Li Kurdistanê di mijara tîfaq û hevkarî û eniya Kurd de tevliheviyek heye

Îbrahîm GÜÇLÜ

Wek tê zanîn li hemû beşên Kurdistanê di mijara yekîtî û tîfaq û hevkarî û eniya Kurd de minaqeşe hene û di derbarê ev mijara girîng de nêrîn tên pêşkêş kirin.

Li Bakurê Kurdistanê jî di derbarê vê mijarê de gor îlma siyasî û pîvanên neteweyî û gor sosyolojiya Kurdistanê û rewşa tevgera neteweyî ya Kurdistanê cara yekemîn di Kovara Rizgariyê de bîrûreyên girîng hatin ser zimên û hatin pêşkêş kirin.

Dema ku ev mijara girîng di Kovara Rizgariyê de wek dosyayekê û bi tevayî hejmareke kovarê de hat pêşkêş kirin, hemû siyasetvanên neteweyî û rêxistin matmayî man û ji wan nêrînan re îtiraz kirin, rexne kirin, heta dikarim bibêjim ku ji wan nêrînan re dijminitî kirin.

Dema di Kovara Rizgariyê de mijara tîfaqan, hevkariyan, eniyan, yekîtiyê hatin pêşkêş kirin, ew nêrîn bes ji bona Bakurê Kurdistanê nehatin pêşkêş kirin, ji bona hemû beşên Kurdistanê hatin pêşkêş kirin. Ew nêrînan jî wek nêrînan xeyalperest hatin bi nav kirin û li dij hat derketin. Lê me baş dizanî ku bê xeyal Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê, doza serxwebûn û çarenivîsa dewletbûna Kurdan û Kurdistanê pêş nakeve.

Dema ew nêrînên di sala 1975an de hatibûn pêşkêş kirin, bên şirovekirin, gelek bi hêsanî derdikeve holê ku mijar gelek zelal e. Hezar mixabin di ser re 50 sal derbas bûye di nav kurdan û rêxistin û partiyên Kurdistanê de di mijara yekîtî û tîfaq û hevkarî û eniya Kurd-Kurdistanê de sergejî û tevliheviyek heye.

Bi taybetî jî di vê mijarê de li Bakurê Kurdistanê sergêjiyek û tevliheviyek heye. Mijara PKKê û di demên hilbijartinan de sergêjiyek û tevliheviyeke mezin diqewîmîne.

Di pirsa PKKê de kesên hilbijartimna de kes û rêxistinên berjewendiya xwe di ser berjewendiya neteweyî re digrin, bi zanatî tevlihevî di vê mijarê de çê dikin.

Di eslê xwe de mijar gelek zelal e, di teoriya û pratîka dinyayê de jî gelek zelal e.

Bi kurtî me di Kovara Rizgariyê çi gotibû ez dixwazim pêşkêş bikin.

1-Ji bona yekîtî û tîfaq û hevkarî û eniya Kurd-Kurdistanê , ji bona kesan û rêxistinan pîvan Kurdbûn e. Heger kesek, partiyek û rêxistinnek ne kurd be, di nav yekîtî, hevkarî, tîfaq, koalîsyon, eniya Kurd-Kurdistanê de ciyê wan tune ye.

2-Ji bona yekîtî û hevkarî û tîfaq û eniyê divê ku ev partî û rfêxistinan ji bona mafên neteweyî û çarenivîsiya neteweya kurd; desthilatdarî û serweriya Kurdistanê, ji bona serxwebûn û azadiya Kurdistanê xebat bikin û di nav têkoşînê de be.

3-Me rastiya parçebûna Kurdistanê û neteweya kurd da ber çav. Loma jî hevkarî û eniya Kurdistanê divê di destpêkê de li her beşeke Kurdistanê ava bibe. Pişt re jî li hemû Kurdistanê hevkar û eniya neteweyî bê ava kirin.

4-Li her parçeke Kurdistanê me diyar kiriye ku di navbeyna rêxistin û partî û tevgerên heman îdeolojî diparêzîn, hevkarî û tîfaqê dikare ava bikin. Di navbera rêxistin û partî û tevgerên cûdaîdeolojî diparêzin enî/cephe ava dibe.

Pişt re jî di navbeyna rêxistinên û partî û tevgerên heman îdeoljiyan diparêzin de li hemû parçeyên Kurdistanê hevkarî û tîfaq ava bibin. Rêxistin û partî û tevgerên cûda îdeolojiyan diparêzin jî dikarin enî/cepheyê ava bikin.

PKK Û APARATÊN WÊ AKTORÊN YEKÎTIYA Û HEVKARIYA U TIFAQA Û ENIYA KURD Û KURDISTANÊ NÎNIN…

Di mijara PKKê û aparatên wê de di derbarê hevkarî û yekîtî û tîfaq û enî de wek min li rêzên jorîn jî diyar kir di nav Kurdan de tevliheviyeke aşkakere heye. Ew tevlihevî carna bi nezanî û gelek caran jî bi zanatîçdiqewime.

PKKê û aparetên wê di nav yekîtî û hevkarî û ıîfaq û eniya Kurd-Kurdistanê de ne aktor nin û di hemandem de jî nikarin bibin aktor jî.

Çima nikarin bibin aktorên hevkarî û tîfaq û enî ye ezê sedemên wê diyar bikim.

1-PKK û aparetên wan gelek vekirî dibêjin ku em partiyên Kurd-Kurdistanê nînin. Em partî û rêxistinên gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhelatê Navîn in. Yani ji bona rêxistinên ne kurd-Kurdistanê ne, di nav yekîtî û hevkarî û tîfaq û eniya Kurd-Kurdistanê de ciyê wan tune ye.

2- PKK û aparatên wê encama stratejiya Dewleta Tirk wek rêxistineke operasyonal li dijî Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê; partî û rêxistinên Kurdistanê tasfiye bike û ji holê rake hat projekirin. Pişt re jî bû aparat û projeya 3 dewletên din (Îran, Sûriyeyê, Iraq).

3-PKKê û aparatên wê, mala hemû kurdan Dewleta Federe ya Kurdişstanê, dixwaze ji holê rake. Gelo ew rêxistina dê çewa bibe rêxistineke Kurd û Kurdistanê?

4-Ji derveyî tereftarên xwe hemû Kurdan dijmin qebûl dike. Loma jî bi deh hezaran kurdperwer, endam û berpirsên partiyan, pêşmerge, hevalên nav xwe yên kurd şehîd kir. Loma jî ew nikare bibe partiyeke Kurd û Kurdistanê.

5-PKK û aparetên wê li dijî serxwebûn dewletbûna kurdan e. Dewleta neteweyî ya kurdan kevneperest dipejirîne û li dij derdikeve. Gelek vekirî dibêje ku “heger PKKê nebibûya kurdan dewlet ava dikir.” Dîsa dibêje ku “PKK dewleta Kurdistanê avêtiye çopê nav zibîlê.”

6-PKKê û aparatên wê, li dijî Rêferandûma Serxwebûna Kurdistanê bûn. Bi dewletên kolonyalîst û rêxistinên terorîst re tîfaq çêkir, piştî di refêrandûmê de Kurdistaniyan ji dewleta serbixwe re got “erê”, beşdarî û îşgala Kerkukê bû.

7-PKK-Li Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê dagirker û destwerdankar û tîfaqa baasê ye.

8-PKKê û aparatên wê li dijî nirxên neteweyî ne. Li dijî Ala Kurdistanê û erdnîgariyaa Kurdistanê û nexşe Kurdistanê ne. Loma jî navê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê guhert kir, kir “Bakura Sûriyeyê.”

Diyarbekîr, 14. 04. 2023

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *