew jî bi xurtî li dijî Dewleta Neteweyî ya Kurd-Kurdistanê derdikevin. Lê ji Serok Ocalan Serok Ocalan û serokatiya terorîst ya PKKê napirsin ku ew çima tên kûştin.
*****
Wek tê zanîn u realîteya Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê diyar dike ku duho jî û îro jî partiyên cûda li Kurdistanê hene. Sibê jî dê partiyên Kurdistanê bibin.. Her partiyeke Kurdistanê, ji bona çarenivîsiya neteweya kurd û Kurdistanê xwediyê rê û rêbazên cûda ne. Lê ji bona her partiyeke Kurdistanê armanc: Azadî û serxwebûna neteweya kurd û Kurdistanê ye. Li Kurdistanê tasfiyekirina dagirkerî û kolonyalîzmê ye.

Loma jî hemû partî xwediyê rê û rêbaza neteweyî ne. Van partî û rêxistinan bi rê û rêbaza neyteweyî li Bakurê Kurdistanê di sala 1919an de dest bi serhildanên neteweyî kirin, ji bona dewletavakirinê domandin;. Li Bakûrê Kurdistanê gelek herêm ji dewleta dagirker hat paqijkirin û rizgar kirin. li Rojhelata Kurdistanê, Komara Mehabadê ya Kurdistanê ava bû (1946). Li Başurê Kurdistanê encama Şoreşa Neteweyî ya Îlonê di 11 Adara 1970yî de Otonomiya Kurdistanê hat ava kirin. Di sala 2005an de Dewleta Federe ya Kurdistanê, bi avabuna Dewleta Federal ya Iraqê forma hiqûqî ya herêmî û navneteweyî qezenç kir.

Tastyeke din heye ku Partiyên Kurdistanê ji bona ku bigihîjin armanca xwe xwediyê gelek rêbazên cûda ne. Lewra tê zanîn ku Kurdistan weletekî parçekirî ye û çar parça ye.. Li her parçayeke Kurdistanê şertên cûda hene. Dewletên kolonyalîst yên cûda cûda li her parçayekê dagirker û desthilatdar in. Ev partiyan li her çar parçeyan jî, ji bona armanca Dewleta Neteweyî ya Kurdistanê dimeşînin û ji bona vê armancê têkoşîn û xebat dimeşînin.
*****
PKK, ji bona ku ne rêxistineke Kurd û Kurdistanê ye, ew ne xwediyê rê û rêbaza Kurd-Kurdistanê jî.

PKK, aparata dewletên kolonyalîst, rêxistineke li dijî kurdan û tevgera Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê, rêxistineke operasyonel e.

Loma ew li dijî Dewleta Neteweyî ya Kurd-Kurdistanê ye. Naxwaze ku sînorê dewletên dagirker bê guhertin, dewletên dagirker dev ji Kurdistanê berdin. Loma jî bekçitî û parazvaniya sînorên dewletê kolonyalîst dikin.

Di van rojên dawî girêdayî vê konseptê ji aliyê berpirsiyarên PKKê de ve nêrîna, di gelek daxuyaniyê de gelek bi balkêşî û bi zelalî hatin pêşkêş kirin.

Berpirsiyarên PKK gotin ku li Kurdistanê du rêbaz hene. Rêbazek dixwaze ku sînora biguhere. Rêbazek jî dixwaze rêbaza biparêze. PKKê sînoran diparêze û naxwaze ku sînorên dewletê kolonyalîst bê guhertin. Lê ji derveyî PKKê rêxistinên din yên Kurdistanê û bi taybetî jî PDKê di bin serokatiya Serokê Kurdistanê Birêz Barzanî de dixwazin sînor bişguherînin. Yanî dewleta Kurdistanê ava bişkin.

Di heman demê de jî berpirsiyarekî PKKê bi zelalî anî ser zimên got ku “PDKê di bin pêşengiya Mesûd Barzanî de dixwaze Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bike yek û yekîtiya herdu parçayan pêk bîne û dewleta Kurdistanê ava bike.”

Ev nêrînan bi dehan salan e ku berpirsiyarên PKKê diparêzin û bi gelek cesaretî tînin ser zimên. Hezar mixabin rewşenbîr, siyasetmedar, gelek rêxistinê Kurdistanê ji wan re dibin piştgir. Ciwanên Kurdistanê ji bona armanca Kurdistana serbixwe dibin qûrbana derew û manîpulasyonên PKKê.

Divê her kurdek, her rêxistineke Kurd-Kurdistanê van rastiyan bi gelek zelal ji raya giştî re diyar bikin. Biçin nav gelê me van rastiyan pêşkêş bikin. Gelê me û ciwanên me ji PKKê dur bixin.

Bi taybetî jî PKKê nûha dixwaze dewleta Federal ya Kurdistanê xirab bike. Gelek vekirî ye ku PKK, li Dewleta Federal ya Kurdistanê rêxistineke biyanî ye, dagirker e, terorîst e, hevalbend û pişgir û taşerona dewletên dagirker û kolonyalîst e. Bi taybetî jî di van demên dawî de xizmetî Dewleta Kolonyalîst ya İranê dikin. Planên wan li Kurdistanê cî bi cî dikin.

PKK, di hamen dem de dibe sedem ku Dewleta Tirk biçê li Kurdistanê operasyonê bike, serweriya Kurdistanê binpê bike.

Divê ji bona ku PKKê ji Dewleta Federe ya Kurdistanê derkeve her kurdek û her rêxistineke Kurdistanê di destpêkê de daxwaz bike ku PKK ji Kurdistanê derkeve, girêdayî ev daxwaz xwe têkoşîn û xebat bike.

Diyarbekîr, 13. 05. 2022

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *